28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bîra civakê û çîroka dayika Hevsê

Dara Demiralp

Îro hewce bi nivîsandina wan çîrok ango vegotinan heye ku di bîra civakê de cih girtine û nûbûna xwe diparêzin. Bê guman ji bo vê jî pêdivî bi xebat û kedeke mezin heye. Her çiqas em hewl bidin ku vegotin û çîrokên der barê serpêhatiyan di bîra kesan de zindî û yekparçe bihêlin jî, her çîrokek beşeke jê winda ye û kêm e. Her wiha weke komkujiyên  awarte yên ku di dîroka me ya nêz de pêk hatiye, di bîrên me kesan de jî ew parçeparçe ne.

Em dikarin bi şêweyekî hewl bidin ku çîrokên belawela û parçeparçeyî di bîra me de ne, bi hişmendiyên xwe yên birîndar zindî bihêlin. Lê belê, dema ku em hewl didin wan çîrokan binivîsin, dîsa em rastî zor û zihmetiyan tên.

Bûyerên bi saw yên ku bi kurdan re li erdnîgariya niştecihbûyî rû dane, pêkan nebûye ku bi nivîsandinê were veguheztin. Şer, komkujî û qetlîamên ku şahidê wan hebûne, ji bo ku neslên bên ji bîr nekin bi piranî bi awaz û kilama dengbêjekî/ê hatine veguheztin. An jî bi vegotina destanî ya pîr û kalan heta roja me ya îro hatine. Sînorên vegotinên destanî yên ku xwe dispêrin bi sedan salan û vegotinên komkujiyên sîstematîk ên ku di dîroka nêz de li vê erdnîgariyê hatine jiyandin, ne zelal û di rewşeke têper de ye.

Hin bûyerên travmatîk ên ku di zaroktiya me de weke ku çîrok e ji me re dihatin vegotin, piştî demekê ji şêwazê çîrokên kesane derketine û veguheriye çîrokekê ango vegotinek civakî.

Dayika Hevsê

Di sala 1905’an de li gundê Çilbazara (Qerxebazar) navçeya Kanîreşa Çewlîgê li dijî zilma dewletê serî hilda. Dema ku bûyer tê bihîstin hêzên dewletê ji bo ku nehêle serhildan li herêmê belav bibe û serhildanê tepeser bike li baregehên leşkerî yên li Erzirom û Erzinganê ne yekîneyeke leşkerî ava dikin û berê xwe didin gundê Çilbazarê. Niştececihên gund vê agahiyê dibihîsin û piştgirî didin serhildanê û piraniya mêrên gîhiştî tev li koma serhildêr dibin. Yekîneya leşkerî ya ku ber bi gund ve bi pêş ve diçe, xwe digihîne wir û gund dorpêç dike. Yekîneya leşkerî dikeve nava gund, tevî hemû hewldanan nikarin serhildêrên ku lê digerin bibînin. Li ser vê yekê bi awayekî hovane îşkenceyê bi jin û zarokên ku li wê derê ne dike. Dema ku ji îşkenceyan encam nagirin, hemû pez û dewarên gundiyan kom dikin û bi xwe re dibin.

Dema serhildêr hîn dibin ku leşker ji gund vekişiyane, vedigerin gund. Serokê serhildanê Evdo ye. Evdo 40 salî ye, bi wêrekî û egîdiya xwe tê naskirin. Evdo piştî ku rewşa gund dibîne, her sê birayên xwe jî bi xwe re dibe û li pey leşkeran dikeve da ku sewalên gundiyan yên talankirî ji leşkeran bigire. Gundî jî tev Evdo û birayên wî dibin û bi hev re ji bo şerê yekîneya leşkerî bikin bi rê dikevin.

Serhildêr li Herêma Çemê Herdo di navbera Erzirom û Kanîreşê de digihîjin leşkeran. Artêş û koma serhildêr a ku Evdo pêşengiya wan dike bi saetan şer dikin. Her du alî jî ziyanên mezin didin hev. Serhildêr di dawiyê de pez û dewarên gundiyan ji leşkeran distînin û paşde vedikişin.

Serokê koma serhildêr Evdo ji bira û gundiyên xwe daxwaz dike ku bi ajalan re berê xwe bidin gund. Lê ew dimîne û şerê xwe didomîne. Evdo bi biryar e. Heta ku hesab ji fermandarê yekîneya leşkerî yê ku bi ser gund de girt û îşkence bi gundiyan kır nepirse wê venegere. Evdo ji gundiyan re dibêje, “Fermandar berdêla tiştê ku kiriye wê bi serê xwe bide” û şerê xwe didomîne.

Evdo bi tena serê xwe bi saetan li dijî yekîneya leşkerî şer didomîne, di encamê de bi guleyan tê kuştin. Fermandarê yekîneyê ji leşkeran dixwaze ku serê Evdo ji cesedê wî bikin û bi xwe re bînin. Armanca fermandar ew bû ku serê Evdo pêşî bişîne Erzinganê û paşê jî bişîne Stenbola paytexta wê serdemê. Fermandar serê Evdo yê jêkirî digire û berê xwe dide Erzinganê.

Piştî bûyerê dayika Evdo, Hevsê bi gundiyên serhildêr re diçe Herêma Çemê Herdo ku cihê şer lê rû daye. Dayik li wê derê termê Evdo dibîne. Dayika Hevsê ji kincên Evdo cesede wî yê bê serî nas dike û ji zarokên xwe û gundiyan dixwaze ku cesedê Evdo bibin gund û wiha gotiye: “Cenazeyê bibin gund lê defin nekin. Heta ku ez serê kurê xwe bi şûn ve neyînim, hûn ê cinazeyê defin nekin.”

Dayika Hevsê bi du jinên ku pê re ne bi rê dikevin û bi rojan dimeşin. Roj dibin hefte. Lingên Dayika Hevsê dibe mêvanê çiya, kaş, berwar, şev û rojan. Di dawiyê de digihêje Êzirganê. Li wê derê diçe ber deriyê baregeha leşkerî ya Êzirganiyê û dibêje ku ew dixwaze bi fermandar re hevdîtinê bike. Leşker ji fermandar re dibêje ku sê jin ji Kanîreşê hatine û dixwazin te bibînin. Fermandarê baregehê daxwaza hevdîtinê dipejirîne.

Dayika Hevsê, li ber fermandarê baragehê radiweste û bêyî ku mijarê dirêj bike, dibêje ez dayika Evdo me. Bêyî ku bigirî bi serbilindî dibêje ez hatime serê kurê xwe bigirim. Fermandar matmayî dimîne û nizane çi bike û çi bibêje. Piştre berê xwe dide Dayika Hevsê û dibêje: “Encax ji dayikekê weke te serekî wiha çêdibe.”

Fermandar, fermanê dide leşkeran û dibêje: “Serî bişon, bipêçin û têxin sindoqê û bidin dayika wî.  Dayika Hevsê, serê kurê xwe digire û piştî gelek rojan digihîje gund. Serê kurê xwe bi meytê wî ve didûre û defin dike.

Çîrokên me yên ku ji rabirdûyê tên yên mijara wan “Govenda xwînê û karnavala serjêkirinê” ne, beşek ji jiyana me ya îroyîn in. Îro em dikarin bi bîrên xwe yên qels û belawela van bûyeran bînin bîra xwe, şîrove bikin û rû bi rû bibin. Em hewl didin li hemberî rabirdûyê û vegotina tarî û bêhnreş ya rabirdûyê ji bo avakirina dahatuyeke cuda bi bîr dixin, ava dikin û vediguhêzin. Dahatuyek ku tê de berpirsiyariya li hember kesên din neyê paşguh kirin.