28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xwezakujî polîtîkaya şer e

Endama Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Derya Akyol diyar kir ku ev qirkirina daran en-cama polîtîkayên rejîma faşîst yên li ser gelê kurd e û wiha got: “Komkujiyên ekolojîk weke polîtîkayên şerê taybet li Kurdistanê tên meşandin.”

Bi salan e li Kurdistanê tanankirina xwezayê, tunekirina daristanan, bikaranîna çekên kîmyayî çêkirina bendavan didome. Ji ber van kiryaran gelek cureyên zindiyan jî tune dibin. Ev ne tenê tinekirina daristan û ava Kurdistanê ye, tunekirina hebûna kurdan e. Di bin navê “ewlehiyê” de hewl didin ku vê erdnîgariyê bê nefes bihêlin. Ev polîtîkayên ku li Kurdistanê tên meşandin, xalîkirina ji mirovan e. Divê pêşî li van êrîşên birînên daran û tunekirina daristanan bê girtin. Ger pêşî lê neyê girtin, ne tenê Kurdistanê, wê her wiha cîhan jî jê vê yekê bandorê bigire. Divê peywirdarên dewletê bi berpirsyarî tevbigere û li dijî vê tunekirina ekolojîk gavên girîng biavêje.

Endama Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Derya Akyol der barê êrîşên ku li ser xwezaya Kurdistanê pêk tên de axivî. Akyol diyar kir ku pergal, bi polîtîkayên dagirkirina xwezayê re erdnîgariya Kurdistanê wêran dike û wiha got: “Îro li şûna hewl bidin ku xaça Gola Wanê balkêş bikin, ser vegerandina aborî ya projeyê disekinin. Gola Wanê hem ji ber krîza avhewayê hem jî ji ber polîtîkayên çewt herêm di bin xeteriyê de ye. Yek ji qadên ku divê bê parastin jî Gola Wanê ye. Lê Gola Wanê rojekê bi rijandina molozan dikeve rojevê, rojek bi vekirina peravêk ji bo pêşketinê derdikeve pêş. Van projeyên berjewendîperest polîtîkayên ku hemû zindiyên erdê parve dikin, didin aliyekî û ji bo berjewendiyê têne meşandin. Hilweşîna ekolojîk ê qeyûmên li bajarên Kurdistanê weke pêkanînên dewletê yên li bajaran xuya dike.”

Rantxurî li pêş e

Aykol anî ziman ku li Tirkiyeyê polîtîkayên xwezayê li ser bingeha rantê tên meşandin û wiha pêde çû: “Em dikarin bibêjin projeyên ku li deverên Tirkiyeyê tên kirin bi giştî bi hişmediya polîtîkayên rantê, tê kirin. Lê dema ku mijar dibe Kurdistan, siyaseta tasfiyekirin û pîşaftina gelan dikeve dewreyê. Weke mînak piraniya bendavên erdnîgariya Kurdistanê di bin navê bendavên ewlehiyê de tên çêkirin. Ji ber vê yekê mirov nikare bibêje ku ew tenê polîtîkayên rantê ne. Bi taybetî di salên dawî de birîna daran encama pêkanîna polîtîkayên şer e. Ev kiryar polîtîkayên pişaftinê ne ku dixwazin gel ji cih û çanda xwe dûr bikeve. Yek ji van rûxandinan jî Geliyê Godernê ye ku dê bi bendava Farqînê bê avakirin. Li Şirnexê bi hinceta ewlehiyê dar di bin çavdêriya cerdevanan de tên birîn û bi kamyonan tên veguhestin. Komkujiyên ekolojîk weke polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê; xalîkirina ji mirovan bi navê birîna heyînên daristanan dertê pêşberî me.”

Bandorê li cîhanê dike

Krîza xwarinê Akyol dest nişan kir ku ji ber qirkirina xwezayê xebatên çandiniyê rawestiyane û bi domdarî ev tişt got: “Ji şewitandina gundan bigire heta şewitandina daristanan, birîna daran, wêrankirina tunekirina daristanên Kurdistanê heye. Di van çend salên dawî de ku krîza avhewayê bi kûrahî hat hîskirin, ziwahî bûye gefeke li ser erdnîgariya Kurdistanê. Ku em li ser pîvanên heremê bifikirin zêdebûna ziwahiyê û bi kêmbûna avê rê xebatên çandiniyê rawestiyane. Ji ber vê yekê, krîza xwarinê wekî pirsgirêkeke pir giran li pêşiya me ye. Ji bilî van bandorên tên dîtin û pêşbînî tên kirin, kêmbûna biyocureyan bi serê xwe hevsengiya dinyayê serobino dike. Ger li Kurdistanê daristan kêm bibe, wê li ser rûyê erdê jî daristan kêm bibin. Û ev êrîşên li ser daristanan, ne tenê yên ku li wir dijîn, li tevahiya cîhanê bandor dikin. Ev encama rejîma faşîst a polîtîkayên li ser gelê kurd û erdnîgariya Kurdistanê ye.”