7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nivîskar Borak: Heke ziman biçe wê kurdîtî jî biqede

Nivîskar Mûstafa Borak ku pirtûka “Destpêka Dersa Kurdî” nivîsand hişyariya “Heke zimanê me biçe dê kurdîtî biqede” kir û banga axaftina bi kurdî kir.

Pirtûka Nivîskar Mûstafa Borak ku beşeke mezin a jiyana xwe ji bo pêşvebirina çanda kurdî xerc kiriye ya bi navê “Destpêka Dersa Kurdî” ji Weşanxaneya Na derket. Di pirtûka ku di 16’ê hezîranê de cihê xwe li rafan girt û ji 12 unîteyan pêk tê de peyvên di jiyana rojane de herî zêde tên axaftin hem kurdî hem tirkî hatine nivîsandin. Pirtûk ji bo kesên kurdî nizanin û dixwazin kurdiya xwe pêş ve bibin hatiye nivîsandin.

Mûstafa Borak, der barê pirtûka xwe û zimanê kurdî de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. Borak, diyar kir ku destpêkê dema kudest bi xebatên perwerdehiyê kirine çavkaniyên ku kurdî bidin hînkirin nehatine peydakirin û wiha got: “Ev rewş min arasteyî nivîsandina pirtûkên kurdî kir. Ez jî di nav de weke komekê me li Enstîtuya Kurdî pirtûka “Hînkerê”derxist. Pirtûka ku min nivîsandî, nîşeyên ku min ji dersên wê serdemê heta sala 2016’an didan û tecrubeyên min bûn. Niha xetereya ku kurdî ji holê rabe heye. Herkes bi tirkî diaxive. Dema min jî ev pirtûka xwe nivîsand min bala xwe da vê yekê. Min hem kurdî hem jî tirkî bi kar anî û nivîsand. Kesekî ku qet kurdî nizane û tirkî dizane dikare bi girtina vê pirtûkê heta astekê bikare bi kurdî biaxive.”

‘Rêjeya axaftina bi kurdî kêm dibe’

Borak, diyar kir ku piştî sala 2000’an di gelek qadên weke psîkolojî, matematîk, endezyarî û erdnîgariyê de pirtûkên kurdî dest bi weşanê kirine û bal kişand ser rêjeya zêdebûna nivîskarên kurd û rêjeya axaftina bi kurdî û ev tişt got: “Bi taybetî rêzefîlmên televîzyonê yên ji aliyê sîstema kapîtalîst ve hatine afirandin û temaşekirina qenalên tirk bûn sedem ku zimanê kurdî kêm bê axaftin. Li aliyê din, ji ber ku kurd ne xwedî statuyekê ne, mirov bi tirkî diaxivin. Li kolanan, li Meclisê, di huner û hemû qadên jiyanê de zextên ku li ser zimanê kurdî hene jî bandorê li ser vê yekê dike. Dema em lê dinêrin, her du hefteyan carekê zimanek dimire. Li cîhanê zêdetirî 14 hezar ziman hebûn. Lê belê ev hejmar daket 6-7 hezarî. Ji ber ku kurd xwedî nifûseke zêde ne, ev yek xuya nake. Lê roj bi roj axaftina bi kurdî kêm dibe. Divê em bi zarok û neviyên xwe yên li malê re bi kurdî biaxivin.”

‘Ziman biçe wê kurdî jî biçe’

Di dawiya axaftina xwe de Borak, ziman weke ruh û hebûna mirovan nirxand û destnîşan kir ku divê siyasetmedar jî zêdetir bi kurdî biaxivin û ev tişt anîn ziman: “Mirovên zanyar dibêjin ‘ziman hişê duyemîn e’. Kesê zimanê wî nebe nikare karekê jî bike. Ziman hebûna me ye. Heke ziman ku biçe dê kurdîtî jî biqede. Kesên dixwazin hînî kurdî bibin bila biçin cihên ku kurdî lê tê axaftin. Bila bibêjin ‘bi min re bi kurdî biaxive. Dive li ser gotinên kurdî zêdetir bisekinin û her tim dubara bikin. Tenê bi xwestinê nabe. Heke heta demekê li ser bisekinin, di 4-5 mehan de bingeha kurdî dikare bê hînbûn. Herkesê ji dil dilxwaze hîn dibe. Axaftina bi kurdî helbest e. Dema tu li derekê bi kurdî diaxivî diyar dibe ku tu kî yî.”

Mûstafa Borak kî ye?

Di sala 1956’an de li navçeya Qulpê ya Îdirê ji dayik bûye. Dibistana seretayî û navîn li navçeya Qulpê qedandiye. 4 salan li navçeya Mîdyad a Mêrdînê mamostetiya polê kiriye. Piştî ku di sala 1975’an de li Ordûyê dibistana perwerdeyê ya mamosteyan qedand û li Qersê mamostetî dikir dema darbeya Kenan Evren a 12’ê Îlonê hat girtin. Nêzî salekê li Girtîgeha Leşkerî ya Erzîromê ma, bi hinceta ku hate girtin 16 salan ji wezîfeyê hate girtin. Piştî ku doz di sala 1997’an de hat betalkirin di sala 1997’an de vegeriya mamostetiyê.

Di sala 1988’an ji ber zextên siyasî neçar ma bê Îzmîrê û li vir xebatên xwe yên çand û hunerê dewam kir. Di sala 1993’yan de li Îzmîrê di avakirina Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) de cih girt. Di vê pêvajoyê de bi taybet li ser perwerdeya zarok û ciwanan xebatên xwe meşandin. Di encama xebatên xwe de di navbera salên 1996-1998’an de di bin navê NÇM’ê de dibistaneke çand û hunerê ya xweser ku perwerdeya kurdî dida ava kir. Di sala 2005’an de beşdarî xebatên damezrandina Tevgera Ziman û Perwerdeya Kurdî (TZP-Kurdî) bû. Herî dawî ji sala 2008’an heta 2016’an de di damezrandina Komeleya Pêşvebirin û Lêkolînê ya Zimanê Kurdî (KURDÎ-DER) de cih girt û serokatiya wê kir. Ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê xebatên xwe li mala xwe ya li Îzmîrê didomîne.

Berhemên Boran

Nivîsên Borak di gelek kovar, rojname û malperan de hatine weşandin û 10 pirtûkên wî jî ji bo pêşvebirina zimanê kurdî hatine çapkirin. Navê pirtûkên Borak ên hatine weşandin wiha ne: Gotinên Pêşiyên Kurda, Weşanên Berfîn, Stenbol 1996, Ferhenga Biwêjan, Enstutiya Kurdî Ya Stenbol, Stenbol 2005, Gevez, Weşanxaneya Aram, Amed 2017, Çîrokên Biwêjan, Cilda I Weşanên J&J Enqere 2018, Çîrokên Biwêjan, Cilda II Weşanên J&J Enqere, Gelawêj 2019, Çîrokên Biwêjan, Cilda III Weşanên J&J Enqere,  Berfanbar 2019, Çîrokên Biwêjan, Cilda IV Weşanên J&J Enqere 2020, Çîrokên Biwêjan, Cilda V Weşanên J&J Enqere 2020, Çîrokên Biwêjan Cilda VI Weşanên J&J Enqere 2020, Destpêka Dersa Kurdî Weşanxaneya Na Îzmîr 2023.