3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Birîndarekî din ê xwepêşandanên Şinoyê jiyana xwe ji dest da

Xwepêşandêrê bi navê Abdulselam Gelwanî ku ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatibû birîndarkirin, li nexweşxaneyeke Urmiyê jiyana xwe ji dest da.

Wekî tê zanîn di xwepêşandanên roja 21’ê îlonê yên li bajarê Şino yê rojhilatê Kurdistanê di encama gulebaran hêzên Îranê de gelek kes birîndar bûbûn. Yek ji wan birîndaran jî Abduselam Gelwanî bû ku giran bûbû û hatibû veguhestin bo nexweşxaneya Urmiye.

Di nerazîbûnên şeva 21’ê Îlonê yên li bajarê Şinoyê 3 xwepêşanderên din di cih de canê xwe ji dest dabûn û hejmareke zêde jî birîndar bûbûn.

Hêjayî gotinê ye ku gelek xwepêşandêrên ku birîndar dibin ji metirsiya girtin û binçavkirinê naçin nexweşxaneyan û bi imkanên xwe yên tekakesî tên dermankirin.