8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kurd, azerî, fars, belûc û ereb bi heman daxwazan li kolanan e

Li rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji 16 îlonê ve ji ber kuştina Jîna Emînî (22) çalaki tên lidarxistin. Çalakiyan destpêkê li bajarê Seqiz ê Jîna Emînî dest pê kir û piştre belavî tevahiya Rojhilat û Îranê bûn.  Di çalakiyên ku bi pêşengiya jinan tên lidarxistin de kurd, beluc, azerî, ereb û fars derdikevin kolanan daxwaza hilweşandina rejîma zilmkar a Îranê dikin.

Çavkaniyeke li Îranê ku ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe bide, derbarê çalakî û serhildanên herêmê de ji rojnameya me re axivî. Çavkanî, diyar kir ku bûyera kuştina Jîna Emînî ne bûyera yekemin ne jî ya dawîn e û wiha got: “Ji ber ku ev desthilat li ser bîrdoziya îslamî hatiye avakirin xwest jinan bike bin kontrola xwe. Di destpêkê de mijara hîcab (girtina serê jinan) û cil û bergên jinan kirin qanûn. Bi van qanûnan xwestin civakê hêsantir kontrol bikin. Di nav van 40 salan de li kuçe û kolanan tim jin hatin îşkencekirin û kuştin. Li hemberî van kiryaran bertek hebûn lê di nav van deh salên dawî de bertekên jinan zêdetir in. Bi taybetî jinên fars di demên dawîn de laçikên serê xwe derdixstin û dişewitandin. Lê piştre ji aliyê hikûmetê ve dihatin girtin û îşkence li wan dihat kirin.”

Hilweşandina pergalê dixwazin

Di berdewama axaftina xwe de çavkanî bal kişand ser rewşa Îranê û der barê mijarê de ev tişt gotin: “Ji ber ku di demên dawîn de li Îranê azadiya siyasî nîne hilbijartinên rast nayên kirin, rewşa aborî her diçe xirabtir dibe, gelek pirsgirêkên civakî hene. Her wiha zextên li ser jinan hatine asta herî jor. Hemû civak piştî kuştina Jîna Emînî daket kolanan. Di nav 40 salan de cara yekemîn e ku rejîm ewqas meşrûyeta xwe winda dike. Neteweyên ku ji aliyê rejîmê ve ziman, nasname û çanda wan tune tê hesibandin di nav xwepêşandaran de cihek girîng digirin. Her wiha em dikarin bibêjin ku bi taybet jin û ciwanên ku di salên 2000’î de hatine dinyayê pêşengên vê serhildanê ne. Îro li Kurdistanê serhildan çêbû lê niha ev serhildan li peytexta Îranê jî didome. Azerî, fars, belûc û ereb niha bi heman daxwazan li kolanan e. Di dîroka Îranê de cara yekemîne ku azerî û kurd bi hev re di kolanan de ji bo heman armancê têdikoşin. Xwestekên ku tên diyarkirin ne guhertina qanûnan e. Civak hilweşandina pergala Îranê dixwaze. Berê ev daxwaz tenê ya kurdan bû lê niha hemû civak heman tiştî dixwaze.”

Bi hezaran girtî hene

Çavkanî, der barê bîlançoya çalakiyan de jî diyar kir li gorî daneyên fermî yê Îranê zêdetirî 50 kes di çalakiyan de hatine kuştin lê hejmara rasteqîn ji ya tê diyarkirin gelek zêdetir e û ev agahî dan: “Bi hezaran girtî hene. Li Îsfehanê ku bajareke girîng ê Îranê ye di du şevan de 450 kes hatin girtin. Kuştî û girtiyên herî zêde yên bajarên kurdan in. Bajarê Şîno 24 saet di destê xwepêşandaran de ma. Dewlet ji bo bikaribe Şîno dîsa bike bin kontrola xwe ji bajarên derdorê gelek hêz anîn. Ji ber ku li Şîno şerê kolanan berdewam dike heta niha mirov nikare bibêje ku Şîno ketiye destê dewletê.”

Pêşeng jin in

Ji bo pêşengiya çalakiyan jî çavkanî ev tişt  gotin: “Tu hêz û partî  serkêşiyê ji vê şoreşê re nake. Helbet destek didin lê pêşengiyê nakin. Pêşeng jin û ciwan in. Tişta balkêş jî ew e ku xwe li ser torên civakî bi rêxistin dikin. Ji ber vê ye ku rejîm înternetê asteng dike.”