spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Iraqê hevpeymaneke nû tê avakirin  

Aliyên siyasî yên Iraqê ji bo ji krîza siyasî derkevin dixwazin  ‘Hevpeymaniya Rêveberiya Dewletê’ ava bikin. Hevgirtina ku tê avakirin ji bilî aliyê Sedir hemû aliyên din di nava wê de cih digirin. Ev koalisyona nû kurdan, suniyan û aliyên şîa jî ji bilî Sedir di nava xwe de dihewîne.  Koalisyon ji hevpeymaniya Serweriyê ya bi rêveberiya Xemîs Xencer, Hêzên çarçoveya hevpeymanî ya ku Îranê piştgiriya wê dike, koalisyona Ezim ya bi serokatiya Musena El Amirî  û aliyên kurd jî PDK û YNK cihê xwe di nava vê hevpeymanê de digirin.

Der barê lihevkirina van aliyên siyasî de gelek daxuyaniya ji partî û kesayetên ku dê di bin banê vêç hevpeymaniyê bixebitin hatin daxuyandin. Lê li gorî hin pisporên siyasî hîna zû bû ji bo daxuyaniyên wiha ji ber gelek mijarên bi nakok hene ku divê li ser wan li hev bikin. Pîsporê siyasî Xalib El Damî der barê daxuyaniyên wan aliyên siyasî ên de wiha got: “ Nabe ku ev aliyên siyasî çavên xwe ji ser nakokiyên mezin ên di navbera wan de hene, bigirin.”

Divê pêşî ew nakokî werin çareserkirin, Hin daxwazên kurdan hene û hin daxwazên erebên sunî jî hene ku şîa zû bi zû dê wan nepejrînin. Hîna pisgirêkên wekî destnîşankirina namzetekî serokatiyê di navbera herdu aliyên kurd de nehatiye çareserkirin.

Hin daxwazên aliyên sunî û kurdan ev in:

  • Milîsên çekdar ji parêzgehên suniyan werin vekişandin û li şûna wan polîsên herêmî werin bicihkirin.
  • Vegerandina penaberan û bi taybetî yên parêzgeha Babilê ku derdpora 80 hezarî ne û ji beriya 8 salan de hatine koçberkirin.
  • Aliyên kurd dixwazin dosyaya petrol û gazê çareser bikin û biryara dadgeha federal a radestkirina petrola herêmê bo Bexdayê betal bibe.
  • Aliyên sunî dixwazin madeya çaran a destûra têkoşîna li dijî terorê were betalkirin û girtiyên bêguneh ji girtîgehan derxînin.
  • Her wiha aliyên sunî daxwaza betalkirina heyeta lêpirsînê kirin (Heyeta ku karê dûrxistina endamên partiya Baasê ji berpirsiyariyên payebilind, dike.

Balkêşe ku heta niha tu daxuyaniyek ji aliyê Sedir ve der barê vê hevpeymaniya nû de derneketiye. Çavê her kesî li hêviya berteka aliyê Sedir e.  Tenê endamê Şepêla Sedir Îsam Husên ev daxuyanî der barê vê hevpeymanê de da û wiha got: “ Ev peyman û hevpeymana ku behsa wê tê kirin wekî peymana sala 2010’an e. Wê gavê jî kurdan û aliyên sunî peymaneke wiha bi hev re kiribû lê me tevan dît ku ew neçû serî, ev hevpeyman jî naçe serî ji ber ku gelek nakokî di navbera van aliyan de hene.”