13 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serhildana Jîna Emînî di roja 11’mîn de didome

Li gorî çavkaniyên muxalefeta Îranê xwepêşandan û nerazîbûn di roja 11’mîn de li 154 bajarên Îranê pêk hatin. Her wiha der barê kuştî û birîndaran jî da xuyakirin ku hejmara kesên di xwepêşandanan de hatine kuştin zêdeyî 200 kesan e, bi hezaran birîdar hene û hejmêara kesên ku heta niha hatine girtin jî derdora 10 hezaran e. Lê li gorî daxuyaniya fermî ya dewleta Îranê heta niha 41 kes hatiye kuştin di nava wan de hêzên dewletê jî hene.

Tevî tundiya hêzên ewlekariyê û astengiyên li pêşiya xwepêşandêran, nerazîbûn di roja 11’mîn de berdewam dikin. Doh Li Tebrîza paytexta Azerbeycana rojhilatî  hêzên ewlekariyê gule li xwepêşandêran reşandin. Her wiha li bajarê Yezid û Şinoyê xwepêşandêran rêya sereke ji çûn û hatinê re girtin.

Bertekên li dijî tundiya polîsan

Ji aliyekî din ve bertek û nerazîbûnên li dijî tundiya polîs û hêzên ewlekariyê yên Îranê berdeweam dikin.

Wezareta Derve ya Fransayê,  tundiya li ser xwepêşanderan, girtina rojnamevanan û binpêkirina aşkera ya mafên îraniyan şermezar kir

Ji aliyê xwe ve Wezareta Derve ya Almanyayê jî ragihand ku wan balyozê Îranê ji tundûtûjiyê li dijî xwepêşanderan agahdar kiriye û Wezareta Derve ya Almanya jî daxwaz ji Îranê kiriye ku rê bide ku xwepêşandanên aştiyane bên lidarxistin. Kanadayê jî, ji aliyê xwe ve, hin ambargoyên nû li dijî rayedarên îranî sepandin.

Hêjayî gotinê ye ku xwepêşandan û nerazîbûnên di 16 îlonê de li dijî kuştina  Jîna Emînî dest pê kir û heta doh êvarê anku di roja xwe ya 11’mîn de berdewam kirin. Nerazîbûn li bajarên rojhilatê Kurdistanê dest pê kirin û li hemû bajarên Îranê belav bûn.