3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Biryara berdewama dîlgirtina Semra Guzel hat dayîn

Duyemîn rûniştina doza ku li Parlamentera HDP’ê Semra Guzel hatibû vekirin hat dîtin û di danişînê de biryara berdewamkirina dîlgirtina Guzel hat dayîn.

Duyemîn danişîna doza ku ji ber hin wêneyên di  çapameniyê de hatibûn parvekirin û piştre hatibû girtin li parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel hatibû vekirin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat dîtin.

Di rûniştina ku gelek parêzer beşdar bûn de Guzel ku xizmên wê  di erdheja Mereşê de jiyana xwe ji dest dabûn, beşdar nebû. Di danişînê de parêzer Senem Doganoglu xwest ku doz bê betalkirin. Parêzer Arzû Eylem Kayaoglû jî destnîşan kir ku “destûra bingehîn bi rêya dadgehan tê binpêkirin”. Parêzer Sînem Coşkûn jî got ku muwekîla wê bi lînçkirina siyasî re rû bi rû maye û daxwaza beraeta Guzel kir.

Heyeta dadgehê ku biryara navberê da, biryar da ku girtina Semra Guzel berdewam bike, belgeyên serlêdanên Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) radestî dadgehê bên kirin. Biryar hat dayîn di rûniştina bê de Guzel parastina xwe bike û danişînê taloqî 28’ê nîsanê hat kirin.