4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbata Şenyaşar ji nû ve dest bi Nobeta Edaletê kir

Malbata Şenyaşar ku ji ber erdhejê navber dabû Nobeda Edaletê, di roja 700’emîn de nobeda xwe dîsa da destpêkirin. Dayika Emîne Şenyaşar di nobedê de axivî û daxwaza berdana kurê xwe kir.

Xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku bi birîndarî ji komkujiyê xilas bûbûn, di 9’ê adara sala 2021’î de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Malbata Şenyaşar ku ji ber erdhejê di roja 700’emîn de navber dabû çalakiya xwe, îro dîsa hate ber deriyê Edliyeya Rihayê dest bi nobetê kir.

Ji bo piştgiriyê navber dabûn

Di çalakiyê de Ferît Şenyaşar da zanîn ku ji bo piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re navber dabûn çalakiya xwe û wiha got: “6’ê sibatê di roja 700’emîn a Nobeda Edaletê de li welatê me karesateke mezin çêbû. Di demekê ku gelek kes di bin xirbeyan de li benda rizgarkirinê bûn, bo me exlaqî nehat ku nobetê bidomînin. Lewma me 15 roj navber da û bi qasî ji destê dihat, me hewl da birînên mexdûrên erdhejê derman bikin.”

‘Heta edalet pêk bê em ê çalakiya xwe bidomînin’

Bi domdarî Şenyaşar anî ziman ku daxwazên wan hê jî nehatine qebûlkirin lewma nobeta xwe didomînin û wiha pê de çû: “Li nexweşxaneyê 3 endamên malbata me hatin qetilkirin. Birayekî min hê jî di girtîgehê de ye. Serokkomar jî di nav de her kes dizane ku ev yek bêhiqûqtî ye. Lê belê ji ber ku wekîlê partiya desthilatdariyê ev komkujî kiriye, hê jî edalet pêk nehatiye. Heta edalet pêk tê jî em ê çalakiya xwe ya li pêşiya edliyeyê bidomînin.”