12 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xalên di serdana Bilinken de derketin pêş

Anthony Blinken di serdana xwe ya Tirkiyeyê de ji mijara erdhejê û alîkariyan bêtir li ser xalên din ên wekî alîkariya Çînê ya ji Rûsyayê re û pêşîvekirina li tevlêbûna Swêd û Fînlandayê ya ji bo NATO’yê rawestiya

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Amerîkayê Anthony Blinken serdana Tirkiyeyê kir û piştî serdanê di civîna çapemeniyê ya hevpar de daxuyaniyên girîng dan. Blinken di daxuyaniyê de li ser van xalan rawestiya û wiha got:

-Em bi fikar li alîkariya Çînê ya ji Rûsyayê re, bi taybetî di warê çekan de, temaşe dikin.

-Me fikarên xwe yên derbarê wê alîkariyê de bi rayedarên Çînê re parve kir.

-Ji bo erdhejê “çi hewce bike” em ê piştgiriyê bidin Tirkiyeyê.

-Divê NATO berfireh bibe û Swêd û Fînlandiya bên qebûlkirin.

-Em bi xurtî piştgirî didin welatên Skandînavyayê ku di zûtirîn dem de tevlî NATO’yê bibin û Fînlandiya û Swêd jî di çarçoveya peymana ku bi Tirkiyeyê re hatiye îmzekirin de gavên berbiçav bên avêtin.

-Rêveberiya Biden piştgiriya firotina balafirên F-16 û bernameya nûjenkirina Tirkiyeyê dike.

-Tirkiye û Amerîka li ser mijarên ewlehiyê yên hevpar mil bi mil in.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mewlûd Çavuşoglu jî  hêvî kir ku peymana firotina balafirên F-16 li korîdorên Kongreyê temam bibe. Her wiha li ser hin xalan rawestiya û wiha got:

– Ji ber piştgiriya ku piştî erdhejê hat dayîn em spasiya rêveberiya Amerîkayê dikin.

– Em hewl didin ku têkiliyên bi Dewletên Yekbûyî re xurt bikin û pirsgirêkan baş bi birêve bibin.

– Em hêvî dikin ku Kongreya Amerîkî di demek nêzîk de peymana F-16 pesend bike.

– Tirkiye nikare bi şert û mercan balafirên F-16 yên Amerîkayê bikire.

– Swêd piştgiriya ‘terorê’ û PKK’ê didomîne.

– Karê me yê mirovahî hêsankirina derbasbûna alîkariyan bo Sûriyê ye.

Hêjayî gotinê ye ku her çendî ev serdana Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken di çarçoveya erdhejê û piştgiriya bi Tirkiyeyê re hatibe kirin, lê wekî di civîna çapemeniyê de jî derkete pêş Blinken giranî dabû ser mijarên siyasî û bi taybetî tevlêbûna Swêd û Fînlandayê ya nava NATO’yê.

Her wiha hêjayî bibîrxistinê ye ku Tirkiye ji bo tevlêbûna Swêd û Fînlandayê bi wan welatan re bazariya li ser kurdan dike. Şertê Tirkiye yê bingehîn ku li pêşiya endamtiya wan her du welatan dernekeve meseleya kurdan e. Li gorî hikûmeta tirk ew her du welat piştgiriyê didin kurdan.

Lê wiha xuyaye ku hem hikûmeta tirk hem jî welatên ku têkliyê bi munasebeta erdhejê pê re dikin dixwazin vê yekê wekî firsendekê bikar bînin û di warê dîplomasiyê de sûdê ji van serdanan bikin.