28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

HDP’ê tayînkirina qeyûmê gilî kir

HDP’ê têkildarî tayînkirina qeyûmê ya navenda alîkariyê ya Bazarcixê der barê Wezîrê Karên Hundir û hemû rayedaran de serlêdana sûc kir û giliyê wan kir.

Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî tayînkirina qeyûmê ya li ser Navenda Alîkariyê ya Malacemê ya Hasankoca ya ku li navçeya Bazarcixê ya Mereşê ya navenda erdhejê ye û ji bo piştgiriya bi mexdûrên erdhejê re alîkarî lê dihat komkirin gilî kir. Di nota agahdarkirinê ya ji hêla Buroya Çapemeniyê ya HDP’ê ve hat parvekirin de, hat diyarkirin ku ji ber tayînkirina qayûmê ya li navenda alîkariyê û astengkirina xebatên alîkariyê, giliyê Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû, Waliyê Mereşê Omer Faruk Coşkûn, Qeymeqamê Bazarcixê Mûstafa Hamît Kiyici, Fermandarê Cendermeyan û hemû wezîfedarên ku têkildarî mijarê ferman dane de serlêdana sûc û giliyê wan hatiye kirin.

Di serlêdana sûc de hate xwestin ku der barê kesên navborî de ji ber sûcên “peywîra xwe baş nekirine” , “astengkirina mafê sûd wergirtinê yê ji xizmetên cemaweriyê” û sûcên din pêk hatine bên kirin.