26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Bixwazin dikarin El-Qaîde û Talîbanê tune bikin’

Afganistan di nava çend rojan de bêyî şer ket destê hêzên Talîbanê. Bi hêsanî Afganîstan radestî Talîbanê hat kirin. Der barê vê mijarê de gelek şîrove, tez, analiz û  nirxandin hatin kirin û tên kirin. Ger ku ev pirsgirêka li Afganistanê di bin sîwana rewşa Rojhilata Navîn û plan û projeyên hêzên serwer ên hegemonên cîhanî de neyê nirxandin û analîzkirin dê ne pêkan be ku rewşa Afganistanê bê fêhmkirin û ji bo çareseriyê alternatif bên pêşxistin. Li gel vê divê derketin û hebûna Talîbanê jî baş bê tespîtkirin.

Têkildarî vê mijarê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di pirtûka xwe ya bi navê Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk de wiha dinirxîne:

NATO û Îslama Radîkal

“Li New Yorkê di 11’ê Îlona 2001’ê de êrişeke birin ser Bircên Cêwî. Îhtîmaleke mezin ev komplo bû û ya rastî bi vê êriş û hewldanê sîstema kapîtalîst ‘Şerê Cîhanê yê Sêyemîn’ da destpêkirin. Piştî ku di sala 1990’î de Sovyeta Rûsyayê ji hev de ket, NATO’yê Îslama radîkal a ji zû ve weke dijminê nû îlan kiribû ya rastî weke maskeya îdeolojîk bi kar dianî. Armanca vê bi xwe jî ew bû, piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn li welatên Rojhilata Navîn ên bi çanda Îslamî radibûn, temamkirina hegemonyaya kapîtalîst a nîvcomayî û nexasim dewletên Îran, Iraq, Sûriye, Lîbya û hwd. ên weke dewletên asî û eşqiya hatine ragihandin bi awayekî bi rêkûpêk entegrekirina wan bi sîstemê ve û bi giştî jî bi hêzkirina hegemonyaya DYE’yê.

Pêngava pêşî ya li dijî Afgtanistanê

Bi ‘Şerê Cîhanê yê Sêyemîn’ ku hegemonyaya DYE’yê xwe lê rakişand, valatiya piştî hilweşîna sîstema Sovyetê ya derketibû holê divê bihata tijîkirin. Wekî din bi vî awayî wê pêşî li mezinbûna hevrikê nû yê muhtemel Çînê bihata girtin. Armanca pêngava pêşî ya li dijî Afganistanê ew bû, ji bo ku Rûsya û Çîn valatiya hegemonîk a li Asyaya Navîn tijî nekin bi lez tevgeriyabû û xwestibû însiyatîfê ji dest nede. El Qaîde û Talîban bi vê armancê weke amûrên paravan hatin bikaranîn. Eger bixwazin dikarin di nava bîst û çar saetan de dawiyê li wan bînin. Lê ji bo rewakirina şer diviyabû hebûna wan timî di rojevê de bihata hiştin.

Bi hêza leşkeri nikarin krîzan çareser bikin

Hema bêje welatekî Rojhilata Navîn tuneye ku lê pirsgirêk tunebe. DYE û hevgirtiyên xwe hemû leşkerên xwe jî bixin herêmê nikarin krîzan çareser bikin û ji vê dûr in. Jixwe pirsgirêkên em behsa wan dikin, ne ew pirsgirêk in ku bi awayekî leşkerî bêne çareserkirin. Kesên weke terorîstên Îslamî îlan dikin, ajanên wan in ku wan ew bi xwe afirandine. Li hemberî wan hêzek tuneye ku bi awayekî leşkerî pêre şer bikin. Belkî Îran heye. Lê eger li Îranê jî bidin wê hêzên qatbiqat zêdetir bi pirsgirêk derkevin holê.

Nirxandina Moderniteya Demokratîk

Li Rojhilata Navîn gelek bûyerên ji zû ve sînorên trajediyê derbas kirine û têne maneya felaketên mezin êdî bi gelan re (ermenî, suryanî, helen, cihû, filistînî, kurd, tirk, ereb, afgan û hwd.) bi tenê bi sînor nînin, tevahiya jiyana civakî ya herêmê hejandine. Rejîmên dewleta netewe û modernîteya kapîtalîst ku bi xwe sedemên van felaket û trajediyên mezin in, êdî nikarin careke din xwe ji nû ve weke çareseriyê pêşkêş bikin. Ji lewra gelekî girîng e ku mirov guftûgoyên modernîteyê zêde bike, ji bo derketina ji pêxîrtengiyê mirov modernîteya demokratîk û derfetên wê yên çareseriyê binirxîne.”