2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Blinken bi Wezîkrên Karên Derve yên Ereban re dicive

Wezîrê Karên Derve yê DYA′yê Anthony Blinken li paytexta Urdinê Emanê ji bo agirbesteke demikî bi Wezîrê Karên Derve yên 4 welatên Ereban re dicive

Îsraîlê pêşniyara Amerîkayê ya ′agirbesta demkî′ red kir, piştî wê wezîrê Karên Derve yê DYA′yê Anthony Blinken bi Wezîrê Karên Derve yên Erebistana Siûdî, Qeter, Îmarat, Misir, Urdin û nûnerê Rêxistina Rizgariyê ya Filistînê re dicive.

Civîn di demekê de ku şerê Hemas-Îsraîlê ketiye roja 29`an û hemwextî bangên welatên Ereban û yên navneteweyî yên ji bo agirbestê, her wiha hemwextî metirsiyên Amerîkayê yên têkildarî belavbûna şer li herêmê û îhtîmala êrişkirina hêzên wê yên li Rojhilata Navîn, tê lidarxistin.

Wezareta Karên Derve yê Urdinê bi daxuyaniyekê ragihand ku beşdarên civînê dê banga Ereban ya agirbestê, gihandina alîkariyên mirovî bi awayekî lezgîn ji bo Xezayê û rêyên bidawîanîna li şer, bi Blinken re nîqaş bikin.

Çend saet beriya civînê, rayedarekî payebilind ê Amerîkayî anî ziman ku hîna tu lihevkirin têkildarî agirbesta mirovî ya demkî li Xezayê de çênebûne.

Blinken duh êvarê di çarçoveya gera xwe ya ji bo Rojhilata Navîn de gihaşt paytexta Urdin Emanê.