17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dîsa baregeha Amerîka ya li Hewlêrê bû armanca êrîşê

Ji 7'ê cotmehê de anku ji dema êrîşa Hemas a li dijî Israîlê û destpêka şerê Israîlê yê li dijî Xezayê êrîşên li dijî bargehên Amerîkayê yên li Sûriye û Iraqê zêde bûne

Li gorî agahiyên hatine standin, îro di seatên serê sibehê de êrîşî baregeha hêzên Amerîka ya li bajarokê Herîr ya ser bi Hewlêrê ve hatiye kirin. Heya niha der barê ziyanan de ti agahî nehatine standin.

Derbarê êrîşê de jî heya niha ti daxuyaniyek fermî nehatiye belavkirin.

Hêjayî gotinê ye di 21’ê Cotmehê de jî êrişî heman baregeha Herîr hatibû kirin. Her wiha ji 7’ê cotmehê de p»iştî êrîşa Hemasê ya li dijî Israîlê êrîşên li dijî bargehên Amerîkayê yên li Sûriye û Iraqê zêde bûne. Tê payîn ku ew êrîş jî ji alî hêzên alîgirên Îranê ve tên kirin.