spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Nepalê ji ber erdhejê 128 kesan jiyana xwe ji dest da

Li Nepalê bi pileya 5,6 erd hejiya. Li gorî agahiyên medya herêmî ya Nepalê ji ber erdhejê herî kêm 128 kesan jiyana xwe ji dest daye

Li Nepalê ku welatê Asyaya Başûr e, erd hejiya. Li gorî agahiyên destpêkê, ji ber erdhejê herî kêm 128 kesan jiyana xwe ji dest da û bi dehan kes birîndar bûn. Tê diyarkirin ku dibe hejmara miriyan zêde bibe.

Li gorî ajansa nûçeyan Reûtersê, erdhej şevê din li gorî saeta herêmî 23.47’an de çêbûye û Navenda Sîsmolojiyê ya Navneteweyî ya Nepalê mezinahiya erdhejê weke 6,4 pîva, Navenda Lêkolînê ya Zanista Jeo ya Elmanyayê mezinahiya erdhejê weke 5,7 û Saziya Lêkolînê ya Jeolojîk a DYE’yê jî weke 5,6 pîvaye.

Hat gotin ku baregeha navendî ya erdhejê, gundê Ramîdanda ye.