6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Huda Kaya: Ne ez reviyam, dozgerî ji min reviya

Siyasetmedar Huda Kaya diyar kir ku ji bo ew di çarçoveya lêpirsîna der barê wê de hatiye vekirin biçe îfade bide dozgeriyê lê dozger bi hefteyan jê reviyaye û bi destê darazê “xefika siyasî” lê hatiye kirin.

Parlamentera HDP’ê ya berê ya Stenbolê Huda Kaya di çarçoveya lêpirsîna Kobanê de ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hatiye destpêkirin de roja 1’ê mijdarê li Balafirgeha Stenbolê dema ji bo bernameyek diçû derveyî welat, hatbinçavkirin. Kaya heman rojê birin edliyeyê û hat girtin û şandin Girtîgeha Marmarayê.

Huda Kaya bersiva pirsên nûçegihana Mezopotamiya Rûkiye Adiguzel daye. Kaya destnîşan kiriye ku bi rêya Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê “xefika siyasî” lê hatiye kirin.

Huda Kaya diyar kir ku piştî parlamenteriya wê qediyaye jî ew derketiye derveyî welat û hatiye û heke wê bixwesta bireviya wê berê bireviya û got: “Di 27’ê îlonê de wekîlê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê der barê min de biryara ‘firariyê’ derxist. Ez li Stenbolê me û li navnîşana xwe ya fermî rûniştime. Ez li mala xwe me, telefona min vekirî ye lê dozgerî der barê min de biryara firariye dide. Tişta balkêş û xefk ev e.”

‘Dozger ji min reviya’

Kaya da zanîn ku ew li girtîgehê di odeyeke yek kesî de tê ragirtin û anî ziman ku dema wê û parêzerên xwe ev biryar bihîstie sedema vê biryarê lêkolîn kirine û îtîraz kirine. Kaya wiha berdewam kir: “Me got ku em li ku bin her kêlî dikarin îfade bidin. Me ji her du rojan carekê danûstandinê dikir. Ne ez, lê dozger bi xwe bi hefteyan ji min reviya. Helbet hatin û çûna min jî dizanin. Ez ê dîsa ji bo xebata pirtûkek jinekê ez ê derketina derveyî welat. Armanca wan ew bû ku bi gotina ‘Dema direve hat girtin’ û bi hinceta ‘gumana revê’ min dan girtin. Her ku me telefon dikir an jî dipirsî, ji me re digotin ’em ê li we vegerin’. Di dema der barê min de biryara fîrarê hebû, dozgerên cuda ji dosyeyên cuda ji bo îfadeyê bang li min kirin û heta hefteya borî jî min îfade da Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê. Li gel vê yekê jî baş e ez dipirsim; Gelo ev çi bêhiqûqî ye?”

‘Xefka siyasî li min hat kirin’

Kaya destnîşan kir ku bi destê darazê “xefka siyasî” li dijî wê hatiye danîn û divê hemû aliyên muxalîf li dijî vê rewşê nerazîbûn nîşan bidin û got: “Divê her kes ango aliyên muxalîf vê yekê teşhîr/eşkere bikin.”

Kaya anî ziman ku ew ê li dijî biryara girtina der barê wê de îtîrazî dadgehê bikin û got: “Ez ê giliyê dozgerê bi hefteyan ji min reviya bikim.”

‘Bi sedema siyasî hat girtin’

Parêzera Kaya, Zîlan Leventoglû jî ku li girtîgehê çû serdana Kaya, da zanîn ku tevî hemû şert û mercên neyînî yên girtîgehê jî miwekîla bi awayek pozîtîf û bi moral li ser pêya ye. Leventoglû destnîşan kir ku biryara girtinê ya der barê miwekîla wê de bi sedem/saîkên siyasî hatiye dayîn û got: “Dema destê miwekîla min kelemçekirîbûn, dîmenên ku polîsan girtiye, bi zanebûn serwîsî medya alîgir hatiye kirin. Manşetên wek ‘Huda Kaya dema dixwest bireve’ hatin serwîskirin. Ev nûçe jî bi sûîkastên rûmeta mirovî, îthamên kirêt û îftirayan hatine çêkirin. Ev nûçe neheq û bêhiqûqî ne. Biryara girtina miwekîla min berê hatibû amadekirin. Dozgerê ku îfadeya wê nedigirt û daraz li ser çawa girtina wê xebitî ne. Dadger bêyî ku pirsan ji miwekîla min bike, wê da girtin. Em ê li dijî vê bêhiqûqiyê têkoşîna xwe û îtîrazên xwe bikin.”