18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pierre Restellini: Divê Ocalan azad bibe

Endamê CPT’î Jean-Pirre Restellini ku 3 caran li girtîgeha Îmraliyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ziyaret kir anî ziman ku bêniqaş Abdullah Ocalan rêberê gelê kurd e xwest Ocalan azad bibe

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 25 sal in li Girtîgeha Girava Îmraliyê ya Tîpa F’yê de di bin şert û mercên tecrîda dijwarkirî de tê ragirtin. 32 meh in agahî ji Abdullah Ocalan û girtiyên cem wî Veysî Aktaş, Hamîlî Yildirim û Omer Hayrî Konar nayê girtin. Daxwaz û mafê hevdîtinê yên parêzer û malbatan jî bi îdiayên “cezayên dîsiplînê” tên astengkirin. Her wiha mafê axaftina bi telefonê jî hatiye astengkirin. Parêzerên Ocalan rewşa agahî negirtin û tecrîda li miwekîlên wan tê sepandin hem serî li hiqûqa navxweyî didin û hem jî vê rewşê birin rojeva sazî û dezgehên hiqûqa navneteweyî. Parêzeran di dîrokên cuda de serî li Dadgeha Mafên Mirovan (DMME), Komîteya Wezîran a Konseya Ewropa, Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) û Neteweyên Yekbûyî (NY) dan. Yek ji van serlêdan jî di 29’ê tîrmeha 2022’yan de ew serlêdan bû ku ji bo Komîteya Mafên Mirovan a NY’yê hat dayîn. Parêzeran ji bo Abdullah Ocalan û her sê girtiyên din cara yekem serî li NY’yê dan. Me girîngiya vê serlêdanê û bersiv û bandora vê bersivdayîna Komîteya Mafên Mirovan a NY’yê di 6 pirsan de berhev kir.

Ji bo tecrîd bi dawî bibe û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi awayekî fîzîkî azad bibe di 10’ê Cotmehê de li 74 navendan hamleya azadiya  Ocalan hat destpêkirin.

Endamê berê yê Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) Jean-Pierre Restellinî ku berê 3 caran Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Îmraliyê ziyaret kir anî ziman ku Ocalan bê niqaş rêberê gelê kurd e û wiha got: “Ez azadiya Ocalan dixwazim.

Pisporê tibbê û hiqûqnas Jean-Pierre Restellini, beşdarî bernameyek Medya Haberê bû û pirsên rojnameger Serkan Demirel bersivandin. Jean-Pierre Restellini, anî ziman ku li gel şertên herî dijwar Ocalan di aliyê fikr û hizrê de xwe pir bi hêz girtiye û wiha got: “Tişta ku Ocalan li Îmraliyê li ser piyan dihêle piştgiriya gel e. Hêza gel e. Di serî de Tirkiye û welatên ku kurd li axa wan diijîn ji Ocalan ditirsin. Bê niqaş Ocalan rêberê gelê kurd e. Hemû kesên ku rêberê wan girtî be, dixwazin ji bo azadiya rêberê xwe têbikoşin.”

Restellînî, da zanîn ku niha şert û mercên ku Ocalan têde dimîne pir zor û zahmet e û wiha axivî: “Îzolasyon pir dijwar e. Tecrîda ku bi temamî agahî tê qutkirin û sînorkirina liv û tevgerê tundiyek pir dijwar e. Di şertên li Îmraliyê de berxwedana derûnî pir zor e. Lê tişta ku Ocalan li ser piyan dihêle hêza gel e. Dema em çûn hevdîtinê di aliyê derunî de pir bi hêz bû.

Eger îro bi tu awayî Ocalan agahiyê ji derve nagire û têkilî bi temamî qut be ev pir dijwar e. Divê em binerin ka  biryara DMME’ê  der barê Ocalan de heye an na. Ku hebe ev biryar çiye. Serdana CPT’î ya dem û cih pir hasas e. Kengî bixwaze û biçe ku divê li gorî hin rêgezan be. Eger CPT wan rêgezan binpê bike, ew dewlet dê carek din destûr nede ku CPT biçe wir.

Ji azadiya Ocalan ditirsin

Ji Ocalan ditirsin. Ditirsin ku dema Ocalan azad bibe dê çi bike. Ne tenê Tirkiye, welatên din jî ji Ocalan ditirsin. Welatên din azadiya Ocalan ji bo xwe wekî gef dibînin. Fikrên Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka kurd gelek girîng e.