17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Axaftina Hesen Nasrullah bû mijara qerfê

Sekreterê Giştî yê Hizbulaha Lubnanê Hesen Nasrullah piştî 28 rojên şerê dijwar ên li ser Filistînê axaftinek kir û berevajî ku dihat texmînkirin li şûna şerê Israîlê bike xwe ji êrîşa Hemasê bêrî kir

Rêxistina Hizbulaha Lubnanê û serokê wê yê giştî Hesen Nasrullah wekî parêzvanên sereke ên Filistînê xwe didan xuyakirin, lê nêzî mehekê di ser tofana bi serê Filistînê de hat derbas bû tu helwesteke cidî ji alî Hizbulahê ve nehate kirin. Lîderê Hizbulaha  Lubnanê Hesen Nasrullah piştî ku 28 roj di ser şerê Israîlê ê dijwar li Xezayê derbas bû, hê axaftinek kir.

Her kes li hêviyê bû ku ew Nasrullahê dema mirîşkeke filistînê dihat kuştin dikir hewar û qêrîn û gefên giran li Israîlê dixwar, piştî 28 rojan û piştî kuştina zêdeyî 9 hezar filistînî, birîndarkirina 23 hezar kesî û wêrankirina Xezayê hê axaftinekê dike.

Axaftin jî çi axaftin bû

Her kesî texmîn dikir ku Hesen Nasrullah di vê axaftina xwe de gefên mezin li Israîlê bike û şerekî topyekûn li dijî Israîlê îlan bike. Heta tê gotin ku beriya axaftina Nasrullah xelkê Lubnanê li ber navendên dan û standinê rêz bûbûn û ji xwe re xurek û qûtê malê dikirîn. Xelkê başûrê Lubnanê çenteyên xwe berhev kirin da ku birevin. Her kesî texmîn dikir ku Nasrullah şer li dijî Israîlê îlan bike û eniyeke nû ya şer bi Israîlê re veke.

Nasrullah di axaftina xwe de da xuyakirin ku haya wî û ne jî haya Îranê ji amadekariyên vê êrîşa Hemasê ya bi navê Tofana Eqsayê hebû.

Her wiha di axaftina xwe de bang li welatên ereb kir ku xwedî li gelê Filistînê derkeve.

Armanca Nasrullah çi ye

Hesen Nesrulah got ku operasyona Tofana El-Eqsayê biryar û cîbicîkirina Filistînê ye û destnîşan kir ku “Hizbullah ji operasyona Tofana Eqsayê tiştek nizane”. Ev jî tê wateya ku Hizbulahê naxwaze ne xwe û ne jî Îranê di nava vî şerî de bibîne.

Sekreterê Giştî yê Hizbullahê aşkere kir ku peyamên ku tê de dibêjin Hizbullah bi Îsraîlê re bikeve şer tê wateya ku Amerîka dê Îranê bombebaran bike.

Her kes li bendî ragihandina şerekî mezin bû, lê di axaftina Nasrullah de tiştekî wiha derneket. Hemû tiştê ku Nasrullah dixwest bêje wekî peyamekê ji Israîl bû ku haya wan û Îranê ji êrîşa Hemas a 7’ê cotmehê tune ye.

Peyama sereke ya ku Nasrullah dixwest bide Israîlê ev bû ku ew û Îranê naxwazin têkevin nava vî şerî. Bi wê yekê dilê Israîlê rihet kir ku dê eniyeke şer a din li dijî wê venebe. armanca sereke ya axaftina Sekreterê Giştî yê Hiuzbulaha Lubnanê Hesen Nasrullah ew bû ku rêxistina xwe û rejîma Îranê ji êrîşên 7’ê cotmehê bêrî bike.

Lubnaniyan qerfê xwe bi gotina Nasrullah kirin

Piştî ku axaftina Hesen Nasrullah bidawî bû, lubnaniyan li ser medya civakî dest bi tinazan kirin û gotin ew xelkên başûrê Lubnanê dîsa li ber dikanan rêz bûn ji bo ku tiştên ku kirîbûn dîsa vegerînin.