4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sed salên bi êş

Kesên di damezirandina komara Tirkiyê de cî girtin û heta îro kesên bi rê ve dibin, tev hêza xwe ji destûrnameya Lozanê digirin. Hinek wê wek «Peymana Lozanê» bi nav dikin, lê di rastiyê de ew ne peymanek e, destûrnameyek e

Li Tirkiyê ji aliyê dewletê û saziyên wê ve bi awayekî nedîtî xwedîderketin û pîrozkirina sedsaliya “Komara Tirkiyê” derdixin ber perên ezmanan. Hersal ev yek dikirin, lê îsal bi awayekî nedîtî dikin. Dixwazin peyva “komar”ê bixin şûna sazûmana rêvebirina dewletê û bi vî awayî ser hemû kêmasî, şaşî û xerabiyên xwe veşêrin.

Komar awayekî dewletbûnê ye, lê ne awayekî birêvebirinê ye. Gelek cureyên komaran hene. Komar ji dema împaratoriya Romiyan berî zayînê ve heye û heta roja me bi gelek awayan hatiye. Sazûmaneke ji aliyê gel û nûnerên gel ve tê birêvebirin e, lê belê awayê vê birêvebirinê pir girîng e.

Di Roma ya kevin (antîk) de, di salên navbera berî zayînê 509 û heta piştî zayînê 27an Roma wek komarekê hatiye bidestgirtin û xwediyê zagoneke bingehîn bû, lê tê zanîn ev komar di heman demê de komareke koledar bû û demokrasiyeke wê ya xurt di navbera çîna serdest ango koledar de hebû. Li vê komarê senatoyeke ji dewlemendan û meclîsên ji kesên azad ango koledar hebûn û ew bi awayekî demokratîk li hev diciviyan û li ser qedera Romayê û bêguman li ser qedera koleyan biryar distendin. Ew jî komar bû.

Îro navê sazûmana Îranê ya her roj ciwanên Kurd dardadike jî komar e, Komara Îslamî ye, ew jî li gor zagonên şerîatê, tê birêvebirin, demokrasiyeke wê jî di nav Ayetûlahan de heye, zarokên Ayetûlahan dikarin ji welatên Ewropa heta Amerîkayê xwendina xwe bikin, keçên wan servekirî an çîqrût bigerin, lê ji bo girseyên bindest, keçeke porê xwe veke wek keça Kurd Jîna Amînî tê kuştin. Sazûmana di bin rêvebiriya Sedam Huseyînê gaza jehrî avêt Halepçeyê û bi sedan komên gorî ji kurdên li Başûr re çêkirin jî komar bû.

Bi kinayî ji komarên koledarî, olî, tîcarî bigir heta yên xwînxwarî gelek cureyên wan hene ku yek ji wan jî komara Tirkiyê ye. Komara Tirkiyê di sala 1923an de ji aliyê Mustefa Kemal ve, bi destûrnameya li Lozanê hat stendin, li ser bingehê înkarkirina hebûna gelên li herêmê hat damezirandin. Li gor gotina wan qaşo wê bûba komareke demokratîk, lê ji roja destûrname li Lozanê stendin û vir ve bû dojeha gelan. Ji xwe hîn berî damezirandina komarê, bi qirkirina Ermeniyan re niyeta xwe dabûn der. Lê belê bi stendina destûrnameya komarê re êdî şûr vegeriya ser stûyê kurdan.

Li Tirkiyê îro sedsaliya tê pîrozkirin, ne sedsaliya demokratîkbûn, dewlemendbûn, xweşî an mirovbûnê ye û kêfxweşiya tê kirin jî qet ne ji bo van e, berûvajî kêfxweşiya heye û coşa pîrozkirinê ya hatiye gurkirin ji ber birêveçûna sed salên xerabiya wan e. Ew dibêjin, “Me sed salê xwe dagirt û ji me re serifî, yan ma”. Wan bawer nedikir, ku ewçendî bêmafiya dikin, sed salan ji wan re bimîne, lê mixabin ma û sed salên xwe dagirtin.

Kesên di damezirandina komara Tirkiyê de cî girtin û heta îro kesên bi rê ve dibin, tev hêza xwe ji destûrnameya Lozanê digirin. Hinek wê wek “Peymana Lozanê” bi nav dikin, lê di rastiyê de ew ne peymanek e, destûrnameyek e. Dewletên Ewropî yên ji şerê cîhanê yê yekemîn derketin, li ser têkçûna Almanya û împaratoriya Osmanî parvekirineke Rojhilata Navîn û Anatolyayê bi peymana Sewrê çêkiribûn, lê pişt re bi taybetî dewletên Ingilîz û Fransa xwe ji Anatolya vekişandin, xaka ku îro wek Iraq û wek Sûriye nav lê kirine û birêvebirina Anatolya jî dan dest hêza, ku xwe wek Tirk dida pêş.

Kesên di wan salên 1919-23an de xwe wek Tirk dan pêş, yek ji wan jî ne tirk e. Mustefa Kemal ne tirk e, Îsmet Înonî ne tirk e.

Tirkitiya bi avakirina komara Tirkiyê re li ser axa Anatolyayê hat bipêşdebirin îhaleyeke welatên Ewropî yên ji şerê yekemîn ê cîhanê serkevtî derketin e, ku bi taybetî Îngiltere û Fransa ne.

Li şûna xaka Anatolya di navbera xwe de par ve bikin, dan dest hêza kemalîst a bi navê Tirkbûnê xwe da pêş. Di rastiyê de li ser axa Anatolya tirk qasî jimara tiliyên destekî jî nemabûn, lê wan xwest peyva tirk, ji bûyîna miletekî derxin û bikin hebûna fikrekî nijadperestî û ev yek ji Jontirkan dest pê dike, lê kesê vê formule û pratîze dike Mustefa Kemal e. Ji ber ku heta rojên bûyîna wî ya serokê komarê jî, ji hevalbendên wî bigir heta girseyên pê re, nizanin bê wateya tirkbûnê çi ye, ji ber ku ew kes bi xwe ne tirk in û ji ber vê yekê rojekê ji Mustefa Kemal dipirsin, dibêjin, “Em çawa dikarin Tirkbûnê tarîf bikin?” Ew jî bersivê dide û dibêje, Kesên ji xwe re bibêjin ‘Ez tirk im’, tirkbûn ew e.

Wateya vê pir zelal e. Ji gelan tê xwestin, ku hebûna xwe înkar bikin û bibêjin ´ez tirk im´. Mustefa Kemal dixwaze li ser vî bingehî nijadeke nû ya ji kesên eslê xwe înkar kirine çêke, an derxe holê. Yanî tirkbûn tiştekî çêkar e, wek maleke li febrîqeyekê were hilberandin, ku gava dikeve nav çerxa febrîqeyê tiştekî din e, lê di hundirê febrîqeyê de di nav diranên çerxa wê re derbas dibe, şiklekî din û awayekî din distîne û dibe tiştekî din. Wek mînak; neft dikeve hundirê febrîqeyê û wek pêlav derdikeve derve, gava dibe pêlav ew êdî nema neft e, lê eslê wê ji neftê ye, lê bes ew êdî nema dibe neft, ew pêlava qîr e.

Tirkbûn jî tiştekî wisa ye, gava kesekî ermenî, kurd, asûrî, ereb, çerkez, laz, gurcî, pomak… an ji nijadeke din, dikeve nav çerxa dewleta bi navê Komara Tirkiyê, ji bo were hilberandin di nav diranên çerxan re derbas dibe, ger wek xwe bimîne, hişk e û diranên çerxê wî nikare bigire nav xwe, lê ger carekê ket nav diranan êdî tê hêrandin û di deriyê dawî yê febrîqeyê re dibe tirk û derdikeve der ve. Ew gava dibe tirk êdî nema ermen, gurcî, suryanî, kurd, çerkez an laz e, lê belê eslê xwe kurd e, lê ew êdî tirk e, ji ber ku zimanekî nû girtiye, exlaqekî nû, terbiyeke nû û hiş û mejiyekî nû girtiye, ku ev tev jî li gor pîvanên tirkbûnê ne, ew tirkbûna li ser înkarkirina eslê xwe yê gelan hatiye hilberandin. Yanî tirkitî kombûna kesên eslê xwe înkar kirine ye. Kî eslê xwe înkar bike, ew tirk e. Ev gotina Mustefa Kemal e. Wê demê kesên ji xwe re dibêjin, “ez tirk im”, divê kumê xwe deynin ber xwe û bifikirin, bê bi rastî tirkbûn hêjayê înkarkirina eslê xwe ye?

Ji bo wê li Tirkiyê van rojan qiyamet tê rakirin. Sed salên bi êş ên hêrandina gelan û hilberandina tirkitiyê hatin dagirtin. Ji çar-pênc kesan gihiştin 40-50 milyonî (li Tirkiyê bi awayekî ne eşkere be jî bi milyonan kesên xwe tirk nabînin û naxwazin bibînin hene, lê ji tirsa erka dewletê newêrin vê yekê eşkere bibêjin).

Lê jimara ji aliyê kemalîstan ve kirine tirk jî ne kêm e. Niha dixwazin ji van hilberên pîne pîneyî êdî miletekî saz bikin. Yanî sed salên hêrandin û hilberandinê, dixwazin di sed salên li pêşiya me de biguherînin sed salên miletbûnê. Ji bo wê qîreqîra Erdogan e, dibêje “Yek milet, yek al, yek dewlet, yek jehr”. Belê gava girse vê dirûşmayê bipejirînin tev heman jehrê vedixwin û pê dimirin, êdî ne çerkez dimînin, ne ermenî, ne laz, ne kurd, ne gelekî din û tenê wê kesên ji xwe re bibêjin, “ez tirk im”, bimînin.

Ger tu tirk bî, wê ji te re mafê jiyanê hebe, li Komara Tirkiyeyê demokrasî, azadî, xweşî û dewlemendî hebe, lê na ger tu hîn nebûbî tirk, ji xwe re ji zinadanan zindanekê, ji feqîriyan feqîriyekê, ji kolebûnan, koletiyekê û ji mirinan mirinekê biecibîne.

Ji xwe pêwîst nake em li vir hûrguliyan jî binivîsin, ew bi xwe vê yekê ev sed sal in dibêjin, lê mixabin girseyên gelan an pêşengên wan naxwazin vê yekê bipejirînin û ji xewa mirinê hişyar bibin. Ew dibêjin “Tirkiye ya Tirkan e” û vê yekê pir eşkere dibêjin. Di rastiyê de ger Tirkiye ya Tirkan be, çi pêwîstî bi qêrdana vê gotinê tine ye, lê ew jî dizanin, ku Tirkiye ne ya tirkan e, ya tevayî gelên li jorê navê wan derbas bûne ye, lê heyf mixabin li Lozanê destûrnameya birêvebirina vê komarê dan dest kemalîstên ku xwestin bi bîrûbaweriya nijadî ya tirkbûnê vê xakê bi rê ve bibin. Yanî birêvebirên Komara Tirkiyeyê tenê taşeron in, ew ne xwediyê vê axê yan vê komarê ne, wan tenê destûrnameya birêvebirinê ji Îngilîz û Fransizan stendine û ev sed sal in bi vê destûrnameyê erka xwe ya tinekirina gelan û bicîkirina tirkbûnê bi rê ve dibin ango bi cî tînin. Bi vî awayî em têdigihêjin, bê çawa kurd ev çel sal in têkoşîna rizgarkirina axa welatê xwe û azadiya xwe didin û tevî vê yekê jî hîn ji aliyê welatên Ewropî û Natoyê ve wek terorîst tên pênasekirin, ji ber ku ew naxwazin tifa li Lozanê ji devê xwe derxistine bialêsin, tevî ku ji min û te çêtir dizanin, kurd mafdar û mazlûm, tirk bêmaf û zalim in.

Piştî şerê cîhanê yê yekemîn, ku bi vexwarina Fransiz û Ingilîzan û bi têkçûna Alman û Osmaniyan bi dawî bû, wek tê zanîn welatên wek Amerîka û Rûsya jî li ser kesên di şer de vexwarin zêde bûn û îro bi hêza xwe ya teknîka şer van her du dewletan pêşengî ji destê welatên ewropî wergirtine, niha serkêşiya parvekirin û birêvebirina cîhanê ev her du dewlet dikin, herçendî roleke qels a Fransiz û Îngilîzan hebe jî. Mirov dikare rola ingilîzan ji a fransizan xurtir bihesibîne, ji ber têkiliyên wan ên bi Amerîkayê re ji yên Fransayê xurtir in.

Niha di van sed salên di ser parvekirina cîhanê re derbas bûn de, ji şerên li Rojhilata Navîn didomin, derkive holê, ku parvekirineke dadmendî nehatiye kirin. Bi taybetî di şerê cîhanê yê duyemîn de bêmafiya duyemîn dîsa ji aliyê Ingilîz û Fransizan ve li Kurdan hat kirin. Parçeyê Kurdistanê yê îro wek Rojava tê binavkirin ku heta bidawîbûna şerê cîhanê yê duyemîn di bin destê Fransizan de û parçeyê Başûr ê li Iraqê di bin destê Ingilîzan de bû, bi dawîbûna şer û paşdevekişîna Fransiz û Ingilîzan re, diyarî dan ereban û partiyên Beas ên wê demê.

Hîn jî nayê zanîn bê Ingilîz û Fransiz çima li şûna axa Kurdan bidin dest Kurdan, dan dest ereban. Ji bo dawiya şerê cîhanê yê yekemîn, gava parçeyê Bakur dan dest tirkan dibêjin, qaşo nûnerên kurdan gotine, em dixwazin bi tirkan re bi hev re bijîn û dane dest tirkan. De ka ger em vê derewa mezin bipejirînin, jî çima dereweke wan ji bo dayîna parçeyê Başûr û Rojava tine ye? Wan li şûna du parçeyên Kurdistanê diyarî dan ereban û ev nêzî 80 salan e, him ji aliyê Komara Iraqê ve û him ji aliyê Komara Sûriyê ve bi saya vê destûrnameya ji Ingilîz û Fransizan stendin, malik li Kurdan hat xerakirin, kerr li korê wan dan sekinandin, sînorê êşa hat kişandin, malwêranî û kuştinên hatin kirin tine ye, hîn jî ji bin erdê gorên komî ên kurdan dertên. Fransiz û Ingilîz dikarin bi vê helwesta xwe ya dijkurd xwe bipesinînin, ku bûn sedema êş û azara sê parçeyên Kurdistanê. Ji xwe parçeyê çaremîn ev hezar û çarsed sal in di bin desthilatdariya Persan de dinale, ku berpirsyarên wê yên dawî jî Rûsên qaşo şoreşa sosyalîst kirin bûn, Sosyalîzma rûsan bi kêrî tevayî cîhanê hat, lê mixabin ji Kurdan re xwîn û bindestî anî.

Ji bo Kurdan bêbextiyeke bi destê hêzên cîhanî hatiye kirin li holê ye. Dewletên parvekarê cîhanê îhaleya birêvebirina Kurdistanê dan dest Tirk û ereban, lê ev sed sal e, derket holê ku ev îhale bi rê ve naçe. Lê birêvebirên dewleta tirk bi zanebûn di van rojên qalêkirina parvekirineke din a li Rojhilata Navîn de, dixwazin xwe bidin pêş û wek di birêvebirina îhaleyê de serkevtî bin, dirêjkirina îhaleyê ji bo heta hetayî dixwazin. Bi vê armancê jî ew dixwazin komara xwe wek komareke serkevtî, wek tiştekî nedîtî û pir baş û delal pêşkêş bikin. Lê rastî ne wisa ye. Vê komarê ji gelan re, tenê înkar, asimilasyon, qirkirin, zindan, îşkence, birçîbûn, talan û bêexlaqî aniye. Derveyî vê tiştekî qasî misqalekî baş nedaye gelan. Ji bo wê di vê sedsala nû de, divê ev îhale ji destê kemalîstan were girtin û tirkitî were bidawîkirin, her gel vegere ser eslê xwe. Çima navê komarê Tirkiye be? Çima herkesê li ser vê axê pêwîst bimîne eslê xwe înkar bike û ji xwe re bibêje tirk? Çima her kes dev ji zimanê dayika xwe berde û hînî tirkî bibe? Çima her kes welatê xwe înkar bike û bibêje ez ji Tirkiyê me? Çima li ser nasnameya herkesî binîvîse Komara Tirkiyeyê? Sedemeke tenê ya rewa ya van pirsan tine ye, derveyî girtina îhaleyê. Lê ev îhale êdî pûç bûye û divê zarokên Fransiz û Ingilîzan, vê eyb û şerma bav û kalên xwe ji holê rakin û mafên Kurdan bidin dest wan û qedera gelan bi dest wan ve berdin.

Divê baş were zanîn, ku ne komara Tirkiyeyê, ne tirkbûn û ne zimanê tirkî ne xwediyê mafê jiyana zordestiya li ser gelan in. Zimanê tirkî zimanekî pîneyî ye. Ji peyvên erebî, farisî, almanî, îtalî, fransî, kurdî û hin zimanên din hatiye dizîn û pînekirin. Ji bo wê tirk jê re dibêjin “Guzel turkçemîz”, ji ber ku ew jî dizanin, malê diziyê ye, wiha bi îtîbar dikin, ku dizî eşkere nebe.

Çanda îro pê xwe dipesinînin, çanda gelên hatine qirkirin e. Ji ermenî, kurd, asûrî, çerkez, laz û gelên din ên qir kirin, sirgon kirin, talan kirin, çanda wan jî ji xwe re kirin mal û xwe pê dipesinînin. Dîrok dizîn, muzîk dizîn, çîrok dizîn, wêje dizîn… Bi kinayî komareke bi diziyê hatiye avakirin, divê mafê jiyanê di sed salên pêşiya me de jî nebîne, ger bibîne wê vê diziya xwe rewa û mayînde bike. Doh camêrekî digot “Min 800 stranên ji kurdî hatine dizîn ku peyvên wê kirine tirkî û ji xwe re kirine mal vedîtine û ez niha hewl didim pirtûka wê çêkim”. Folklora kurdan û ya gelên herêmê jî dizîn. Ma çi nedizîne?

Ji bo dadwerî bi cî bibe, divê kesên îhale dane tirkitiyê, îhaleya xwe bi paş de vekişînin, ji gelên herêmê lêborîna bav û kalên xwe bixwazin û mafê her gelî yê tayînkirina qedera xwe bidin dest. Gava her gel vegeriya ser eslê xwe û bê tirs, kurd karibin bibêjin “ez kurd im”, ermen karibin bibêjin “ez ermen im», Suryan karibin bibêjin “ez suryan im”, çerkez, laz, rûm, pomak, gurcî û her yek ji yên din karibin nasnameya xwe bi nav bikin û bê tirs vegerin ser eslê xwe û bi zimanê dayika xwe biaxivin û perwerdeyê bibînin û pirtûkan binivîsin û bixwînin û li stran, çand û dîroka xwe xwedî derkevin û dibistanên xwe saz bikin û eslê xwe bijîn, wê demê ka emê binêrin û bibînin, bê li Tirkiyê komareke bi navê Tirkiye, zimanekî bi navê tirkî û çend kesine ji xwe re dibêjin tirk dimînin.