28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bezandina li dû ‘Hespên Hêviyê’

Dema min çîroka “Hespên Hêviyê” xwend, ev gotinên dawiyê yên vê çîrokê bandoreke giran li ser min kir; “Gewrê ji xwe re got ‘gazî min dikin’. Bil lez û bez da dû wan. Ji bo lawê xwe bîne, ket ser rêyek din. Rêyek bê veger. Bi rojan li pey hespan û îşaretan, tî û birçî li çiyayan geriya û careke din venegeriya…”

Nivîskara girtî Mulkiye Dogan di pirtûka xwe ya çîrokê ya bi navê “Hespên Hêviyê” de cih daye 12 çîrokan. Di vê berhemê de, di hinek çîrokan de bi taybet ravekirina derûniya lehengan, hestên dibin sedema têkbirina zilmê û wêneyên di pirtûkê de peyamên cuda dide xwîner, derdikevin pêş. Her wiha hinek hevokên bi bandor ên mirov dixin nava kûrahiyeke mezin jî xwe nîşan didin. Ev berhem gelek hestên cuda di navberekê de dide hîskirin û bi van gotinan mirov berê xwe dide, berbangeke ji dûr bang dike;”Digot, ‘ew nema tê, heye ku niha hestiyên wî jî riziyabûn. Tu jî giyan û jîna xwe dirizînî.”

Wêneyên di pirtûka Milkiyeyê de

Wêneyên di pirtûka Milkiyeyê de hatine bikaranîn nêrîn û wateyeke cuda li berhemê bar dike. Di heman demê de jî nivîsên li binê wêneyan jî mirov dide fikirandin û dibe sedema halekî cuda yê hestên mirov. Di vê berhemê de herikbariya hestan xuya dike. Mirov geh kêfxweş dibe, geh xemgîn dibe, geh jî kelecanek dil digire. Di wêneyekî de di hundurê konekî de dayikek û pênc zarokên wê hene . Li binê wêne jî “Dadê em birçî ne” hatiye nivîsandin. Dema min li wêneyên di vê berhemê de nihêrt jî ev hestana di dilê min de derbas bûn. Carinan jî mîna kulîlkên serê xwe ji bin berfê rakin û li berxwe bidin, hêzeke mezin di dilê min de diafirî. Xwendina berhema “Hespên Hêviyê” ahengek di dil û rihê min de da avakirin.

Kêmasiyên rêziman

Carinan ahenga di dil de tê avakirin dikare li hinek cihan bihilkume. Ji ber di warê rêziman de kêmasiyên berhema “Hespên Hêviyê” hebûn loma dikarim bêjim carinan hildikumîm. Di warê hevoksaziyê de pirsgirêkên vê berhemê hebûn.  Dikaribû edîtortî û redaksiyona vê berhemê baştir jî bihata kirin. Her wiha di gelek cihan de jî daçek bi awayekî şaş hatibûn bikaranîn. Ji bo berhemek bê xwendin û herikbariya wê winda nebe bikaranîna daçekan a bi awayekî rast jî jêneger e. Mixabin kêmasiyên rêziman ên di hemû berheman de pirsgirêk e. Loma divê edîtortî û redaksiyona berheman di asta jor de bên kirin.

Ravekirina derûniya lehengan

Yek mijareke din a girîng  jî ravekirina derûniya lehengên di berhemê de ne. Di çîroka bi navê “Hêviyên Hespê” ya Mulkiye Dogan de derûniya ku leheng di nav de bû, bi awayekî baş hatiye ravekirin. Ravekirina derûniya lehengên di çîrokê de, çîrokê xurtir dike. Derûnî ji ber bandorê li ser tevger, rih, jiyana mirovan dike loma jî ravekirina wê derûniyê asta wê berhemê jî eşkere dide xuyakirin. Her kes nikare bi awayekî hostetî derûniya lehengên di berheman de derxe holê. Mulkiyeyê di vî warî de xwe pêş xistiye.

Peyamên di hinek hevokan de

Di heman demê de jî dayina peyamên di hinek hevokan de jî bandorê li ser xwîner dike. Xwîner hişyar dike. Ev jî rêbazeke serkeftî ya di nivîsê de ye. Di rûpelên 43- 44’an a vê berhemê de ev hevok peyamake bi bandor didin;”Dolmîşek spî ev çend roj in li taxa me û derdora mala me disekine. Ez dibêm hay ji xwe hebin. Zêde neçin û neyên. Xwedê me jî bistrînin, ji min re wisa tê ku ev dolmîşa polîsan e.” Piştre tê gotin, jê re gotibûn;”Ev ne dolmîşa polîsan e, ew tirsa ku xistiye dilê we ye.”

Hişmendiya rêxistinbûyinê

Hişmendiya rêxistinbûyinê ya di binhişiya xwîneran de tê avakirin jî hostetiyê dixwaze. Ev hişmendî rê li nakokiyan jî digire û kirinên nebaş ên modernîteya kapîtalîst teşhîr dike. Dema min çîrokên berhema Mulkiyeyê ya bi navê “Hespên Hêviyê” xwend, min hewldana ji bo hişmendiya rêxistinbûyinê dît. Di çîrokên vê berhemê de mirov êş û têkoşîna gelê kurd dibîne. Ev êş û têkoşîn jî dibe sedem ku mirov li dijî zilmê bêtir rêxistinbûyina xwe xurt bike.

Lêgerîna li dû lawê xwe

Di berhema “Hespên Hêviyê” ya ji 109 rûpelan pêk tê de, lêgerîneke jinekê ya li dû lawê xwe heye. Ev yek rastiya civaka kurd a bi salan radixîne pêş çavan. Mirov dema vê pirtûkê dixwîne, her carê bûyerên bi vî rengî yên bi serê dayikên kurd de hatine, di hişê xwe de zindî dike. Dema min çîroka “Hespên Hêviyê” xwend, ev gotinên dawiyê yên vê çîrokê bandoreke giran li ser min kir;”Gewrê ji xwe re got ‘gazî min dikin’. Bil lez û bez da dû wan. Ji bo lawê xwe bîne, ket ser rêyek din. Rêyek bê veger. Bi rojan li pey hespan û îşaretan, tî û birçî li çiyayan geriya û careke din venegeriya…”

Efsûna di nava hevokan de

Dema mirov pirtûkekê dixwîne gelek caran li dû hevokên bi efsûn ên di nava pirtûkê de kaş dibe. Çimkî efsûna hevokan hem mirov dide fikirandin hem jî dibe sedema kelecanekê. Meraqekê dide avakirin. Dibe sedem ku mirov gelek hestan bi hev re hîs bike. Ev hevokên bi efsûn ên rûpela 24’an ên di berhema “Hespên Hêviyê” de gelek hest, bi min da hîskirin;”Çû serê xwe bi ser bîra tijî av de xwar kir. Sûreta wê derbasî avê bû. Dizanîbû ku bîra wê jî kûr e û ew jî parçeyek ji vê xwezayê ye. Xwe berda hundurê bîrê. Dizanîbû wê ji bîr nebe, ketina wê ya bîrê! ”

Hêvî û hêza, xwe didin der

Ji xeynî hevokên efsûnî hevokên ku hêvî û hêza xwe didin der jî hene. Ev hevok dilê xwîner xweş dikin. Dema tu dixwînî tu dibêjî qey tu di nava daristanekê de ye û dengê avê, dengê çivîkan te mest dike. Dema min hevokên di rûpela 64’an a di berhema “Hespên Hêviyê” de xwendin, min xwe di nava daristanekê de dît û dengê av û çivîkan di dilê min de aramiyek dan afirandin. Ev hevokên hestê bi vî rengî bi min re çêkir wiha ne;”Ez ê bibim kulîlkek sor û rehê xwe aha li vir li ser vî erdî berdim. Li hemberî xerabiyê, li gel kulîlkan cihê xwe bigirim û naçim tu cihekî.”

Bezandina li dû ‘Hespên Hêviyê’

Gelek caran mirov di valahiyeke mezin û tarî de digevize. Dixwaze vê valahiyê bi hewldaneke hêja dagire. Bi vî rengî wateyê li jiyanê bar bike. Nehêle ew valahî bibe sedema tirs, xof û karesatên mezin û zilmê têk bibe. Bi têkbirina zilmê re bigihêje serfiraziyê. Di van hevokên rûpela 63’yan a berhema “Hespên Hêviyê” de min hestên dibe sedema têkbirina zilmê hîs kir û bezandina li dû ‘Hespên Hêviyê’ di mejiyê min de zindî bû;” Xwest a niha li ser guhê dêw rûnê û bifetisîne dengê zilmê…a li ser vê valahiyê rûnê û hemû valahiyan bi hebûna xwe dagire.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê