4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ez mirî me

Sofî Emer di nav civak û herêmê de mirovek naskirî bû. Di di nava civakê de di govend û şahiyan naskirî bûye. Seydayê gund rojekê di mizgeftê de waiz dide

Sofî Emer di nav civak û herêmê de mirovek naskirî bû. Di di nava civakê de di govend û şahiyan naskirî bûye. Seydayê gund rojekê di mizgeftê de waiz dide. Dema mirov dimirin pirs û sewala qebrê jê dipirsin. Derbarê tevger û emelê wan de çi kiribin dinivîsînin. Sofî difikire gelo çawa der barê jiyana xwe de agahdar bibe. Di serê xwe de biryarek dide, diçe sûkê çend metre xase û kefen dikire tîne malê.

Hevjîna wî dibêje; ‘Sofî Elî xweda xêrke, ev çi ye te aniye’. Sofî dibêje; ‘Xanim ez li tevahiya jiyanê geriyam lê ez ê xwe li mirîtiyê deynim, bikevim tirbê ka sewalê qebrê çi dipirsin’.

Xanima wî dibêje; ‘Heyran ji bo Xweda wê gur û rovî te bixwin tê çawa bi saxî bikevî mezel’. Sofî tevir û bêra xwe digire li binê gund mezelekî dikole. Kefen li xwe dike, hinek pûş û ax davêje ser xwe, li aliyê ber serê xwe de kulekek piçûk dihêle xwe dirêj dike.

Ayet û qulhu wela, ayeta kursî dixwîne. Li bendê ye ku ferişte werin pirsan jê bikin. Ji tirsa dev û diranê wî li hev dikevin. Zebanî û melayîket nînin. Bi berbanga sibê re karwanek ji aliyê Îran û rojhilatê ve tê, barên wan hemû fincan û feraqên kiristal in.

Dengên zengila hestiran û zilaman tên sofî. Sofî dibêje; ‘Bi serê Ehmedê Xanî hêstir di ser tirba min re derbas be, pê û simê wê ser û mejiyê min belav bike. Ya baş ez rabim ser xwe’. Sofî ji nişka ve ji tirba xwe radibe ser xwe.

Dema ku radibe hêstir çav bi sofî û kefenê wî dikevin cinoyî dibin li nava guhê hev dikevin. Barên wan hemû dişkên. Ew zilam dibêjiin hewar qiyamet e, mirî ji tirba xwe rabûn. Serbazigan tê ba wan dibîne bar û bazirgan li nava hev ketine, kesek kefenkirî sekiniye. Dipirse gelo çi qewimî, ji wî kesê kefenkirî dipirse; ‘Tu kî yî?’

Sofî Elî dibêje; ‘Ez mirî me.’ Baş e sewala qebrê ji te kirin. Sofî dibêje; ‘Nexêr’. Serbazirgan bang li du xortên bi zend û bend dike û dibêje; ‘Ka werin sewala qebrê ji vî camêrî bikin’. Xort dest û piyê Sofî girêdin din û lê didin; ‘Ka bêje rebê te kî ye, tu ji kîjan miletî yî, çima ji tirba xwe rabûyî, te çima fîrar kiriye’. Lê didin ser û guhê sofî di xwînê de dihêlin û diçin. Sofî xwe bi halê bi xwîn û perîşanî davêje malê.

Hevjîna sofî dibêje; ‘Sofî ji bo Xweda çi qewimî?. Sofî dibêje; ‘Xanim nepirse milayîket baş bûn lê ku mirov hêstirên bazirganan netirsîne qebir xweş e. Ji bo Xweda ji derî cînara re nebêjî bila kes bi min nehese’.