4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Blinken: Operasyona leşkerî wê ne di berjewendiyên tu kesî de be

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken diyar kir ku welatê wî li dijî her operasyoneke leşkerî ya Tirkiyeyê li rojavayê Kurdistanê ye û dê operasyona leşkerî ya muhtemel ne di berjwendiya tu kesî de be.

Wezîrê Karên Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Antony Blinken dest bi gera xwe ya Rojhilata Navîn kir. Serdana Blinken di serdemek ku alozî û şer li herêmê zêde dibin de pêk tê.

Antony Blinken di hevpeyvîna li gel Al-Arabiya de li ser rewşa herêmê axivî û wiha got: “Rast e Tirkiyê dilgiraniyên rewa li Suriyê hene lê operasyonên leşkerî van pirsgirêkan çareser nakin, rêyên din hene ji bo çareserkirina metirsiyên li ser Tirkiyê. Daxwazê ji hemû aliyekî dikin ku xwe ji her karekî leşkerî li Suriyê dûr bixin, ji ber ku wê bibe metirsî li ser jiyana sivîlan û şerê dijî DAIŞ’ê.”

Blinken li ser asayîkirina peywendiyên Tirkiyê bi Hikûmeta Suriyê re jî destnîşan kir ku ew li dijî asayîkirina peywendiyên bi Beşar Esed re ne û wan bi aşkera ev yek ji hemû aliyan re gotiye.

Blinken li ser pirsa “Hûn piştgiriyê didin êrişên Tirkiyê yên li ser Bakurê Sûriyê? Hûn nêzîkbûna tirkan û yên din bi rejîma Esad re çawa dinirxînin?” wiha bersivê da: “Derbarê Bakurê Sûriyê de me bang li her kesî kir ku rewşê aram bikin. Tiştê ku pêwîstiya me pê nîne, bi baweriya min pêwîstiya kesî pê nîne operasyoneke leşkerî li Bakurê Sûriyê ye. Bêguman, ev yek metirsî ye ku ziyaneke mezin bide sivîlan û mirovên bêguneh. Ev bi rastî dikare pêşî li hewldanên ji bo rêgirtina DAIŞ’ê bigire û cihê ku divê bala me lê be, têk bibe.”

Blinken wiha domand: “Bi rastî jî ne di berjewendiya tu kesî de ye, berjewendiyên Tirkiyê yên ewlehiyê yên rewa hene. Tu îtîrazê vê yekê nîne. Lê ez difikirim ku ev berjewendî bêyî destwerdana leşkerî dikarin werin çareserkirin.”

Blinken dê heta 31’ê çileye li Misrê, Îsraîl û Şerîaya Rojava hevdîtinan pêk bîne.