18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Abdûlah Koç: Riya aştiyê ji Îmraliyê re derbas dibe

Parlamenterê HDP’ê Abdûlah Koç diyar kir ku astengiya herî mezin a li pêşiya demokrasî û aştiyê tecrîda li Îmraliyê ye û bayê demokrasî û aştiyê yê Rojhilata Navîn ji Îmraliyê re derbas dibe.

Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi mebesta ku parêzer bikaribin bi miwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdûlah Ocalan re hevdîtinê bikin, dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya parlamenteran di roja 28’an de berdewam dike. Parlamenterên HDP’ê Alî Kenanoglû, Kemal Pekoz, Muazzez Orhan, Abdullah Koç û Erdal Aydemîr tev li çalakiya îro bûn. Parlamenteran dovîzên “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” û “Bila bi Îmraliyê re hevdîtin bên kirin” hilgirtin û li pêşiya Meclisê daxuyanî da.

Tecrîd li ser gelan e

Di daxuhaniyê de Parlamenterê HJDP’ê yê Agiriyê Abdûlah Koç axivî û da zanîn ku tecrîd, sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Koç, bi domdarî ev tişt anî ziman: “Mixabin birêz Ocalan û girtiyên din ev 24 meh in nikarin bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bikin. Ev sepan, sepanên keyfî ne. Hiqûqa înfazê ya Tirkiyeyê tê binpêkirin û bi ‘hukmên wekhev’ ên makeqanûnê nayê kirin. Gel û malbat di nava meraqê de ne. Ev demeke dirêj e tecrîd li gelên Tirkiyeyê tê ferzkirin. Gelên Tirkiyeyê ji hêla aborî û siyasî ve ketine nava çiravê. Di demeke ber bi hilbijartinê ve de mixabin hemû qad di krîzê de ne. Tekane riya xilasiya ji van krîzan û demokratîkbûnê, rakirina tecrîda li Îmraliyê ye. Lewma em cara 28’emîn bang li Wezareta Dadê û îktîdarê dikin; bi hiqûqa heyî bikin. Bila birêz Ocalan û girtiyên din bikaribin di çarçoveya makeqanûn û qanûnan de hevdîtinan bikin. Bi rakirina tecrîdê re dê astengiya li pêşiya aştiya civakî rabe. Em dîsa bang li AKP û Wezareta Dadê dikin; li gorî hiqûqa heyî tevbigerin û hukmên di qanûna înfazê de li Îmraliyê jî bi cih bînin. Li dijî rêgeza wekheviyê ya makeqanûnê tevnegerin. Em baş pê dizanin ku bayê demokrasî û aştiyê yê Rojhilata Navîn ji Îmraliyê re derbas dibe. Tavilê dawî li van sepanên neheq û derhiqûqî bînin. Bila birêz Ocalan û girtiyên din bikarin bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinan bikin. Em dixwazin ku ev daxwaza me tavilê were qebûlkirin.”