6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Enqere li Sûdan û Lîbyayê hevrikiya Qahîreyê dike

Misir ji armancên Enqere û siyasetên wê di Sûdan û Lîbyayê de bi fikar e. Ji ber armanca û siyasetên Enqereyê li van dewletan dikevin çarçoveya dosyayên ewlehiya neteweyî ya Misrê

Tevî nêzîkbûna ragihandî ya di navbera Qahîre û Enqereyê de ya li ser asta dîplomasiyê, lê gelek dosya hene ku nakokiyan di navbera her du welatan de çêdikin. Serdana serokê Îstîxbarata dewleta tirk Hakan Fîdan a ji Xertûmê re ya piştî çend rojan ji serdana hempîşeyê wî yê misirî Ebas Kamil a ji Xertûmê re, ev nakokî aşkera kirin. Ebas di wê serdanê de bi rayedarên leşkerî û sivîl re civiya.

Fîdan piştî Xertûmê serdana Lîbyayê kir ku herêmeke serweriya Misirê ye. Qahîre wê û Xertûmê wek dosyayên xeter li dijî ewlehiya xwe ya neteweyî bi nav dike.

Metirsiyeke misrî

Di gelek raporan de, behsa metirsiyên Qahîreyê li hember firehbûna qada leşkerî, siyasî û aborî ya Enqereyê li Sûdanê hate kirin. Li rex wê jî behsa hebûna wê ya leşkerî û siyasî li Lîbyayê û çawa bandor lê dike.

Tevî ku nîşaneyên nêzîkbûna siyasî di navbera Qahîre û Enqereyê de hene ku di Mijdarê de serokên her du dewletan Ebdulfetah El Sîsî û Recep Tayyîp Erdogan civiyan lê têkiliyên dîplomasî hîna bi pêş nektine.

Li gorî çavdêran, Misir asta pêşketina têkiliyan di navbera Sûdan û Tirkiyeyê de di vê dawiyê de tê zanîn, ji ber wê heke Tirkiyeyê hewldanên firehkirinê bidomîne û bixwaze xwe bi rêya vejandina lihevkirina pêşxistina bendera Sewakin a Sûdanê bigihîne Deryayê Sor, Misir wê bi cidî bersivê bide van tevgeran.

Li gorî çavdêran, tevgerên îstîxbaratî di navbera her du welatan (Misir-Tirkiyê) de, beşek ji nakokiya veşartî ya di navbera her du welatan de ye da ku berjewendiya xwe di pêşeroja Sûdan û Lîbyayê de li gel aloziya siyasî li her du welatan, biparêzin.

Armanca serdana Fîdan

Pispora kar û barên Afrîkayê Dr.Ferîde El Bendarî got serdana Fîdan a ji Xertûmê re, nîşan dide ku dewleta tirk naxwaze li tevgerên her çar dewletên navneteweyî yan jî rola Misirê ku hewl dide aliyên nakok ên Sûdanê li hev bîne, tenê temaşe bike.

Ferîde El Bendarî wiha domand: “Sûdan stasyoneke stratejîk e û ji bo Tirkiyeyê girîng e. Gelek dosya û berjeweniyên Tirkiyeyê li Afrîkayê bi Sûdanê ve girêdayî ne. Di serî de berjewendiyên wê di Lîbyayê de.”

Ferîde  El Bendarî destnîşan kir ku dewleta tirk kapasîteya Sûdanê ya lîstina rola xwe di dosyaya Lîbyayê de dizane tevî ku gelek dewletên herêmê bi îsrar in ku Xertûmê ji rola wê ya herêmî dûr bixin.

Li gorî Ferîde El Bendarî,  dewleta Tirk ji nakokiya li ser desthilatê li Chadê bi fikar e ku kurê serokê berê Idriss Deby ji desthilatê dûr bixe û ev yek dê bandor û gelek guhertinên siyasî bi xwe re bîne ku Enqere hezar hesabî jê re dike.

Ihtîmala şer

Der barê ihtîmala şerekî misirî-tirkî ji ber dosyaya Sûdanê, Dr. Ferîde El Bendarî got: “Aramiya serwer nahêle şerek di navbera wan de rû bide nexasim piştî nêzîkbûna siyasî ku ji mijdara 2022`yan ve dest pê kiriye.”

Ferîde El Bendarî îşaret pê kir ku gelekî zehmet e, Misir hebûna dewleta tirk li ser hebûna xwe metirsiyekê bibîne, ji ber ku Afrîka ji gelek hêzên cîhanî re bûye stadek, wê derfet tune be ku Tirkiye berjewendiyên xwe pêk bîne, nexasim ku berjewendiyên dîrokî yên hêzên mêtinger li Sûdanê û gelek dewletên Afrîkayê hene.

Plansaziyeke ji bo belavkirina Osmaniyê

Pirsporê têkiliyên navneteweyî û kar û barên Afrîkayê Dr.Mehmûd Menaa jî wiha got: “Serdana Hakan Fîdan a ji Sûdan û Lîbyayê re beşek ji hevrikiya di navbera hêzên herêmî de ye.”

Menaa wiha pê de çû: “Hevriyeke navneteweyî û herêmî ya har li ser berjewendiyên li Afrîkayê bi taybet Sûdanê heye. Hêzên herêmî yên mezin mîna Tirkiyeyê û Îranê hene. Berjewendî û bazirganî di navbera van dewletan û Afrîkayê de hene. Ji ber wê siyaseta derve ya Misirê ji bo parastina berjewendiyên xwe yên navneteweyê, rûbirûyî zehmetiyeke mezin e.”

Menaa destnîşan kir ku hegemoya Tirkiyeyê li Lîbya û Sûdanê li ser berjewendiyên neteweyî yên Misirê gef in, bi taybet ku fikrekî îdeolojîk ê alîgirê osmaniyê ye ku dixwaze li herêmê bi giştî pêk bîne.

Menaa da zanîn ku dewleta Tirk dixwaze pêşeroja Sûdanê kontrol bike nemaze li gel lihevkirina dawîn a bi Sûdanê re û gelek pêkhateyên Sûdanê rola Misirê red dikin. Dewleta tirk jî dixwaze vê yek bi kar bîne.

Di dawiyê de Menaa wiha anî ziman: “Çêkirina pergalên mîna pergala Tirkiyeyê li Lîbya û Sûdanê, armanca Erdogan e û li ser ewlehiya Misirê gef e. Nexasim heke ev pêk were, dihêle dewletên cîranên Misirê bibin xwedî pergalên îslama siyasî.”