17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Sûriyeyê Karwanê milîsên Îranê hat hedefgirtin

El-Marsad News jî der barê vê êrîşê de wiha dibêje: "kamyonên ku çek û fûze bar dikirin" li vê deverê hatine armanckirin, ku navendeke milîsên girêdayî rejîma Îranê ye

Karwaneke wesayitên ku dixwest ji Iraqê derbasî Sûriyeyê bibe, deverên di bin kontrola milîsên Îranê de li ber deriyê sînorê Ebû Kemal ji alî balafirên bêmirov hatin hedefgirtin.

Li gorî çavkaniyên saziya Çavdêriya Mafê Mirovan tê texmînkirin ku ew balafirên bêmirov ên Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya bi serkêşîya Amerîkayê ne.

Hêjayî gotinê ye ku beriya demekê li dijî bargeha Hêzên Hevpaniya Navdewletî ya Tenefê êrîşek bi balafirên bêmirov hatibû kirin û milîsên Îranê bi wê êrîşê hatibûn tewanbarkirin.

Ajansa iraqî El-Marsad News jî der barê vê êrîşê de wiha dibêje: “kamyonên ku çek û fûze bar dikirin” li vê deverê hatine armanckirin, ku navendeke milîsên girêdayî rejîma Îranê ye.

Di heman demê de, radyoyeke hikûmeta Sûriyê piştrast kir ku di vê êrîşê de 6 kamyonên sarincê hatine armanckirin.

Ji naliyekî din ve Rojnameya New York Times li ser zarê karbidestên pilebilind ên îstixbaratê yên agahdar ji danûstandinên di navbera Îsraîl û Amerîkayê de  der barê êrîşa li ser navendên leşkerî yên li Îsfehanê, nivîsî ku ev êrîşa balafirên bêmirov ku bû sedema teqîneke mezin li navenda bajarê Isfehanê, karê Mossad bû.

Rojnameya Wall Street Journal jî li ser zimanê  berpirsên amerîkî û kesên ku bi operasyonê agahdar in, ragihand ku Îsraîlê berpirsê êrîşê li Îsfehanê ya li ser yek ji atolyeyên wezareta parstinê ya Îranê ye.