3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

M. Antonîo Angelellî: Divê mirovahî Ocalan biparêze

Parêzerê ji Îtalyayê Mario Angelellî der barê komploya navneteweyî de axivî û diyar kir komplo rûpelekî reş e, Ocalan Mandelayê nû ye û divê li dijî tecrîdê têkoşîn bidome, mafê Ocalan ê azadbûnê heye.

Li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdûlah Ocalan şandeyek navneteweyî ku ji 36 kesan pêk dihat û ji 7 welatên cuda bûn, bi navê “Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê” hatin Amedê, Stenbolê û Enqereyê. Endamên Delegasyonê ku dabeşî sê bajaran bûn, di navbera 25-27’ê çile de li gel nûnerên rêxistinên sivîl û partiyên siyasî hevdîtinan kirin.

Endamê Baroya Romayê parêzer Mario Antonio Angelelliyê ku di şandeya hat Amedê cih girtiye, têkildarî komployê û tecrîdê nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê Eylem Akdag – Rûken Polatê re axivî.

Mario Antonio Angelellî diyar kir ku heyama Abdûlah Ocalan çû Îtalyayê ji bo dîroka Îtalyayê rûpelekî reş e û wiha got, “Dema ku ew hat Îtalyayê, rewşeke awarte hebû. Ji ber ku gelê Îtalyayê Ocalan weke nûnerê gelê kurd nas kir, yanî gelê Îtalyayê pirsgirêka kurd nas kir. Ji ber ku pêvajoya komployê hat girtin, awarte bû. Çapemenî û raya giştî ya Îtalyayê ji bo ku ev nûner azad bibe zext li wan dikir. Ocalan rêberê gelên biyanî bû, hatina Îtalyayê ji bo Ocalan girîng bû. Berî ku Ocalan were Îtalyayê kêm kesan ew nas dikirin lê hatina wî gel guhert. Dema Ocalan hat Îtalyayê, kurdên li Ewropayê ji bo piştgiriyê herikîn Romayê. Gelê Îtalyayê dest bi lêgerînê kir ku ew kî ye, pirsgirêk çi ye. Televîzyon û radyo her roj der barê wî de dipeyivîn”.

Mario Antonio Angelelliyê Civaka navneteweyî der barê helwesta  civaka navnetewyî de wiha axivî, “Ji bo derketina Abdullah Ocalan bêleqe bûn. Vê rewşê demokrasiya rojava, di mijarên daxwaza penabertiyê ramanê  de civaka navneteweyî nîşan dida. Ev pirsgirêk bû. Epêşîn Amerîka, paşê jî Rûsya… Ez wisa bi bawer im wê demê li ser Rûsyayê zextek hebû û dixwest pêşî li Ocalan bigire. Di vê pêvajoyê de dema Ocalan hat Îtalyayê, gelê Îtalyayê weke xwişk û bira li gelê kurd dinêrî. Serokwezîrê wê demê Massimo D’Alema bû. Tirkiyeyê digot divê Ocalan were radestkirin. Îtalya pozisyona xwe diparast. Mafê wî yê penaberiya siyasî li Îtalyayê hebû. Ocalan jî daxwaza penaberiyê kir. Roj di ser re derbas dibûn rayedarên amerîkî û îsraîlî diaxivîn û digotin ku ne pêkan e serlêdana penaberiyê bike, jiyana Ocalan li Îtalyayê di xetereyê de ye û ew ê nikaribin ewlehiya wî bigirin. Pêvajoyeke dijwar bû û divê ev rewş baş bê fêmkirin. Hikumeta Îtalyayê ji Ocalan re digot ‘tu di bin berpirsyariya me de yî’. Lê di nava 30 rojan de ev helwest bi dawî bû û hikumetê pêşniyar kir ku Ocalan here welatekî din. Ji ber ku Îtalya ji bo bidestxistina ewlehiya wî zehmetî dikişand. “

Der barê tecrîdê û rola Ocalan de jî Mario Antonio Angelellî wiha derbirî, “Divê têkoşîn bidome, qala tecrîdê bê kirin, li dijî tecrîdê weke parêzerên saziyên Îtalya û Ewropayê xebat bên meşandin. Divê Abdûlah Ocalan mafên xwe yên mirovî bi kar bîne. Pêwîst e beşdarî pêvajoya azadî û aştiyê bibe. Ocalan nûnerê gelê kurd e û mifteya aştiyê ye.”

Mario Antonio Angelellî, ji bo azadiya wî û fikrên wî jî axivî wiha got, “Pir girîng e ku Ocalan ku 24 sal in di girtîgehê de ye, nûnertiya fikrên wekheviya jin û mêr ji herêmeke kevnar a weke Mezopotamyayê dike. Min pirtûkên Ocalan jî xwendine. Ew îhtîmala cîhaneke dadperwertir, aştiyane û dewlemendtir pêşkêş dike. Divê ku ew azad bibe, fikrên wî azad bibin. Lê belê Ocalan di nava şert û mercên ku bi parêzer û malbata xwe re nîn e tê girtin. Ev ne azadiya ramanê ye. Em beriya her tiştî azadiya wî dixwazin. Lê azadiya ramanên wî di van şert û mercan de ne pêkan e. Ez difikirim ku fikrên wî ji bo gelên cîhanê girîng in.”

Mario Antonio Angelellî der barê bêdengiya civaka navdewletî de dîtinên xwe wiha diyar kirin, “Ji ber ku hikumet ne gel in. Ji ber ku hikumet li berjewendiyên aborî digerin. Zexta komên ku li berjewendiyên aborî dinêrin gelekî xurt e. Berjewendiyên van koman di nava kapîtalîzmê de girîng in. Yekem tişta ku difikirin berjwendî ye. Sedemên dewletan li gorî berjewendiyên van komên mezin in. Ji ber ku hêz di destê wan kesan de ye ku li gorî berjewendiyên van koman tevdigerin. Ev berjewendî ne berjewendiyên gelan in”.

Min got ku girîng e têkoşîna li dijî zextên navneteweyî berdewam bike. Kampanyaya navneteweyî pir girîng e. Bi dîtina min girîng e ku civaka navneteweyî li dijî girtina 24 salan seferber bibe. Gelek kes difikirin ku Ocalan, Mandelayê nû ye. Divê ew jî weke Mandela beşdarî pêvajoya aştiyê bibe. Divê Ocalan bixwe ji girtîgehê derkeve û fikrên wî bigihêjin civakê.”