27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Blinken û Abbas hevdîtin kirin

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken, li Şerîaya Rojava bi Serokdewletê Filistînê Mahmûd Abbas re hat gelhev.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken di çarçoveya tûra xwe ya Rojhilata Navîn de serdana Şerîaya Rojava kir. Blinken, di serdana xwe de bi Serokdewletê Filistînê Mahmûd Abbas re hevdîtin kir.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller, der barê serdana Blinken de daxuyanî da û da zanîn ku ji ber ewlehiyê heta dawiya hevdîtinê jî agahiya hevdîtinê bi çapameniyê re nehatiye parvekirin. Miller, ragihand ku Blinken peyama xwe ya ji bo alîkariya mirovî ya ji bo Xezayê dubare kiriye û gotiye ku wê filistînî bi darê zorê ji cih û warên xwe neyên derxistin.

‘Divê ji berpirsyaran hesab bê pirsîn’

Di berdewama daxuyaniya xwe de Miller, destnîşan kir ku Blinken û Abbas aramiya herêmê jî axivîne û di heman demê de Blinken bal kişandiye girîngiya “rawestandina tundiya li dijî filistîniyan û hesabpirsîna ji berpirsyaran”.

Li aliyê din ji ber serdana wî xwepêşandaran wêneyên Blinken li Ramallahê şewitandin û bertek nîşanî piştgiriya Amerîkayê ya ji bo Îsraîlê dan. Xwepêşandaran, di çalakiyên xwe de pankartên li ser wan “Amewrîka kuştina mehsûman rawestîne” û “Amerîka ji qirkirinê re dibe piştek” nivîsandî hilgirtin.