10 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bakirhan: Divê em Abdullah Ocalan azad bikin

Hevserokê Giştî yê HEDEP'ê Tûncer Bakiran, li konferansa DBP'ê diyar kir ku divê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî bikin û ev tîşt got: “Şikandina tecrîdê têrê nake, divê em birêz Ocalan azad bikin."

Hevserokên Giştî yên Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (HEDEP) Tûncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari li konfeansa DBP’ê ya li Amedê axivîn. Her du hevserok li ser mijarên di rojevê de axivîn û doza azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kirin.

Destpêkê Hevseroka Giştî Tulay Hatîmogûllari, bi kurdî û erebî silav da beşdarên konferansê û ev tişt got, “Dema ku ev konferans pêk tê, bombe li ser Rojava û Xezeyê dibarin. Du birînên Rojhilata Navîn e ku xwîn jê tê. Heta ku ev herdu pirsgirêk neyên çarserkirin aştî wê neyê Rojhilata Navîn. Dibe ku yên van herdu pirsgirêkan çareser bikin em gelên Rojhilata Navîn in. Hûn in. Em ê têkoşîna aştiyê li her derê bi rêxistin bikin. Mafê gelên vê erdnîgariyê ye ku aştiyake bi rûmet bibîne. Ji bo vê jî em ê bi wêrekî û baweriyeke hîn mezin fikrê xwe bikin yek, rêxistiniyê mezin bikin. Dem dema aştiyê ye. Em ê ti carî dev ji bilêvkirina aştiyê bernedin. Em ê bibêjin aştî. Em ê bibêjin aştî.”

‘Divê têkoşîna Kurdistanê mezin bibe’

Piştre Hevserokê Giştî Tûncer Bakirhan axivî. Bakirhan, di serî de kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, girtiyên siyasî û beşdaran silav kir.  Bakirhan, diyar kir ku DBP çiqas mezin bibe, tifaqa wan û HEDEP’ê jî ewqas mezin dibe û ev tişt anî ziman: “Di dîroka partiyê de kedeke pîroz heye. Ev ked keda bi hezaran şehîdan e. Em deyndarên şehîdên azadiyê ne. Divê em layiqî vê kedê û vê rêya pîroz bibin. Îro divê her kes vê rastiyê qebûl bike, heta siyaseta me ya kurdistanî mezin nebe em jî mezin nabin. DBP çiqas mezin bibe tifaqa me jî, HEDEP jî dê ewqas mezin bibe. Ji bo pêşengiya gel mîsyoneke dîrokî a DBP’yê heye. Ji ber vê yekê divê armanca me hemûyan bibe mezinkirina DBP’ê.

Bi domdarî Bakirhan bal kişand ser şer û aloziya li Rojhilata Navîn û wiha got: “Weke hûn jî dizanin îro li Rojhilata Navîn şerên giran berdewam dikin. Ev sed sal in sedema şer û aloziyê sîstem bixwe ye. Gelê kurd bi sed salan li hember polîtîkayên asîmîlasyonê û faşîzmê li ber xwe dide. Şerê hebûn û nemana me dide. Hevalên hêja; careke din ev rastî derketiye holê ku netew-dewletên nijadperest nikarin bibin çareserî. Îro jî em baş dizanin çareserî jiyaneke demokratîk û wekhev e. Li Rojhilata Navîn heta pirsgirêka gelê kurd neyê çareserkirin tu pirsgirêk nayên çareserkirin. Heta kurd azad nebin tu gel azad nabe. Heta zilm û zordariya li ser gelê kurd berdewam bike tu welat nakevin nav aramiyê. Em dibêjin rêya çareseriyê Konfederalîzma Demokratîk e.”

‘Heta tecrîd bi dawî nebe wê taritîya ser civakê ranebe’

Di berdewamê de Bakirhan bi lêv kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan giran bûye û wiha pê de çû: “Girêdayî vê tecrîdê, civak jî ketiye bin vê tecrîda mezin. Heta tecrîda li ser birêz Ocalan ranebe tecrîd û tarîtiya li ser civakê jî ranabe. Hemû hêzên gelê kurd û dostên gelê kurd divê vê rastiyê baş bizanin. Divê em hemû têkoşînê bilind bikin, tecrîda li ser birêz Ocalan rakin. Heta em rêxistinê mezin nekin ev tecrîd dê bidome. Rakirina tecrîdê ne bes e, divê em azadiya fizîkî ya birêz Ocalan jî pêk bînin.

‘Em ê heta dawiyê paradigmaya xwe biparêzin’

Bakirhan, destnîşan kir ku di halê hazir de pêdiviya wan a herî mezin yekitiya neteweyî ye û wiha got: “Gelê kurd ji her alî ve di bin êrişên dijwar de ye. Êriş, li hember hebûna me ne. Divê hemû hêzên gelê kurd kom bibin û tenê pêşeroja gelê me esas bigirin. Ji bo vê jî divê em têkoşîna îdeolojîk û dîplomasiya gelan mezin bikin. Di vî alî de rol û mîsyona DBP’yê dîrokî û pîroz e. Li dijî îmha û asîmîlasyonê em ê paradîgmaya xwe heta dawiyê biparêzin. Ji bo kurd bigihêje statûya xwe, em ê bi hemû hêzên xwe têkoşînê mezin bikin. Ji bo têkçûna faşîzmê em ê tifaqên demokratîk mezin bikin. Wekî şoreşgerekî gotiye ger hûn li dijî faşîzmê nebin yek di zindanên faşîzmê de hûn ê werin cem hev.”

‘Dengê jinên kur dli Cîhanê belav dibe’

Di dawiya axaftina xwe de Bakirhan ev nirxandin kir: “Tevgera jinan îro li hemû dinyayê deng û rengê jinan bilind dike. Hevalên me yên jin îro pêşengiya doza gelê me dikin. Dengê jinên kurd bi ‘Jin, Jiyan, Azadiyê’ li cîhanê belav dikin. Ez wek rêhevalê jinan têkoşîna jinan silav dikim, hûn her hebin hûn her bijîn. Her wiha divê em di nav partiya xwe de ji bo ciwanan zemînên baş ava bikin. Ciwan pêşeroja me ne. Em encax bi têkoşîna ciwanan dikarin pêşeroja xwe ava bikin. Ez careke din we hemûyan bi rêzdarî silav dikim. Kongreya me ji gelê me re pîroz be. Bi xêr be. Serkeftin ji me hemûyan re.”