19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DBP: Heta azadiya Ocalan tê dêkoşîn bidome

DBP’ê di belgeya helwestê de bal kişand ser seferberiya xwebirêxistinkirinê û got ku tekane muxatabê çareserkirina pirsgirêka kurd Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e. DBP’ê biryar da ku heta azadiya fîzîkî ya Ocalan pêk bê dê têkoşîna wan bidome.

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) beriya 6’emîn Kongreya Awarte ya ku dê di 12’ê mijdarê de li Enqereyê li dar bixe, li navçeya Rezan a Amedê li eywaneke dawetê bi dirûşma “Em ê bi civaka rexistinbûyi jiyana azad ava bikin” konferansa xwe ya mezin li dar xist. Di konferansa ku bi hezaran kes tev li bûn de belgeya helwestê hate eşkerekirin.

DBP’ê “Belgeya Helwestê ya Konferansa Em ê bi Civaka Rêxistinbûyî Jiyana Azad Ava Bikin” bi zimanên kurdî û tirkî amadekir. Di belgeyê de nexşerêya xeta têkoşînê ya dema pêş destnîşan kir. Di belgeya helwestê de azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk hate diyarkirin. Berdevka Meclisa Jinan a DBP’ê Aynûr Sarica belgeya helwestê xwend.

Belgeya helwestê ya DBP’ê wiha ye:

“Daxuyannameya Konferansa me ya der barê eniya têkoşînê ya ji bo serdema li pêşiya me de ye. Konferansa me di 5’ê Mijdara 2023’yan de li Amedê bi şîara “Em Bi Civaka Birêxistinbûyî Jiyana Azad Ava Bikin” hat lidarxistin.

Di serî de em şehîdên xwe yên demokrasiyê bi minetdarî bi bîr tînin; wek nîşaneya şopdariya bîranînên wan, em sozê xwe yê gihîştina serkeftinê careke din dubare dikin. Şehîdên demokrasiyê, di serî de gelê Kurd, ji bo azadî û mafên bingehîn ên gelên bindest têkoşîneke dîrokî meşandine, îro jî Partiya Herêmên Demokratîk vê angaşta kevneşopiya siyaseta me ya birûmet bi israr û biryar didomîne. Em hevrayên xwe yên ku ji ber nirxên pîroz ên têkoşîna me ya azadiyê di zindanên faşîzmê de ne û ligel tevahiya dijwariyan li qadan berxwedana xwe didomînin û gelê xwe yê berxwedêr bi hestên şoreşgerî silav dikin.

Wek gel em di pêvajoyeke dîrokî û xeternak re derbas dibin. Partiya me di çarçoveya xebatên Kongreya Awarte ya 6’emîn de, di civînên bi gel re de hem serdema borî, hem jî pêdiviyên serdema têkoşînê ya li pêşiya me bi awayekî berfireh nirxandin. Di vê çarçoveyê de kongreyên me yên bajar û navçeyan bi piranî hatin çêkirin. Bi hêz û morala ku me ji nîqaşên ku bi gel û rêxistinên me re hatine kirin me girtî îro (5’ê Mijdara 2023’yan), li Amedê, bi beşdariya bi hezaran kesan, me konferansa xwe ya mezin bi şîara “Em Bi Civaka Birêxistinbûyî Jiyana Azad Ava Bikin” li dar xist. Pêvajoya konferans û kongreyê biryardariya têkoşînê ya teqez û qewîn a gelê me û rêxistinên partiya me ya li dijî êrîşên tund û bê navber ên faşîzmê careke din derxistiye holê. Li ser bingeha ezmûnên rabirdûyê yên ku bi rêya rexne û xwerexneyê derketine holê, wek partî, me peywir û berpirsiyariyên rêxistinî, polîtîk û bîrdozî yên serdema nû destnîşan kirine û me vîn û biryardariya têkoşînê hatiye kirpandin.

Konferansa me qeyrana ku pergala modernîteya kapîtalîst tê de ye û bi wê ve girêdayî aloziya ku li Rojhilata Navîn heye û rewşa şer a ku li Kurdistanê didome bi awayekî berfireh nirxand. Bi zanîna ku tekane rêya çareseriyê modernîteya demokratîk e, girîngiya sepandina hişmendî û Paradîgmaya Demokratîk, Xwezaparêz û Azadîparêziya Jinê ya ku Rêzdar Abdullah Ocalan pêşkêşî mirovahiyê kiriye hat kirpandin. Konferansa me êrîşên qirkirina xwezayê, qirkirina civakê û qirkirina çandî ya ku faşîzma netewedewletê û hevkarên wê li Kurdistanê pêk tînin nirxand û biryar da ku di çarçoveya xurtkirina xeta çalakiyên demokratîk ên “Têkoşîna Bîrdozî”, “Perwerdehî û Rewşenbîrî”, “Birêxistinbûn û Avabûn” de têkoşîn bê xurtkirin û li ser vê bingehê daxwaza nasname û statuyê ya gelê Kurd bi şîara “Em Bi Civaka Birêxistinbûyî Jiyana Azad Ava Bikin” bê geşkirin. Konferansa me di çarçoveya vê rojevê de nexşerêya serdema li pêşiya me diyar kiriye û xeta têkoşînê zelal kiriye. Li gor vê yekê;

Li dijî qeyrana modernîteya kapîtalîst tekane rê moderniteya demokratik e

Qeyranên piralî yên ku modernîteya kapîtalîst dijî zêdetir û mayînde dibin. Qeyran û aloziyên ku derketine holê êdî gihîştine asteke wisa ku li hemberî hebûnê xetereyan diafirînin. Pergala kapîtalîst a ku xwe bi şeran didomîne, mêtingeriyê zêdetir dike û di serî de Rojhilata Navîn, gelek qadên cîhanê veguherandiye qada pevçûn û şerên bêdawî. Li herêmên şer û pevçûnan ên ku bi jehra nijadperestî û olperestiiyê gelan dikin dijminên hev û berî hev didin, tawanên li hemberî mirovahiyê tên kirin. Bi komkujî, qirkirin, birçîbûn û xizaniyê bi milyonan mirov ji cih û warên xwe tên derxistin, bi darê zorê koç dikin, bi sedan milyonan kes ji pêdiviyên bingehîn ên jiyanê bêpar dimînin, bi milyaran kes nikarin xwe bigihînin ava paqij, pergala xwezayî tê hilweşandin û mirovahî ber bi karesatê ve diçe.

Ya xeternak jî ev e ku pergala modernîteya kapîtalîst a ku berpirsa vê rewşê ye û netewedewletên ku amûrên wê ne tu rêyeke wan a çareseriyê ji bo van pirsgirêkên ku ji bo mirovahiyê gihîştine asta karesatê tune ye. Berovajiyê wê, di serî de çavkaniyên aboriyê yên mirovahiyê yên ku xistine binê kontrola xwe, tevahiya derfetan ji bo şer, qirkirin û qetliyamên nû bi kar tînin. Alozî û qeyranên ku ji ber avaniya pergalê derdikevin holê, şer û mêtingerî, ne pêkan e ku ji aliyê pergalê ve bên çareserkirin. Ev pergala wehşî bi tevahiya sazî û lijneyên xwe xitimiye û têk çûye. Her wekî ku mar bi qemçika xwe vedide, netewedeweletên ku berhemên pergala modernîteya kapîtalîst in û li ser bingeha olperestî, nijadperestî, zayendperesetî û siyaseta rastgir hatine avakirin, pergala modernîteya kapîtalîst ji holê rakiriye; bi hişmendiya “kî bi kê bikaribe” ya ku karakter û rûyê rasteqîn ê pergalê ye serdemeke ku zagonên wehşetê derbasdar in afirandiye. Wehşeta modernîteya kapîtalîst bêguman civakîbûn û nirxên wê, gelên ku bi darê zorê tên koçkirin, tên qetilkirin û mêtin ji xwe re dike armanc. Ji ber vê yekê jî, li hemberî pergala civakkuj, jinkuj û xwezakuj, çareserî bi pêşengiya şoreşgeriya demokratîk û gelên bindest, têkoşîna yekgirtî û hevpar e. Tekane çareseriya li hemberî pergala dagirker, mêtinger û kujer û wek amûreke wê netewedewlet a ku bi nijadperestî, olperestî, mezhebperestî û dijminatiya jinê gelan jehrî dike û berî hev dide, bi Paradîgmaya Demokratîk, Xwezaparêz û Azadîparêziya Jinê, pergala neteweya demokratîk, xweseriya demokratîk û konfederala demokratîk a ku li ser bingeha wekheviya tevahiya cudahiyan tê avakirin e.

Konferansa me, li ser bingeha rastiya ku li hemberî van her du êrîşkarên ku bingeha xwe ji aliyê bîrdozî, polîtîk û hişmendiyê ve ji heman çavkaniyê digirin, ne bêalternatîf, bêçare û bêçareserî ye, bi awayekî zelal biryardariya xwe ya ji bo xurtkirina têkoşîna ji bo Paradîgmaya Demokratîk, Xwezaparêz û Azadîparêziya Jinê û beşdariya tevahiya gelan a vê têkoşînê diyar kiriye.

Bandora gerîneka stemkar û xwînrêj a modernîteya kapîtalîst a ku li ser bingeha şer û mêtingeriyê xwe he dike herî zêde li Rojhilata Navîn heye. Pirsgirêkên ku di encama hişmendiya înkar û îmhayê ya ku cudahiyan tune dihesibîne ya netewedewletên despotîk de derketine holê bi sedan salan in bi sepanên nijadperest, olperest û mezhebperest rê li çareserkirina wan hatine girtin. Cudahiyên etnîkî, bawerî û çandî yên gelan ên ku li ser bingeha wekheviyê bi hêsanî dikarin werin gel hev, pirsgirêkên aborî, civakî û polîtîk ên herî hêsan jî veguherandine qadên pevçûnên mayînde yên şer û mêtingeriyê. Gelên herêmê yên ku di nava netewedewlet, olperestî û nijadperesetiyê de hatine fetisandin ketine gerîneka mêtingerî û paşverûtiyeke reştarî û hêza wan a çareserkirina pirsgirêkan bê liv û tevger maye. Vê gerîneka stemkar û xwînrêj ji aliyekî ve ji bo ku netewedewlet desthilatdariya xwe bidomînin, ji aliyê din ve jî ji bo ku berhem û çavkaniyên herêmê ji bo hêzên hegemonîk ên kapîtalîst bên pêşkêşkirin zemînê diafirîne.

Di serî de pirsgirêkên Kurdistan û Filîstînê, tevahiya şer û pevçûnên ku li herêmê diqewimin encamên Şerên Parvekirinê yên Cîhanê yên Yekemîn û Duyemîn ên pergala modernîteya kapîtalîst û dîzayna ku li herêmê çêkirine ne. Civakên ku tê de komên etnîk, bawerî, çand, erdnîgarî û gelheyên cuda li gel hev dijîn, bi armanca afirandina netewedewletan, bi polîtîkayên nijadperest kirine dijminên hev. Di serî de pirsgirêkên Kurdsitanê û Filîstînê yên ku faşîzma netewedewletan bi awayê herî hovane û xwînrij tê sepandin, ne pêkan e ku tu pirsgirêkeke Rojhilata Navîn a ku modernîteya kapîtalîst û netewedewlet bûne sedem ji aliyê vê pergalê ve bê çareserkirin. Çareseriya ku netewedewlet dixwaze ew e ku yek ji gel, bawerî û çandên ku kiriye aliyên/eniyên cuda bê îmhakirin. Lewra tiştê ku ev sed sal in bi qetliyam û komkujiyan li ser gelên herî kevnar ên herêmê, Kurd, Filîstînî, Ermen, Suryan, Belûç û bawerî û çandên din tê ferzkirin jî ev e. Dema ku mirov li nexşeya Filîstîn û Îsraîlê binihêre, mirov bi hêsanî bigihîje vê encamê ku tekane rêya çareseriyê neteweya demokratîk, xweseriya demokratîk û konfederalîzma demokratîk a li ser bingeha Paradîgmaya Birêz Abdullah Ocalan a Demokratîk, Xwezaparêz û Azadîparêziya Jinê ye. Ji ber vê yekê, di serî de pirsgirêka Kurdistan û Filîstînê, tekane rêya çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn ew e ku dev ji hişmendiya netewedewletê ya ku sed sal berê li ser înkar û îmhaya cudahiyan hatiye sêwirandin bê berdan û statukoya heyî bê rûxandin.

Di vê çarçoveyê de, konferansa me, bangî tevahiya aliyên demokratîk dike ku beşdarî têkoşîna me bibin û piştgiriyê bidin partiya me ya ku li hemberî hişmendiya netewedewleta yekparêz û înkarker a modernîteya kapîtalîst têkoşîna xwe mezin dike û mizgîna bihara azadiyê dide gelên li Rojhilata Navîn.

Pirsgirêka Kurdistanê ya ku di navbera çar netewedewletan de hatiye parvekirin, pirsgirêka statuya Kurdan a ji bo herêmê girîng e ye. Mirov nikare di nava sînorên netewedewletekê de bihêle û bi wî awayî binirxîne. Pirsgirêka Kurdistanê kilîla hişkgirêya Rojhilata Navîn e û di heman demê de çareserkirina wê tê wateya çareserkirina vê hişkgirêya ku alozî û qeyranan diafirîne. Xeta têkoşînê ya polîtîk, bîrdozî û bi pergal a ku gelê Kurd ê şoreşger bi dost û hevkarên xwe yên demokrat re bi pêş xistiye, bi taybetî ji bo gelên li Rojhilata Navîn, bi gelemperî jî ji bo tevahiya mirovahiyê veguheriye hêviya jiyana nû. Di serî de şoreşa jinê ya ku gelê Kurd li Rojhilata Navîn pêk anî, jiyana hevpar a li ser bingeha wekheviya cudahiyan a di çarçoveya neteweya demokratîk de ya ku gelan, baweriyan û çandan bi Şoreşa Rojava destkeftiyên civakî, polîtîk û bîrdozî ava kir, hêzên modernîteya kapîtalîst aciz kir. Modernîteya kapîtalîst a ku di tevahiya dîrokê de êrîş birine ser pergalên alternatîf, bi erêkirin û çavlêgirtina hêzên hegemonîk, faşîzma AKP û MHP’yê bi dijminatiya Kurdan a ku wek sedema hebûna xwe dibîne, dest bi êrîşên dijwar ên li hemberî Rêveberiya Xweser û Demokratîk a Bakur û Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê kiriye. Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî dagir kiriye, Kurd ji cih û warên wan derxistine, bi darê zorê ew dane koçkirin, çete li van cih û waran bi cih kirine û tawanên şer ên ku guherîna demografîk a ku tawana li dijî mirovahiyê ye ji xwe re dikin armanc, pêk anîne. Bi hevkariya PDK’yê ambargo daniye ser Rojava û kiriye ku gel tehcîr bike û herî dawiyê jî sîvîl û binesaziya jiyanî ji xwe re kiriye armanc û bi vî awayî hişmendiya xwe ya faşîst û qirker nîşan daye. Di serdemeke krîtîk a ku li Rojhilata Navîn hevseng bi şeran ji nû ve tên sêwirandin de, hevkariya ku PDK’yê bi dagirkeran re kiriye, li çar aliyên Kurdistanê , têkoşîna azadiyê û dahatûya gelê Kurd rûberî xetereyên girîng dike.

Faşîzma ku stratejiya ku Kurdistanê dike qada xwe ya berbelavbûnê bi pêş dixe, li hundir jî di serî de bi operasyonên qirkirina siyasî û sepanên îşkenceyê yên li zindanan, li dijî nasname, ziman û çanda Kurdan hemû cureyên êrîşan pêk tîne; li hemberî têkoşîna me ya azadî û demokrasiyê, bi nijadperestî û olperestiyê hewl dide ku hevkarên nû ji xwe re biafirîne. Li hemberî polîtîkayên civakkujî, çandkujî û jinkujiyê yên faşîzmê, têkoşîna nuwaze ya gelê me, ligel berdêlên giran jî, di hemû qadan de didome. Têkoşîn û berxwedana li derve ya partiya pêşeng, li hundir a bi hezaran girtiyên siyasî, li qadan a bi milyonan hemwelatiyan bê navber didome. Li dijî paşverûtiyê, Tevgera Jinê li Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê pêşengiya şoreşa hişmendiyê dike. Di tevahiya qadên têkoşînê de rêberiya pêşeng li ber xwe dide, partî li ber xwe dide, gel li ber xwe dide. Asta êrîşan çiqas bilind dibe bila bibe, berdêl çiqas mezin dibe bila bibe, gelê Kurd israra di jiyana azad de didomîne, xwedî li axa xwe, zimanê xwe, nasnameya xwe, çanda xwe û nirxên xwe derdikeve û têkoşîna xwe didomîne.

Konferansa me, biryara xwe dubare kiriye ku wek mafekî jêneger ê gelê Kurd, heta daxwaza statuyê pêk were, dê ev daxwaz her roj hinekî din bê xurtkirin. Di rewşeke ku Rojhilata Navîn a ku Kurdistan di dilê wê de ye bi şikestineke dîrokî re rû bi rû ye de, Konferansa me şîara “Em Bi Civaka Birêxistinbûyî Jiyana Azad Ava Bikin” ji xwe re wek armanc diyar kiriye. Di vê çarçoveyê de;

Birêz Abdullah Ocalan bi qasî ku vîn û nûneriya civakî û polîtîk a têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelê Kurd e; rêberiyeke dîrokî û bîrdozî ya ku ji pirsgirêkên mirovahiyê re çareseriyan diafirîne ye. Tekane muxatabê çareserkirina pirsgirêka Kurdan a bi rêya diyalog û muzakereyan e. Ev 25 sal in ku bi tecrîdeke teqez a ku sûcê mirovahiyê ye hatî dîlgirtin. Ev yek jî astenga herî mezin a li pêşiya çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurdan e. Ne pêkan e ku mirov Birêz Ocalan bêyî pirsgirêka Kurdan û pirsgirêka Kurdan jî bêyî Birêz Ocalan bigire dest. Jixwe hewl û lêgerînên bi vî rengî li gor Kurdan xizmeta çaresernebûnê dikin. Dîrokê û pratîkên borî nîşan dane ku heke Birêz Ocalan biaxive, gel diaxivin, baweriyên aştîxwaz diaxivin, çand û beşên civakî diaxivin. Berovajiyê vê jî, heke tecrîd li ser Birêz Ocalan bê sepandin, dê gel û tevahiya beşên civakê jî bên tecrîdkirin. Birêz Ocalan kîngê axivîbe, di serî de pirsgirêka Kurdan, ji bo tevahiya pirsgirêkên gelên Tirkiyeyê û herêmê bi raman û pêşniyazên xwe çareserî afirandine; li derveyî şer û pevçûnan, rêyên diyalog û muzakereyê ji bo pirsgirêkan vekiriye. Dema ku tecrîda teqez a faşîzmê giran bûye jî, rewşa şer û pevçûnan dest pê kiriye, dijminatî û dûrketina ji hev a gelan, baweriyan û çandan bi pêş ketiye.

Tecrîda teqez a dermirovî hem rê li çareserkirina pirsgirêka Kurdan digire, hem jî derfet û hêviya aştiyê û pêkvejiyanê ya gelên ku li Tirkiyeyê dijîn ji holê radike. Çareserkirina pirsgirêka Kurdan a li ser bingeha daxwaza statuyê ya gelê me; ji bo ku hêviya aştiyê ya gelan bigihîje armanca xwe, bidawîkirina tecrîda teqez a li ser Birêz Ocalan tê sepandin, peywira ehlaqî, wijdanî û civakî ya tevahiya kes û aliyên ku doza demokrasiyê dikin e.

Di konferansa me de, wek xala sereke ya rojevê, têkoşîn û berxwedana ji bo bidestxistina azadiya fizîkî ya Birêz Ocalan hatiye diyarkirin û hatiye destnîşankirin ku jiyana di binê tecrîdê de bi tu awayî nayê pejirandin.

Rojhilata Navîn herêma ku herî zêde alozî û qeyrana pergalî lê kûr bûye ye. Têkildarî vê yekê, ji geşedanên siyasî yên li herêmê herî zêde Kurdistana ku dilê vê herêmê ye bandor dibe û her wiha herî zêde bandorê dike ye. Nebûna yekîtiya neteweyî ya Kurdan kiriye ku di serdemên alozî û qeyranên gerdûnî û herêmî de, di werçerxanên dîrokî yên hatine jiyîn de, di pêvajoya teşegirtin û dîzaynê de, Kurd bê statu bimînin. Di serdema ku statukoya sed sal berê li ser bêstatuhiştina gelê Kurd û parçebûna Kurdistanê hatiye avakirin hildiweşe de; pêvajoyeke nû ya teşedan û dîzaynê çêdibe. Netewedewletên despotîk ên ku hebûna xwe li ser înkarkirina gelê Kurd ava kirine dixwazin dîsa gelê Kurd bê statu bihêlin û pêvajoya qirkirinê ya ku sed sal berê dane destpêkirin, bi encam bikin. Di vê pêvajoya dijwar û çetîn de, dubarenekirina şaşiyên borî ji bo dahatûya gelê Kurd û Kurdistanê xwediyê girîngiyeke jiyanî ye. Di vê pêvajoya li pêşiya me ya hebûn û nebûnê de, avakirina yekîtiya neteweyî tê wateya teqezkirina bidestxistina statuyê, parastina hebûnê û bidestxistina azadiyê.

Konferansa me, girîngî û divêtiya demildest a yekîtiya neteweyî ya di pêvajoya li pêşiya me de destnîşan kiriye, bang kiriye ku li hemberî kes û aliyên ku di vê pêvajoya dîrokî de piştgirî nedane yekîtiya neteweyî helwesteke neteweyî bê nîşandan. Dîsa, ligel tevahiya astengiyan jî, konferansa me têkoşîna ji bo bi awayê herî berfireh yekîtiya neteweyî bê avakirin wek peywireke sereke daye ber xwe.

Her çiqas di encama têkoşîna ku gelê me bi berdêlên giran daye de êdî bîrdoziya fermî nikaribe bi awayekî vekirî nasnameya Kurd înkar bike jî, li hemberî Kurdî û çanda Kurdan polîtîkayên înkarê bi konetî û xasûkî didomîne. Bi polîtîkayên bişaftin û entegrasyonê yên ku bi awayekî bi pergal û bi zanîn tên sepandin, Kurdî û çanda Kurdan bi awayekî fiîlî tên qedexekirin, di tevahiya qadên jiyanê de hewl tên dayîn ku bên tunekirin. Nirxên dîrokî yên Kurdistanê û erdnîgariya wê bi hişmendiya xenîmetxwariyê ya paşverû tên talankirin. Ji aliyekî ve bi santralên termîk, bendav û kanan hevsenga xwezayê tê tehrîbkirin, ji aliyê din ve jî daristan bi destê cerdevanan tên talankirin. Axayên madeyên hişbir, fuhûş û mafyayê tên paşguhkirin, bi vî awayî tên teşwîqkirin û li hemberî gelê Kurd qirkirina civakî tê sepandin.

Konferansa me, li hemberî qirkirina çandî, qirkirina xwezayê û qirkirina civakî ji bo ku birêxistinbûna cewherî ya gelê me bi pêş bikeve, li tevahiya tax û kuçeyan li hemberî axayên madeyên hişbir û fuhûşê birêxistinbûn çêbibe, geşkirina têkoşîn û berxwedanê wek peywirekê daniye ber xwe.

Xespa qeyûman a ku faşîzm ji sala 2016’an vir ve pêk tîne, di bingeha xwe de, bi hişmendiya mêtingeriyê, înkarkirina mafên hilbijartin, hilbijirîn û xwebirêvebirinê ya gelê Kurd e. Ango sepandina koletiyê ya di sedsala 21’emîn de ye. Çawa ku heta roja îroyîn jî gelê Kurd destûr nedaye polîtîkayên kolekirinê yên faşîzmê; ji niha û şûnde jî deskeftiyên ku bi berdêlên giran bi dest xistine dê heta dawiyê biparêze. Gelê ku felsefeya “Azadî bi xwebirêvebirinê dest pê dike” ji xwe re kiriye şîar û kevneşopiya me ya têkoşînê dê bi tu awayî dev ji mafê xwebirêvebirinê bernedin.

Konferansa me, li hemberî sepana qeyûman a ku mêtingerî û koletiyê li ser gelê me ferz dike, di serî de mafên statu, xwebirêvebirin, hilbijartin û hilbijirînê, parastina tevahiya destkeftiyan, wek peywireke neteweyî nirxandiye.

Di hîmên hegemonyaya çandî û aborî ya hişmendiya netewedewletê de hegemonyaya bîrdozî ya ku afirandiye heye. Bi amûrên ragihandinê û çapemeniya ku xistiye binê nîrê xwe, her roj li gor berjewendiyên xwe, ji nû ve teşe dide kesayet û rastiya civakî. Ji aliyekî ve serdestiya xwe ya bîrdozî ya heyî disepîne, ji aliyê din ve jî bi propagandaya “dawiya bîrdoziyan” têkoşînên bîrdozî yên ku ji bo xwe wek xetere dibîne krîmînalîze dike. Li hemberî êrîşên çeprastkirina hişmendiyê, bêyî têkoşîna giştî ya bîrdozî ya ku xwediyê pergaleke fikirînê ya watedar e, ne pêkan e ku tu têkoşînek li gor rêgez û armancên xwe yên stratejîk bi ser bikeve. Di van salên dawîn de, ji aliyekî ve bê navber êrîşê tînin ser gelê me û têkoşîna me ya demokrasiyê, ji aliyê din ve jî di binê navê olperestî û nijadperestiyê de rastiyên çêkirî yên ku dê xizmeta bîrdoziya fermî bikin li ser me ferz dikin. Tekane peywira “van aliyên çêkirî” yên ku mafên bingehîn ên gelê Kurd ên statu, ziman, nasname û mafên çandî ji nedîtî ve tên ew e ku êrîşê bînin ser nirxên ku gelê me bi berdêlên giran bi dest xistine û hişyariya gelê me çeprast bikin.

Konferansa me, dê li hemberî êrîşên bîrdozî yên bîrdoziya fermî ya ku hebûna xwe li ser nebûna gelê Kurd ava kiriye û hevkarên wan ên ku bi teşe û gotinên cuda didomînin, têkoşîna bîrdozî û şoreşa hişmendiyê ya ku nirxên gelê me yên dîrokî, civakî û çandî di hemû şert û mercan de bi pêş dixe û diparêze, bê navber bidomîne.

Di kevneşopiya me ya siyasî de, xebatên perwerdehî û ronakbîriyê amûrên sereke yên guherîn û veguherînê ne. Xebatên perwerdehî, hişyarî û ronakbîriyê yên li hemberî çeprastkirina hişmendiyê ya ku faşîzma netewedewletê di çarçoveya bîrdoziya fermî de, bi awayekî bi pergal li hemberî gelê Kurd disepîne û propagandaya reş a çapemeniya ku kiriye binê nîrê xwe, ji hemû deman zêdetir, xwediyê girîngiyeke jiyanî ne. Beşdariya gel a bandorker a pêvajoyên siyasî, sepandina xebitîna demokratîk; serdestkirina ehlaq û çandeke siyasî ya zelal û berbiçav a ku dikare hesab jê bê pirsîn a di jiyana civakî û siyasî de, ji bo avakirina civaka demokratîk û jiyana nû jêneger in. Em ê siyaseta ku modernîte û hişmendiya netewedewletê kiriye binê nîrê xwe, bikin malê gel û em ê siyasetmedaran çênekin; em ê rastiya gel a ku siyasetê bike hêzdar bikin. Li ser vê bingehê, mîrateyeke mezin û destkeftiyên girîng ên ku xebatên perwerdehî û ronakbîriyê yên kevneşopiya siyasî ya ku em nûneriya wê dikin afirandine, heye.

Ligel propagandaya reş a ku faşîzm dike jî, xebatên perwerdehî û ronakbîriyê yên ku kevneşopiya me dike, partiya me û rastiya gelê me yên ku nirxên demokratîk pejirandine, asta wan a bîrdozî û polîtîk bilind e afirandine. Em ê rastiya xwe ya gel a ku dixwîne, nîqaş dike, xwe û derdora xwe perwerde dike, diguherîne û vediguherîne hêzdar bikin û xebatên xwe yên avakirina civakeke demokratîk zêdetir bi pêş bixin.

Konferansa me, pêdiviya bi vê yekê kirpandiye û wek peywirekê ev yek diyar kiriye: divê dibistana partiya me, rêxistinên partiya me û endamên me di vê pêvajoyê de wek neferên ronakbîriyê bixebitin, xwe bigihînin hemû taxan, hemû kuçeyan û hemû malan û seferberiya me ya ronakbîriyê bi awayê herî berfireh bimeşînin.

Birêxistinbûyîn awayê herî bingehîn ê hebûna civakî ye. Civak, gel û partiyeke ku birêxistinbûyîna xwe ya cewherî ji dest berdaye, teqez rûberî pirsgirêka hebûn û nebûnê dibe. Gel û civakeke ku birêxistin nebûbe, bêguman dê bê birêvebirin, mêtin û dê tune bibe. Ji ber vê yekê, oranîzasyona herî rêxistinbûyî ya di dîrokê de ya ku jê re dewlet tê gotin, birêxistinbûyîna xwe pîroz dike; destûrê nade birêxistinbûnên herî biçûk û hêsan ên ji derveyî xwe û bi rêya tundiyê dixwaze wan tune bike. Wek gel, hebûna me û civakîbûna me di binê êrîşên giran de ne. Şîara “Bi qasî ku tu birêxistin dibî û birêxistin dikî tu he dibî” ya kevneşopiya me ya siyasî rûdana vê rastî û hişyariyê ye. Gelê me yê ku bi girîngiya birêxistinbûyînê dizane, li hemberî tevahiya êrîşên faşîzmê birêxistinbûyîna xwe ya cewherî wek pêşikiyeke sereke dîtiye. Bi dehan hezaran endam û hilbijêrên partiya me yên ku hatine binçavkirin, bi hezaran hevrayên me yên ku di zindanan de hatine dîlgirtin, nîşaneya herî berbiçav a vê yekê ye; berdêla wê çi dibe bila bibe, gelê me dê bi tu awayî dev ji birêxistinbûyîna xwe bernede.

Mîrate û ezmûna birêxistinbûyînê ya ku kevneşopiya me ya siyasî bi berdêlên giran û kedeke mezin afirandine, nexşerêya mezinbûna bi birêxistinbûyînê ne. Di çarçoveya xebatên me yên têkoşîna bîrdozî, perwerdehî û ronakbîriyê de, em ê xwe bigihînin tevahiya endamên gelê xwe, em ê xebatên xwe yên birêxistinbûyînê ji bajaran ta navçeyan, ji taxan ta kuçeyan û gundan bimeşînin.

Konferansa me, xebatên birêxistinbûyînê nirxandine, girîngiya wan kirpandiye û wek peywirekê daniye ber rêxistinên partiya me û bi hezaran endamên me yên ku beşdarî konferansê bûne. Her wiha, konferansa me ji bo beşdariya seferberiya birêxistinbûyînê ya ku em ê di pêvajoya li pêşiya me de bikin, bangî tevahiya welatparêzên me kiriye.

Mafê çalakiyên demokratîk yek ji azadiyên bingehîn ên pergal û civakên demokratîk e. Faşîzma AKP û MHP’yê îro rêyên lêgerîna mafan ji bilî xwe, li tevahiya beşên civakê bi awayekî fiîlî qedexe kiriye. Di serî de jin, kedkar, karker, bêkar û xizan, em ê ligel tevahiya bindenstan kuçe û qadên ku beşên jêneger ên demokrasiyê ne bi tu awayî neterikînin. Li ser bingeha hevkariya di têkoşînê de ya gelê me û hêzên demokratîk, em ê xeta çalakî û têkoşîna demokratîk bi pêş bixin. Em ê pêşengiya guherîn û veguherîna demokratîk û azadîparêz a civakê ya ku faşîzm dixwaze bêdeng û bêbertek bihêle, bikin.

Konferansa me, ji bo hilweşandina faşîzmê, pêdiviya têkoşîna demokratîk wek peywirekê daniye ber xwe û bang li tevahiya hêz û aliyên demokratîk dike ku bi gelê me re berxwedanê xurt bikin.

Jinên ku bi hişmendiya dê sedsala 21’emîn bibe sedsala jinan derketine rê, berpirsiyariya ku dê têkoşîna azadiya jinê bigihînin serkeftinê hildigirin. Di vê sedsalê de em dibin şahidê wê yekê ku wek felsefeyeke jiyanê, şîara “Jin Jiyan Azadî” şoreşeke civakî çêdike. Li dijî polîtîkayên şerê taybet ên ku kapîtalîzm, faşîzm û desthilatdariyê afirandine, em rêxistinbûna jinan xurt dikin; em paradîgmaya xwe ya demokratîk, û xwezaparêz a ku azadiya jinê diparêze di tevahiya qadên jiyanê de birêxistin dikin.

Têkoşîna jiyanê ya hevalên me yên ku bûne mînakên pêşeng ên jina azad ên di dîroka me de yên wek Sara, Turkan, Sêvê, Asya, Denîz Poyraz, Nagîhan Akarsel, Hevrîn Xelef rêya me ronî dike. Bi vê mîrateya ku me ji jinên azad wergirtiye, divê ji hemû deman zêdetir em bîrdoziya rizgariya jinê bi pêş bixin, rêxistinbûna jinê di tevahiya qadên jiyanê de pêk bînin, gund bi gund, tax bi tax, mal bi mal bigerin, bixebitin û xwe bigihînin her kesî. Divê em ji nêzikatiyên elîtîst, çînî û teng xwe dûr bigirin; em bîrdoziya azadiya jinê bi pêş bixin; paradîgmaya xwe bi civakê bidin nasîn û pejirandin; rêxistinbûna demokratîk a gel hêzdar bikin.

Divê em hêza jinê ya ku bi hişmendiya jina azad xwe xemilandiye nîşanî civakê bidin û hêza sereke ya civaka demokratîk ava bikin. Divê em bi hişmendiya jina azad, bi ruhê xebata hevpar xwe bigihînin tevahiya qadên jiyanê, rêyên çareseriyê yên hevpar biafirînin û têkoşîna şiyarkirina civakê geş bikin. Divê em li gor avaniya civakê polîtîkayên xwe diyar bikin, rastiya jinê ya ku bi polîtîkayên şerê taybet her tim di binê êrîşa pergalê de ye birêxistin bikin û lêgerîna xwe ya azadkirina civakê xurtir bikin.

Dirûşma me ya “Jin Jiyan Azadî” ne bi tenê diruşma jinan e, veguheriya diruşma têkoşîna tevahiya civakê. Ji bo ku em heqîqeta têkiliya di navbera jinê û jiyanê de derxin holê, em di konferansa xwe de dibêjin “Jin Jiyanê Birêxistin Dike”.

Ji bo ku civakîbûn û jiyan ji nû ve bên avakirin, jiyana jin û mêr divê di her warî de bi awayekî wekhev û azad bê honandin. Di pergala kapîtalîst, faşîst û desthilatdarperest de jiyan bi her awayî li gor dethilatdariya mêr hatî sêwirandin. Tevahiya qadên jiyanê li gor pêdivî û berjewendiyên mêr hatine sêwirandin. Talankirina xwezayê ya li gor berjewendiyên kapîtalê, tengkirina qadên jiyanê yên jinan, jiyana tekparêz û desthilatdarperest diafirîne. Sêwirandina jiyanê ya li gor xwezaya jiyanê jî jiyana azad û wekhev diafirîne. Ango jiyana ku jin û mêr li ser bingeha têkiliyên azad û wekhev ji nû ve disêwirînin bixwe ye.

Hevserokatî; nûneriya wekhev, jiyana azad û wekhev e û qadek e ku her du cins bi heman pîvanan têkoşîna avakirineke xweş û xurt didin. Beşdariya wekhev, hevpar, demokratîk, azadîparêz û rasterast ji xwe re dike bingeh û yekûna rêgezên ruhnik û ku dikarin hesab bidin e. Pergaleke ku divê di tevahiya qad û pêvajoyên rêxistinbûna civakî ya demokratîk de bê esasgirtin û bipêşxistin e. Em bi biryar û bi israr in ku em vê pargala xwe di tevahiya qadên jiyanê de bisepînin; rêxistinbûna jinê bi pêş bixin; bandora rêxistinên xwe zêdetir bikin; xebatên perwerdehî û akademiyê yên li ser bingeha xeta azadîparêziya jinê geştir bikin; têkoşîna xwe ya li hemberî êrîşên hundirîn û derveyî yên hişmendiya mêrsalar xurtir bikin.

Ciwan di kevneşopiya siyaseta me ya demokratîk de her tim bûne dînamoya têkoşîna me. Di têkoşîna me ya ku me bi şîara “Me bi ciwanî dest pê kir, em bi ciwanî bi ser bikevin” dest pê kir de, cihê ciwanan her tim pêşengî bûye. Xebatên me yên ciwanan xwediyê mîrateyeke bêhempa ne. Ev mîrate bi ked û berdêlên mezin hatiye afirandin û xwediyê ezmûnên girîng e. Rola ku ciwanan di mezinbûn û gihîştina roja îro ya gelê me û têkoşîna me de leyîstiye, nîşaneya herî girîng mîsogeriya serkeftina têkoşîna me ya bi rûmet e. Ciwanên ku dahatûya civakê ne di heman demê de hêza pêşeng a guherîna demokratîk û domdariyê ne. Bi awayekî çalak cihgirtina ciwanên dînamîk û guherînparêz a di siyasetê de, beşdariya wan a pêvajoyên afirandina polîtîkayan, ji bo avakirina jiyana nû ya li ser bingeha azadîparêz û demokratîk bivênevê ye.

Ji ber ku ciwan pêşengiya têkoşînê dikin, dibin armanca sereke ya faşîzmê. Ji bo ku ciwan birêxistin nebin û tevlî têkoşînê nebin, faşzîm gelek dek û dolaban çêdike. Faşîzm, ji bo ku rê li ber hêza guherîn û veguherînê bigire û pêşengiya civakê ya ciwanan asteng bike, li hemberî torên mafya, çete, tiryak û fuhûşê bêdeng dimîne.

Konferansa me, girîngiyeke mezin daye xebatên ciwanên ku pêşengên têkoşîn û dahatûyê ne û ji bo ku bikaribin di siyasetê de pêşengiyê bikin, xurtkirina rêxistinbûna ciwanan wek xaleke sereke ya rojevê destnîşan kiriye.

Mîrateya me ya bi rûmet a ku têkoşîna me ya ku bi berdêlên giran ji aliyê kevneşopiya me ya siyasî ve tê meşandin afirandiye berpirsiyariyan datîne ser milên me. Bi van berpirsiyariyan, ji bo ku em peywirên ku Konferansa me ya “Em Bi Civaka Azad Jiyana Azad Biafirînin” li ser bingeha ezmûnên borî datîne ber me bi coş, moral, vîn û biryardarî pêk bînin, em Kongreya Awarte ya 6’emîn li dar dixin. Em tevahiya gelê xwe yê welatparêz vedixwînin vê rêwîtiya ku em ê tê de têkoşîn û berxwedana xwe geştir bikin.”