6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

TJA li Îzmîrê bi jinan re civiya

TJA di çarçoveya kampanyaya “Bi jin, jiyan, azadî ve ber bi azadiyê ve” de li Îzmîrê bi jinan re civiya.

Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya kampanyaya “Bi jin, jiyan, azadî ve ber bi azadiyê ve” de li Îzmîrê taşê da jinan û bi jinan re civiya. Çalakî, li avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê hate lidarxistin. Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Meral Daniş Beştaş, Parlamentera HEDEP’ê ya Îzmîrê Burcugul Çubuk û gelek aktîvîstên TJA’yê tev li çalakiyê bûn. Li cihê civînê pankarta “Bi jin, jiyan, azadî’yê ber bi azadiyê ve” hate daliqandin û beşdaran dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî berxwedana jinan” berz kirin.

Di çalakiyê de ji ewil aktîvîsta TJA’yê Şukran Adiyaman axivî. Adiyaman, bal kişand ser wate û girîngiya kampanyayê û got ku dê di vê pêvajoyê de hevdîtinên bi jinan re zêdetir bibin.

‘Jin pêşengtî dikin’

Piştre jî Serokwekîla Koma HEDEP’ê Meral Daniş Beştaş axivî û diyar kir ku jinên kurd pêşengtiya têkoşîna azadiyê dikin. Beştaş, wiha domand: “Jinên kurd bi taybet jî li Rojava şoreş kirin. Tevahiya jinên cîhanê dîtin bê ka jinên kurd li dijî hovîtiyê çawa têkoşiyan û serkeftinên wan dişopînin. Bêyî ku ferq û cudahiyê têxin navberê, jin li Tirkiyeyê bi destên hev digirin û bi hev re dimeşin. Îktîdarê, çav berdaye destkeftiyên jinan. Her tim zextê li jinan dikin. Divê di pêvajoyeke ku em ber bi hilbijartinên rêveberiyên herêmî ve diçin de tifaqa jinan hîn mezintir bikin.”