3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Boltan: Heqîqeta 50 milyon kurdî nayê astengkirin

Rojnameger Hakki Boltan, der barê astengî û gefxwarina belavkirina rojnameya me de axivî û ev tişt got: “Heqîqeta 50 milyon kurdî nayê astengkirin."

Zext û astengiyên li ser rojnameya me Xwebûn berdewam dikin. Di 15’ê cotmehê de polîsan li Otogara Amedê ji bo hejmara rojnameya me ya 148’emîn ku dê ji Stenbolê re bihata şandin gef li fîrmaya ku wê 155 rojnameyên me birina Stenbolê xwar û asteng kir ku rojnameyên biçin Stenbolê. Di 17 û 18’ê îlonê de jî polîsan li Otogara Amedê hejmara 144’emîn a rojnameya ku wê ji Mêrsînê re bihatine şandin desteser kiribûn.

Rêveberê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) rojnameger Hakki Boltan, têkildarî astengî û zextên li ser Rojnameya Xwebûnê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.

‘Netehmûlkirina kurdî’

Rojnameger Boltan, diyar kir ku astengkirina rojnameyên kurdî giredayî polîtikayên dewletê yên bişaftinê ne û wiha got: “Zext û zorên li ser rojnamegeriya kurdî ne nû ne. Sedema êrişên li rojnameyên kurdî bêtehamûliya li dijî kurdan û kurdî ye. Ji ber ku rojnameyên kurdî bêkemasî geşedanên heyî bi kurdî radigihînin raya giştî û dibejê hûn kurd in û xwedî maf in. Lê desthilatdarên Tirkiyeyê ji gelê kurd re dibêjin hûn tune ne û zimanê we jî tune ye. Rojnameya kurdî jî bi hebûna xwe heqîqetekê derdixe holê û îdiayên dewleta tirkî pûç dike. Ji ber wê jî desthilatdariya Tirkiyeyê peyvên kurdî kirine sedema cezayan û pirtûkên kurdî şewitandine.”

‘Hebûna wan şoreş e’

Boltan, hebûna rojnameyên kurdî weke şorêş pênase kir û got ku weşana Rojnameya Azadiya Welat şoreşeke zimanê kurdî bû. Boltan, bal kişand ser gotinên desthilatdarên Tirkiyeyê ku digotin “Zimanê kurdî ne ziman e û bi zimanê kurdî weşan û nivîs pêk nayê” û wiha got: “Lê bi xebatên rojnameya kurdî ew gotinên dewletê jî pûç bûn. Bi derketina Rojnameya Azadiya Welat ew kesên nîjadperest jî paş de gav avêtin. Heke li Tirkiyeyê hebûna rojnameya kurdî bihata tehemulkirin, dê ew qasî alozî û şer jî rû nedane. Desthilatdariya niha li dijî zimanê kurdî û gelê kurd şer dike. Heke rojnamegeriya kurdî li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê rastî astengkirinan neyê krîza ku li Tirkiyeyê rû dide jî dê çareser bibe.”

‘Heqîqeta kurdan nayê astengkirin’

Boltan, di dewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Di 17’e Îlonê de beyî ku tu hincet bên nîşandan Rojnameya Xwebûne li Otogara Amedê hat desteserkirin. Îro jî bi heman rêbazê gava dê ji Stenbolê re bihata şandin hat desteserkirin. Ev dijminatiya AKP-MHP’ê ya dijî rojnamegeriya kurdî ye. Girtina 16 hevalên me jî giredayî vê dijminatiyê ye. Her wiha rojnamegerên ku li qadê rastî astengkrinan tên jî giredayî astengkrina Rojnameya Xwebûnê ye. Yanî ev hemû wekî konsepta dijminatiya desthilatdariya Tirkiyeyê ya li dijî rojnamegeriya kurdî ye. Heqîqeta 50 milyon kurdî nayê astengkirin. Ji ber vê dijminatiyê rûmeta Tirkiyeyê jî di nava cihane de ji holê rabûye. Îro nimûneya vê yekê, pir aşkere tê xuyakirin.”

Paşdegavavêtin tuneye

Boltan, destnîşan kir ku tevî hemû zext û zoriyan jî rojnamegeriya kurdî paş de gav neavêtiye û wiha pê dê çû: “Li li gelek deverên cîhanê piştî ku zextên desthilatdaran zêde dibin, rojname paş de gav diavêjin û wekî desthilatdar û dewletê tevdigerin. Rojnamegerî bêhtir weke bulteneke desthilatdariyê tevdigere. Mafê bindestan, demokrasî û azadiyê li cihekî dihêlin û wekî bultenekê derdikevin. Lê çapemeniya kurdî tevî hemû zext û zordariyan jî berxwedana xwe didomîne û her diçe xurtir dibe. Rojnamegeriya kurdî bi desthilatdariyê xwedî nabe, bi qadê, bi mafan û azadiyê xwedî dibe. Ji ber wê jî paşdegavavêtin di rastiya çapemeniya kurd de tune ye. Bi maeşên dewletê û saziyan xwedî nabe, xwe bi rastiya nûçeyan xwedî dike. Ev jî parçeyek berxwedana çapemeniya kurdî ye. Dema em salên borî û niha didin ber hev, niha bi dehan malperên kurdî, televîzyon û radyoyên kurdî hene û her diçe jî pêş dikevin.”

Banga xwedîderketinê

Boltan, di dawiya axaftina xwe de bang li rayagiştî ya kurdî kir ku xwedî li Xwebûnê derkevin û ev tişt anîn ziman: “Em rojnamegerên kurd jî her tim dê xwedî li Rojnameya Xwebûnê derkevin. Hebûna rojnameyên kurdî pir tiştan derdixe pêş. Rastiya gelê kurd, rastiya zextên li ser gelê kurd û bi weşana xwe jî hemû neheqiyên ku desthilatdar li dijî mafên karkeran, gelan û hemû pêkhateyên demokratik pêk tîne derdixîne holê. Ji ber vê yekê rojnameya kurdî li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê xetek heqîqetê ye. Lewma ji bo xwedîderketina li Rojnameya Xwebûnê em li Kurdistanê bang li kurdan dikin, bang li demokrat, akademîsyenan, muxalefetê û hempêşiyên me yên li Tirkiyeyê dikin. Saziyên rojnamegeriyê yên li qada navneteweyî jî vê rewşê pir baş dibinîn û wan jî piştgirî da me.”