spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xelîl: Nikarin Rêveberiya Xweser tune bikin

Endamê Lijneya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl diyar kir ku helwesta Erdogan û Esad a li dijî Rêveberiya Xweser dûrî çareseriyê ne.

Serokkomarê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan ku di polîtîkaya Sûriyeyê de di alozî û şer de israr dike, ji bo serokkomarê rejîma Sûriyeyê Beşar Esad pênaseyên weke “Kujer Esad” û “terorîst Esad” dikirin. Erdogan, ev demeke hewl dide ji bo guftûgoya bike bi Esad re di nava hewldanan de ye. Tirkiye, hewl dide planên xwe yên êrîşên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îcar bi rêya guftûgoya bi rejîma Sûriyeyê re têxe meriyetê. Li hêla din jî li bajarê Efrînê ku dagir kiribû ketiye nava hewldanên nû. Tirkiyeyê li şûna Artêşa Sûriyeyê ya Azad (OSO), li Efrînê komên Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) bi cih kir û bi vî awayî dixwaze têkiliyên xwe yên bi rejîma Sûriyeyê re sererast bike. Endamê Lijneya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl, têkildarî hewldanên diyalogê yên Tirkiyeyê yên bi rejîma Sûriyeyê re, nêzikatiya rejîmê ya li hemberî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û planên li ser Efrînê tên meşandin bi Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivî.

Aldar Xelîl, da zanîn ku Tirkiye ji destpêka şoreşa Sûriyeyê heta niha destwerdanê dike û wiha got: “Xwest guhertinên li Sûriyeyê têxe bin xizmeta xwe. Lewma mudaxeleyî hemû partî û hêzên dixwazin li herêmê guhertinan çêbikin, kir. Di encamê de bû sedem ku pêvajoya xwepêşandanên aştiyane veguherin pevçûnan, her wiha nêzîkatî û polîtîkayên muxalefetê bên guhertin û bibin çete. Rewşa qeyranê dirêj kir. Erdogan û rayedarên dewleta tirk 24 saetan digotin, ‘em li dijî rejîma Beşar in, xwedî li gelê Sûriyeyê derdikevin.’ Sînor vekirin û nîviya gelê Sûriyeyê birin Tirkiyeyê. Ji wir jî belavî cîhanê kirin. Bi bazara li ser penaberan re, zext li Ewropa û welatên din kirin. Dîsa li dijî Sûriyeyê bi kar anîn. Heke îro hikûmeta Şamê hêja bikare xwe li ser pêyan bigire, zilmê bike û aramî û demokrasî nehatibe Sûriyeyê, sedema vê dewleta tirk e. Dewleta tirk piştî demekê yekser mudaxeleya leşkerî kir û li ser axa Sûriyeyê komên çete wekî kevirên kişikê bi cîh kirin. Heke ji dewleta tirk nebûya, dê ji Cenevrê çareserî pêş biketa. Mûxalefet hemû kir çete û projeyek li holê nehişt. Lê êdî karê wê bi mûxalefetê nema û niha ji bo rojên pêwîst li cem xwe digire. Pêdiviya wê bi hikûmeta Şamê heye û lewma niha taktîk û stratejiya xwe guherand.”

Planên Tirkiye û Şamê yên Li Sûriyeyê

Di berdawamiya axaftina xwe de Xelîl, bal kişand ser taktîka Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê û ev tişt anî ziman: “Yek ji van taktîkan ew e ka dê bi hikûmeta Şamê re çawa pêwendiyan deyne. Wê tawîzan bide hikûmeta Şamê û gavan paş de biavejê. Tirkiye hewl dide hin komên di asta cîhanê de weke ‘mûxalefeta Sûriyeyê’ bi nav dikir û weke ‘hikûmeta demkî’ ragihandibû, niha bêbandor bike. Bi vê yekê hewl dide rejîmê qaneh bike. Hikûmeta Şamê jî jê re dibejê, ‘Qelanê rûniştinê heye, nabe ku herêmên dagirkirî di destê mûxalefetê de bin û radestî El Nusra û DAIŞ’ê bike.’ Rewşa Efrînê yek ji encamên van hewldanan e. Tirkiye li aliyekî barê Idlibê sivik dike, li hêla din jî rejîm amadekariya bidestxistina deriyê Babil Hawa dike. Tirkiye dixwaze cihekî wek Efrînê bide HTŞ’ê ku ji bo derketina ji hinek deverên Idlibê wan razî bike. Efrîn nebe jî dixwazin cihek wekî Bab, Cerablûs, Ezazê bidin wan. Armanca vê yekê ew e ku rêyeke lihevkirina bi hikûmeta Şamê re peyda bike. Dibe ku rejîm jî hinek gavan biavêje. Rejîm dibêje; ‘hemû cîhan El Nûsra û DAIŞ’ê weke terorîst dibîne û em ê bi awayekî ji wan rizgar bikin.’ Erdogan bi aşkera qebûl dike ku wî gel, şoreş û doza Sûriyeyê ji bo berjewendiyên xwe bikar anîne û li ser wan bi hikûmeta Şamê re bazarê dike.”

Êdî bi 30 kîlometreyan jî razî nabe

Xelîl, destnîşan kir ku dewleta tirk dixwaze Peymana Edeneyê bi rejîma Şamê re nû bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dixwazin hinek tiştan li ser Peymana Edeneyê zêde bikin. Berê destûr dabûn Tirkiyeyê ku 10 kîlometreyan bikeve xaka Sûriyeyê. Niha bi 30 kîlometreyan jî razî nabe. Hikûmeta Şamê jî ne di wê rewşê de ye ku jê re bibejê ‘na.’ Divê gelê Sûriyeyê bizanibe ku yên kelem danîne pêşiya serkeftina wan, dewleta tirk û dagirkeriya wê ye. Divê hemû gelên Sûriyeyê bibin xwedî helwest.”

Li ser kurdan bazarê dikin

Xelîl, bal kişand ser hevdîtina Erdogan-Putîn a dawî û ev wiha got: “Dewleta tirk niha ji gelek tiştan sûd digire. Yek, hikûmeta Şamê bêbandor e. Ya duyemîn, Rûsya niha dest tengav e û piştî Ûkraynayê rewşa wê guherî. Ji bo ku li Ûkraynayê têk neçe û aboriya wê hilneweşe, pêdiviya wê bi dewleta tirk heye. Dewleta tirk jî van mijaran bikar tîne. Di navbera tirk û rûsan de 24 saetan guftûgo û planên hevbeş tên kirin. Dewleta tirk bi rêya rûsan, xwe li NATO’yê ferz dike. Tirkiye cîranê Rûsyayê ye û Rûsya tenê dikare bi rêya dewleta tirk ambargoyê têk bibe. Ango her du jî neçarên hev in. Herî zêde jî li Sûriyeyê bazariyê dikin. Di civînên de mijara sereke ya dewleta tirk Rêveberiya Xweser û ya Rûsyayê jî Ûkrayna ye. Bombebaranên li ser Rêveberiya Xweser, encama van bazaran e. Rûsya dixwaze bi rêya Erdogan zextên Ewropayê vala derxîne. Dibe ku Erdogan jê re bibe alîkar. Armanca Erdogan jî ew e ku Rêveberiya Xweser û kurdan bike mijara bazarê.”

Dixwaze helê herêmê sor bike

Xelîl, diyar kir ku rejîma Sûriyeyê nikare raste rast êrîşî Rêveberiya Xweser bike lê bi rêya fitneyê hewl dide di navbera gel de vê rewşê çêbike û wiha pê de çû: “Dixwaze gelên herêmê li dijî Rêveberiya Xweser sor bike. Berê jî ev hewldanên wê çêbûn lê bi ser neket. Ev, siyaseteke rast nîne. Li şûna ku rûspiyan ji Helebê derxîne, diviyabû bi wan re bi rûnişta û jê re bigota; ‘werin em çareseriyekî peyda bikin.’ Heke wiha bikira, dê bûbûya nûnerekî Sûriyeyê. Na fikire bê ka ev helwesta wî dê rê li ber şerekî çawa veke. Civînên bi vî rengî dibin sedem ku hevgirtina gelên Sûriyeyê zirar bibîne. Lê wê nikare bi van civînan Rêveberiya Xweser tune bike.”

Navendîbûn dûrî çareseriyê ye

 Der barê pêwendiyên Rêveberiya Xweser ên bi rejîma Sûriyeyê re de Xelîl, bi lêv kir ku çi demî dibe bila bibe lê hewcehî bi guftûgoya Rêveberiya Xweser û rejîmê heye û gotinên wiha bi dawî kir: “Pirsgirêkên vî welatî mezin bûne û divê em bi hev re rûnin. Çareserî, bi hevdîtinan pêkan in. Hinek mijarên ku em wekî hev nafikirin hene. Lê em dikarin gelek mijaran çareser bikin. Em jî û ew jî dibêjin bila Sûriye parçe nebe. Lê ew di navendîbûnê de israr dikin. Dûrî çareseriyê ne. Çima Erdogan û Beşar dikarin rûnin lê em nikarin rûnin? Me tu carî negotiye bila tenê kurd di hevdîtinan de hebin. Yên me qebûl dikin, em jî dê wan qebûl bikin. Em parçeyeke vî welatî ne û maf û çareseriyê dixwazin. Zexta hêzên navneteweyî yên wekî Rûsya, koalîsyon, welatên ereban û hwd. a ji bo çareseriyê li Şamê tê kirin, em şaş nabînin. Ji bo statuya herêmên xweser, heta statuya hikûmeta Şamê jî divê em li hev rûnin. Statuya hikûmeta Şamê çi ye? Beriya 10 salan ewqas dewletan daxuyanî dan gotin ku ‘em vê rejîmê qebûl nakin’. Bila bi gotina Erdogan a wekî, ‘ez ê bi te re rûnim’ nexape. Ew dixwaze hikûmeta Şamê bikar bîne û bi rêya wê zextê li me, opozîsyonê û welatên din bike. Ev ne ji berjewendiya hikûmeta Şamê ye.”