spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Amerîkaya Latîn Rojên Filmên Kurd

Komek piştevaniya kurdan dike li Latîn Amerîkayê 8 filmên ku Komîna Film a Rojava amade kirine didin nîşandan.

8 film (Evîn di rûyê qirkirinê de, Darên bi tenê, Mal, Piştî şer, Ji bo azadiyê, Sîka Çiyayê Kurmênc, Berfîn, Dema Dirîreşkan) ên ji aliyê Komîna Film a Rojava ve hatin amadekirin, bi jêrnivîsî li welatên cuda yên Latîn Amerîkayê têne nîşandan. Nîşandana filma wê heta dawiya salê berdewam bike.

Heta dawiya salê berdewam dike

Rojên Filmên Kurd ên ji aliyê komên piştevaniya gelê kurd ên li Amerîkaya Latîn ve tê organîzekirin, tevî ku cara yekê ye li vê parzemînê tê lidarxistin, gelekî balê dikişîne. Ji ber ku bernameyên sînemayan heta dawiya salê tijî ne, film bi giranî li navendên saziyên cuda têne nîşandan. Heta niha li Meksîka, Paragûay û Bolîvyayê hin film hatin nîşandan. Nîşandana filman wê heta dawiya vê salê berdewam bike.

Li paytexta Bolîvya La Pazê, li 5 lokalên cuda 5 rojan li pey hev 8 film hatin nîşandan. Piştî nîşandana filman, du bergên destpêkê yên parêznameyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatin nasandin. Piştî her bernameyê li ser têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê nîqaş hatin kirin.

Li gelemperiya parzemînê sînemaya kurd zêde nayê naskirin. Tîma ku rojên filman ên li Bolîvyayê organîze kir, diyar kir ku ji bo danasîna film û Kurdan wê dîmenan bikişînin û li gelek rojname û kovaran jî analîzan biweşînin.