spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Emîne Şenyaşar bertek nîşanî doznameya kuştina zarokên xwe da

Emîne Şenyaşar bertek nîşanî doznameya ku derbarê komkujiya ferdên malbata wê de hatiye amadekirin da û ev tişt got: “Di dema êrişa li dijî zarokên min a li kargeh û nexweşxaneyê de Îbrahîm Halîl Yildiz ê AKP’î jî hebû. Şahid dibêjin ku di dema kuştina zarokên min de çepik lê didan. Ev kes çawa di doznameyê de nîne.”

Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kiribûn. Di encama êrîşê de hevjîn û du kurên dayika Emîne Şenyaşar hatibûn kuştin. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ji bo kujer bên girtin û darizandin, di 9’ê adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê di roja 588’an de berdewam kir. Malbat, di saetên serê sibehê de hat pêşiya Edliyeya Rihayê û pankarta “Edalet ji bo Malbata Şenyaşar” bi blokên betonê ve kir. Emîne Şenyşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar kaxiza bi nivîsa “Edalet” hilgirtin û ji bo welatî û parêzerên rêya wan bi edliyeyê ket qala têkoşîna xwe ya edaletê û komkujiyê kirin.

Li gel ku komkujî di heman rojê de li dijî malbatê hatiye kirin jî dosyaya dozê weke ya “kargehê” û “nexweşxaneyê” ji hev hatin cudakirin. Di dosyaya kargehê de li Fadil Şenyaşar 37 sal û 9 meh, li Enver Yildiz jî 18 sal cezayê hefsê hat birîn. Dema ku biryara 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Meletiyê ku di 2’yê nîsana 2021’an de dabû li îstînafê, lêpirsîna derheqê komkujiya li “nexweşxaneyê” de 4 sal û 4 mehan hat rakirin û dozname hat amadekirin. Di dosyaya nexweşxaneyê de bi sedema qetilkirina Haci Esvet Şenyaşar û Adil Şenyaşar û birîndarkirina Ferît û Mehmet Şenyaşar, ji bo 19 kesan daxwaza girtinê hat kirin.

‘Bila kurê min bê berdan’

Dayika Emîne Şenyaşar ku tevî hemû astengiyan jî Nobeta Edaletê ya li pêşiya edliyeyê didomîne, têkildarî dozname û nobetê axivî. Yek ji daxwazên Nobeta Edaletê jî vekirina dosyaya “Nexweşxaneyê” bû û derheqê mijarê de dayika Emîne wiha got: “Qismekî vê daxwaza me pêk hat. Daxwaza me ya din jî ew e ku kurê min Fadil were berdan ku zêdetirî 4 sal in li Girtîgeha Xarpêtê di hucreya yekkesî de tê ragirtin. Divê kurê min di çarçoveya mafê rewa yê parastinê de bê darizandin. Ez edaletê dixwazim. Kurê min ev zêdetirî 4 sal in di hucreya yekkesî de tê ragirtin. Bila kurê min berdin. Du kurê min tevî bavê wan qetil kirin. Xwestin hemû kurên min qetil bikin. Heta ku kurê min neyê malê, ez ê dev ji nobetê bernedim. Heke kurê min were malê, em jî dê biçin mala xwe.”

‘Heke bimirim bila mirina min li vir be’

Şenyaşar bertek nîşan da ku Îbrahîm Halîl Yildiz ê AKP’î di îdianameya dosyaya “nexweşxaneyê” de cih nagire û ev tişt anî ziman: “Hem di êrişa li dijî kargehê û hem jî ya li nexweşxaneyê Yildiz hebû. Hinek kesan got ku dema zarokên min dihatin kuştin, Yildiz çepik lê didan. Dibêjin ku qeydên kamerayan hatine dizîn lê ez bawer nakim. Bila wan qeydan derxîninin. Heke sûcekî zarokên min hebe, bila wan jî derxînin. Di doza kargehê de her tişt bi zelalî dernexistin holê. Zarokên min bi neheqî û derhiqûqî hatin qetilkirin. Zilma li me hatiye kirin li tu kesî nehatiye kirin. Heta ku kurê min tê berdan jî ez ê dev ji nobeta edaletê bernedim. Heke bimrim jî bila mirina min li vir be.”