21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kîev vê sibê bi dengê teqînan şiyar bû

Îro serê sibehê hêzên Rûsyayê êrîşên dijwar li dijî paytexta Ukrayna, Kîevê pêk anîn, li bajêr du teqînên mezin rû dan. Hat diyarkirin ku êrîş bi balafirên bêpîlot ên Kamikaze yên Îranê hatine kirin.

Di êrîşên balafirên bêpîlot ên Rûsyayê binesaziyên bajarê Kîevê hatin hedefgirtin û zirareke mezin li wan hate kirin.

Şaredarê Kîevê Vîtalî Klîçko di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal da xuyakirin ku li taxa Şevçenskî ya paytext Kîevê 2 teqînên cuda rû dane.

Rayedarên Ukraynayê dan zanîn ku êrîşên vê carê bi balafirên bêpîlot ên kamikaze yên Îranê pêk hatine. Hêjayî gotinê ye ku Rûsyayê ji dawiya meha havînê de van balafirên Îranê li dijî Ukraynayê bikar tîne.

Hefteya borî jî roja duşemê di encama êrîşên Rûsyayê ên bi fûzeyan 19 sivîl hatibûn kuştin. Her wiha rêveberiya Ukraynayê dabû xuyakirin ku êrîş bi taybetî li dijî tesîsên binesaziyê tên kirin.