21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Qutiyên çopê yên ji bo hatina Erdogan jêkirine bi cihê wan ve nakin

Qutiyên çopê yên li ser kolanên mezin ên Amedê ku ji bo hatina Erdogan bi angaşta ewlehiyê hatibûn jêkirin hê jî li cihên wan venegerandine.

Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokkomar Tayyîp Erdogan di 15’ê cotmehê de di çarçoveya amadekariyên hilbijartinê de di bin navê “vekirina xizmetan” de bihatina Amedê û tev li hin bernameyên partiya xwe bûna. Lê ji ber karesata kana komirê ku li navçeya Amasra ya Bartinê pêk hat Erdogan vê serdana xwe betal kir û çû Bartinê.

Beriya bernameya hatina Erdogan Walîtiya Amedê, bi angaşta ewlehiyê qutiyên çopê yên li ser kolanên mezin ên bajar ku wê Erdogan di wan re derbas bûna jêkiribû. Tevî ku bernameya Erdogan betal bûye û ne diyar e wê Erdogan kîngê bê jî qutiyên çopê yên hatine jêkirin hê jî li cihên wan venegerandine.

Ji ber vê rewşê esnafên li van kolanan bibertek in.