4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DEDAŞ’ê serwîsa kurdî vekiriye lê xizmetê bi tirkî dide

DEDAŞ ku qaşo li Navenda xwe ya Bangê serwîsa kurdî vekiriye, li serwîsê li şûna kurdî bi zimanê tirkî xizmetê dide. Di ser de jî li welatiyan digere û pirsa qalîteya xizmeta dike.

Şîrketa Anonîm a Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) ku li Navenda xwe ya Bangê serwîsa kurdî vekiriye, bi kurdî xizmetê nade. Welatî Ebdûrezak Seçkîn ku li taxa Mevlana Halît a navçeya Rezan a Amedê rûdinê, roja yekşemê ji ber ku ceyrana wî di saetên serê sibehê de tê birîn û heta berê êvarê nayê, ji bo çareserkirinê li Navenda Bangê ya DEDAŞ digere.

Seçkîn, bi kurdî pirsa sedema birîna ceyrana xwe dike û dixwaze ku ceyrana wî bê berdan. Lê serwîsa kurdî ya DEDAŞ’ê bi tirkî bersiv didê. Weke ku xizmeteke gelek baş dayê piştre DEDAŞ li Seçkîn digere û pirsa qalîteya xizmeta xwe ya serwîsa kurdî ya bi tirkî jê dike.

Serwîs bi kurdî ye ziman bi tirkî

Seçkîn, der barê mijarê de axivî û ev tişt got: “Duh ji serê sibehê de elektrîka me ya malê tunebû. Ez li navenda bangê ya DEDAŞ’ê 186 geriyam. Dema ku ez lê geriyam di xizmetê de ji min re hate gotin heke xizmeta bi kurdî dixwazî pêl 1’ê bike. Min jî di cih de pêl 1’ê kir. Sekretera beşa kurdî bi tirkî ji min re tu bi xêr hatî beşa servîsa kurdî. Min jî bi kurdî jê re got hal û mesele wiha ye, ji sibehê de elektrîka me tuneye. Wê bi tirkî li min vegerand û got tamam bey efendî û çend pirsên din bi tirkî ji min kirin. Êdî min jî bi tirkiya xwe ya şaşo maşo bersiva pirsên wê da.”

Pirsa qalîteyê û bersiv ji bo pirsê

Der barê pirsa qalîteya xizmeta DEDAŞ’ê de jî Seçkîn ev tişt anîn ziman: “Îro DEDAŞ li min geriya û got ku te duh xizmeta 186 bi kar aniye, tu xizmeta me çawa dibînî? Min got xizmeta we ne xirab e. Mala we ava lê ez li servîsa kurdî geriyam û kesa ku bersiv da min bi kurdî nizanibû. Got tamam ji xwe hevpeyvîna me tê tomarkirin û ez ê vê mijara te got ji saziya DEDAŞ’ê re veguhêzim. Min got erê ji kerema xwe re, madem servîsa kurdî heye bila kesê/a li wir dixebite bi kurdî bizanibe, ji ber gelek kes bi tirkî nizanin û dixwazin bi zimanê xwe vê xizmetê bibînin.”