17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Moskova amadariya tatbîqatên nukleerî dike

Li gorî rayedarên leşkerî yên DYA’yê dibe ku di demeke nêz de Rûsyayê dest bi tatbîqatên nukleerî bike.

Di demekê de ku nakokiya di navbera Rûsya û welatên Rojava de mezin dibe û şerê li Ukraynayê dijwartir dibe hate hînbûn ku Moskovayê dixwaze tatbîqatên nukleerî bike.

Li gorî ajansa Reuters’ê rayedarekî leşkerî yê DYA’yê daye xuyakirin ku Moskovayê xwe ji bo tatbîqatên nukleerî amade dike û tu agahî di vê derbarê de bi DYA’yê par venekiriye.

Hêjayî gotinê ye ku rayedarên Rûsyayê gelek caran di daxuyaniyên xwe de bikaranîna çekên nukleerî wekî gefekê li hemberî Ukraynayê û welatên Rojava bikar aniye. Herî dawî jî serokê Rûsyayê di dawiya meha bûrî de gefa bikaranîna çekên nukleerî aşkera anîbû ziman.