4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Botanê xwe ji bo meşa Gemlîkê amade dike  

Li Şirnexê gel ji bo meşa Gemlîkê xwe amade dike. Rêxistina HEDEP’a Şirnexê di çarçoveya amadekariya meşa Gemlîkê ya 18’ê mijdarê de civîna gel li dar xist

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F ya Ewlekariya Bilind a Îmraliyê girtî ye, 32 meh in tu agahî jê nayê standin. Li dijî tecrîda girankirî ya li ser Ocalan, li 74 navendên cîhanê hamleya “Ji Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî ” hat destpêkirin. Rêxistin û saziyên kurdan dê di 18’ê mijdarê de ber bi Gemlikê ve “Meşa Azadiyê” li dar bixin. Di çarçoveya kampanyayê û plansaziya meşê de Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Şirnexê li eywana konferansê ya partiyê civîna gel li dar xist. Parlamantera HEDEP’ê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan û Berdevka HEDEP’ê Ayşegul Dogan, aktivîstên TJA’yê, rêveberên rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Şirnexê û gelek welatî beşdarî civînê bûn. Di civînê de pankarta, “Ji rêbertiya azad ber bi rizgariya demokratîk ve” hate daliqandin.

Civîna gel bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Di civînê de nirxandina Ocalan a li ser girtîgeha Îmraliyê hate xwendin. Parlamentera HEDEP’ê Newroz Uysal Aslan, Ahmet Başak û hevseroka DBP’ê ya Şirnexê Zîlan Yaman têkildarî tecrîdê, rewşa Îmraliyê û meşa Gemlîkê de axaftin kirin.

Parlamentera HEDEP’ê Newroz Uysal Aslan diyar kir ku bi girankirina tecrîdê xwestin ku Ocalan bidin jibîrkirin û wiha axivî: “Azadiya birêz Ocalan ji gelên Rojhilata Navîn û cîhanî re hewce û lezgîn e. Ji bo azadiya birêz Ocalan niha gelek xebat û çalakî hatin lidarxistin. Lê ev nebûn sedem ku deriyê Îmraliyê bê vekirin. Ev 32 meh in ku tu agahî ji Îmraliyê nayê girtin. Ji bo azadiya Ocalan li 74 welatan kampanya hatin destpêkirin. Di nav vê kampanyayê de jî gelek siyasetmedar, nivîskar û rojnameger cih digirin. Ji îro pê ve ji her demê bêtir hewcehiya gelê kurd bi azadiya Ocalan heye. Ji ber wê divê ku li her çar parçeyan li dijî tecrîdê seknek bê nîşandan.”

 ‘32 meh in agahî ji Ocalan tune’

Uysal diyar kir ku pergala li Îmraliyê bi taybetî hatiye hilbijartin û wiha axivî: “ Di wir de pergalek ava kirin. Dixwazin her kurdek di bin tecrîdê de be. Bi guhertina qanûnan pergala tecrîdê xistin meriyetê. Dema ku rêberê gelekî ku têkoşîna azadiyê dide, hate girtin ew gel perçe dibe. Dorpêça li Îmraliyê îro li ser her qadên civakê û siyasetê belav bûye. Dewletê got, ‘Heke ku em rêberê vî gelî dorpêç bikin û tune bikin ew ê bikaribin tune bibin’. Lê gelê kurd li her qadan berteka xwe ya li dijî tecrîdê nîşan daye û dide. Ev 32 meh in tu agahî ji Îmraliyê nîne. Îro em ji tendûristî û rewşa wî agahdar nîn in. Divê ku her kes bi ruh û bi hiş bi birêz Ocalan re hevrêtiyê bike da ku em bikaribin tecrîdê rakin.”

Piştî axaftina Uysal, civîn bi berzkirina dirûşmeya “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.