28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jin dê Şengalê biparêzin

Komxebata jinên Şengalê ya bi dirûşmeya “Bi Jin Jiyan Azadî me li ber xwe da û Şengalê rizgar kir; bi têkoşîna xwe em diparêzin” bi dawî bû. Jinan di komxebatê de anîn ziman ku wan xwe bi felsefeya Rêber Ocalan bi rêxistin kiriye û dê Şengalê biparêzin

Bi boneya salvegera rizgarkirina Şengalê ji çeteyên DAIŞ’ê, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), bi hemahengiya Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) li ser mijara “Jin û parastin” komxebatek bi dirûşma  “Bi Jin Jiyan Azadî me li berxwe da Şengalê rizgar kir, bi têkoşîna xwe diparêzin” li dar xist. Komxebat bi beşdariya 150 jinan pêk hat.  Li hola komxebatê wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û pankartên ‘Li beramberî zordariyê dem dema xwe rêxistinkirin û parastina jinê ye’ û ‘Bi pêşengiya jina azad, xweserî mîsoger dibe’ û ‘Jin Jiyan Azadî, berbi şoreşa jinê ve’ hatin daliqandin. Wêneyên gelek pakrewanên jin jî hatin daliqandin. Komxebata “Jin û parastin” bi dawî bû.

Li ser navê Yekineyên Jinên Şengalê, Endama Fermandariya YJŞ Hêza Şengalî, li ser navê Meclisa Jin ya Herêma Ereban jî  Fatîma Mistefa û li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Endama TAJÊ Ferîde Şengalî semîner li ser parastinê dan di dawî de jî axaftina girtinê ji aliyê Hevseroka Meclisa Xweseriya Demokratik ya Şengalê Cîhan Celo ve hate kirin.

‘Gerîlla hem em parast û hem jî em fêrî parastinê kirin’

Hêza Şengalî destnîşan kir ku weke YJŞ’ê îro dibînin ku parastin ji hertiştî bêtir ji bo civakan lazim e û wiha got: “Me jî xwe li ser fikir û felsefeya Rêber Apo rêxstin kir. Weke jinên Êzidî em banga Rêber Apo ya ku dibê lazime jin xwe rêxistin bike û parstina xwe avabike em pêkanîn. Di fermanê de bi jimareke biçuk me dest bi xwe parstinê kir. Fermanê de artêşa Iraqê jî pêşmergên PDK’ê jî li vir bun lê reviyan, civak radest kirin. 12 gerilayên Azadiyê bedelê  tevahî artêşan bun û wan gerillayan em parastin. Gerillayan ne tenê em parastin heman demê de em fêrî xwe parstinê jî kirin. Îro li ser wê perwerdeyê Şengal xwe diparêze û li hember her cure êrişan rekoşîn dikin.”

‘Em ê bi têkoşînê şerê taybet pûç bikin’

Hêza Şengalî bal kişand li ser politikayên PDK’ê yên li ser ciwanên Şengalê û got: “PDK dijminê civaka me ye. Heya niha tevahî pêşengên civaka me yên ku di oxira xweseriya Şengalê de canê xwe ji dest dane tev bi destê MIT’ê Tirk û kiryarên qirêj yên PDK’ê bune. Dest davêjin ciwanên Êzidî ew mirovên qels yên ji bawerî û çanda xwe dur dibin amurên di destê wan de û dibin dijminê civaka xwe. Lazime em weke jinên Şengalê weke civaka Êzidî li hember van politikayên qirêj li hember vî şerê taybet ciwanên xwe biparêzin. Bi vala derxsitina vî şerî em ê bikaribin civaka xwe biparêzin û xweseriya xwe avabikin.”

Hêza Şengalî bi van hevokan banga parstina nirxên civaka Êzidî kir: “Raste ev 8 sal e Şengal hatiye rizgar kirin. Lê heya em bi hêza xwe rêxistin û tekoşîna xwe parastina xwe bihêz nekin em nikarin bêjin wê careke din ferman li ser me de neyên. Ji bo wê weke jin em divê xwe di her warî de bihêz bikin. Tola ferman û şehîdên rizgarkirina Şengalê ji dijminan hilînin.”

Banga hevgirtina jinên Êzidî û Ereb

Li ser navê Meclisa Jin ya Herêma Ereban jî  Fatîma Mistefa  li ser wate û giringiya xwe parastinê nirxandin kir û got: “PDK dixwaze civaka Êzidî bixapînin. Bila jinên Êzidî û Ereb hevbigirin. Divê em bi hevre parastina xwe û welatê xwe bikin. Em ê bi parastina çanda hev parastina xwe bikin. Em weke jinên Ereb niha xebatên xwe dimeşînin, ev îradeyeke mezin e. Zilam nahêle jin bihêz bibe. Jin roleke mezin dilîze, ne tenê zilam, jin jî dikarin vê rolê bilîzin. Tu hêz nikare parastina me bike, tenê YJŞ’ê me diparêze. Destdirêjî û dîlgirtina jinên Êzidî ne mirovane bû. Divê jin parastina axa xwe bike. Niha xetereyeke mezin heye, lewma divê herkes parastina xwe bixwe bike. Heywan çekekî wê nîne, lê mekanîzmayên xwe yên parastinê dixe dewrê.” Endama TAJÊ Ferîde Şengalî semînera sêyemîn da.

‘YJŞ’ê xeta jinên Êzidî yê berxwedêr diparêze’

Ferîde Şengalî jî bi van hevokan dest bi semînera xwe kir: “Bi saya şehîdan Şegnal hate rizgar kirin. Îro em tev deyndarên van şehîdan e. Xunava Zoro ye ji wan jinên Êzidî ye ku dema Osmaniyan ferman ser civaka me de aniye cara yekê wê çek rakir û berxweda. Îro bi saya YJŞ’ê ev xeta jina Êzidî ya berxwedêr tê berdewam kirin û parastin. Weke jinên Êzidî em tenê weke çek li parastinê nanêrin. Roja îro herî zêde jî şerê taybet tê meşandin. Weke jinên Êzidî em di wê zanistiyê de ne ku divê di vê serdema Şerê Cîhanê yê Sêyem de herî zêde divê em tekoşîna xwe piralî bikin. Divê em li ser xweparastinê hê bêtir xebat bidin meşadin. Bê parastin em nikarin bijîn. Civaka me çanda me em nikarin bidin jiyîn.”

Di dawiya Semîneran de li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ ji aliyê  Berdevka Kordinasyona  (TAJÊ) Rîham Hico, endama TAJÊ’ê Surî Şengalî û Neam îlyas ve wêneyê Rêber Abdullah Ocalan dîyarî Fermandara Yekineyên Jinên Şengalê Hêza Şengalî hate kirin.

‘Bi saya gerîlayan em rizgar bûn’

Di dawiyê de jî Axaftina girtinê ji aliyê Hevseroka Meclisa Xweseriya Demokratik ya Şengalê Cîhan Celo ve hate kirin Cîhan Celo bi van gotinan biryardariya jinên Êzidî ya ji bo parastina civaka Êzidî da diyarkirin: “ Em îro heştemîn salvegera Rizgar kirina Şengalê pîroz dikin. Em vê rojê li tevahî şehîdan û malbatên wan li civaka Êzidî û jinên Êzidî pîroz dikin bi keda gerîlayên azadiyê de em rizgar bun. Îro li vir gelek nirxandinên biqedir û qîmet hate kirin. Dijmin bi jinan civakan qir dikin em jî weke jin îro dibêjin em jî wê bi xwe parastinê bi xwe rêxsitinkirinê dibin bersiv ji aqilê mêr û dewletê re. Aqilê mêr û dewletê hêza jinê difetisîne ji bo wê em wê xwe li hember vî aqilî biparêzin.

‘Em bi biryar in: Em ê xwedî li Rêber Apo derbikevin’

Em weke jin bibiryarin ku berî her tiştî em li Rêber Apo xwedî derbikevin. Em ê azadiya fizikî ya Rêber Apo pêk bînin, ji ber azadiya wî azadiya me ye. Em ê bi azadiya Rêber Apo azadiya jin û civakê jî pêkbînin. Îro di vê komxebatê de enerjî û sozên hevalên me yên jin biryardariyên dayikên me hêz û moralê dide me. Bi vê biryardariyê weke jinên Şengalê em ê civaka xwe biparêzin û xweseriya xwe mîsoger bikin.”

Komxebat bi diruşmeyên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’, ‘Şehît Namirin’, ‘Jin Jiyan Azadî’, ‘Bijî Berxwedana Şengalê’ bidawî bû.