spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rewşzanî û rewşenbîrî

Adar Jiyan
Adar Jiyan
Li gundê Dengiza ku bi ser Stewra Mêrdînê ve ye wekî zarokê herî dawî yê malbata ku ji 9 zarokan pêk dihat, hatiye dinyayê. Dibistana seretayî li gundê xwe, dibistana navîn li Stewrê, Lîseya Îmam-Xetîbê li Mêrdînê xwend. Pêşî li Zanîngeha Harranê, Fakulteya Perwerdehiyê, Beşa Hînkirina Dersan, paşê Zanîngeha Enqereyê, Fakulteya Ziman, Dîrok û Erdnîgariyê, Beşa Ziman û Wêjeya Fransî qedand. Li Elezîz, Sêwas, Dilok, Mêrdîn, Yozgat û Konyayê mamostetî kir. Ji bilî mamostetiyê nivîsên wî yên der barê ziman, çand û wêjeyê de hatine weşandin. Jiyana xwe ya nivîskariyê bi nivîsandina gotar, helbest û nirxandinên di kovar û rojnameyên cuda de didomîne. Di van demên dawî de zêdetir li ser pedagojiya perwerdehiyê rawestiyaye. Li ser vê mijarê gelek pirtûk, gotar û nirxandinên wi hatine weşandin.

Rewşenbîrî qet ne bi asta zanebûn û perwerdehiyê û ne jî bi pîşe û meqam ve girêdayî ye. Tiştê ku mirov dike rewşenbîr hişmendî û feraseta wî/wê ya azad e. Mirov bi vîn û wijdana xwe dibe rewşenbîr

Bi giştî mirovên xwende, famdar, têgihîştî û aqilmend wekî rewşzan; mirovên ku derbarê rewşa civakê de lêkolîn û dahûrandinên zanistî dikin û bi berhemên xwe yên devkî û nivîskî tên nasîn û li ser mijarên cûr bi cûr beşdarî gotûbêj, nîqaş, panel û konferansên çandî, ramanî û ramyarî dibin jî wekî rewşenbîr tên binavkirin.

Mirovên rewşzan bêtir kesên civakî, çandeyî û zana ne. Mirovên rewşenbîr hem kesên rewşzan û hişmend ne û hem jî kesên baldar, pejnkar û pêşketî ne. Bi vegotineke din; her mirovê/a rewşenbîr rewşnas e jî, belê her mirovê/a rewşnas her gav ne rewşenbîr e. Di navbera herdu kesan de cudatiyeke berbiçav heye. Zanebûn bi tena serê xwe hertim ne nîşana ronakbîriyê ye. Lewre li gel zanebûnê pêdiviya reşwenbîr bi baldarî, pejnkarî, berpirsiyarî û pîvanên zanistî jî heye. Rewşenbîr ne ew kes e ku civaka xwe tenê ronîdar dike; her wiha ew ji bo ronîdarkirina tevê mirovahiyê jî binbar û berpirsiyar e.

Wekî ku tê zanîn, di demên berê de, hem li rojhilat û hem jî li rojava, mirovên zana, li gor  naveroka zanînê û nûnertiya civakê bi awayekî cuda dihatin binavkirin. Her çendî ku rewşenbîrî diyardeyek e ku ji berê û heta niha di her civakan de xwediyê roleke girîng e jî di van pêncsed salên dawî de di cîhana rojava de rastî guherîneke mezin hatiye. Bi taybetî jî di demên nêzîk û civakên nûjen de ji nû ve hatiye şêwandin û dirûvekî nû girtiiye. Li gor çand û kevneşopiyên berê, di civaka ereb û alema îslamî de qadî (dadger), alim (zana), arîf (fehma), imam (mele) wekî kesên “munevver” (ronîdar) dihatin binavkirin.  Her çendî ku bi gelemperî ji hêla îtibar û rêzdariyê ve erka rewşenbîrên îroyîn didan ser xwe jî, li gor cûdahiya zanînê peywir û berpirsiyariya wan ji hev cuda ye. Bo nimûne; “faqîh” tê wateya kesê ku zanîna wî bi hewldana kesên din peyda dibe; belê “qadî” dihat wateya kesê hem zana û hem jî adil/dadwer.

Bi rastî ev rewş demek dûvdirêj li cîhana rojava jî berdewam kir. Welatên ku cihûtî (mûsewîtî) û filetî (îsewîtî) lê hebû, haham û papaz wekî kesên zana û rewşenbîrên îro dihatin senifandin. Mele, seyda û olzanên kurd jî wekî şêx, muderris û alimên ereb ên wê demê zanîn di çarçoveya olê de didîtin û wekî fermana Xweda radigihandin civakê. Çavkanî ol û nûner jî tenê aliyê lijneya olî ve dihat ragihandin. Rexnekirin û liberrabûn tenê karê kesên ne oldar an jî xwedênenas bû. Ji bilî wan ne tu kesî karibû zanîna mutleq (misoger) kêm bibîne û ne jî tiştekî li wê zanînê zêde bike. Rave û şîrove li gor muctehîdên wê demê û bi destûra wan pêk dihat. Belê di dawiya veguhertina rewşenbîriyê ya serdema nûjen de, ev cihêrengî ji holê rabû û pêşî li Ewropayê û peyre li tevahiya cîhanê celebekî hevgirtî û yekane yê rewşenbîriyê derket holê. Destpêka vê yekê jî serdema ronîdariyê ya qirmê 15 û 16yan e. Di vir de laîkbûn encamek bû ku bi pêvajoyên din ên guherînê re bi pêş ket û di çend xalên girîng de veguhertinên mezin pêk hatin

Êdî rewşenbîr tenê ne dihat wateya kesên ronakbîr ên ku hawîrdora xwe ronî dike; her wiha wekî kesên ku derbarê pirsgirêkên civakê lêkolîn û dahûrandinê dikin û ji bo çareseriya wan pirsgiriêkan serê xwe diêşîni hatin zanîn û pejirandin.

Ji do heta îro rewşenbîr bi giştî li ser dubendiya gel û ronakbîriyê hatiye avakirin. Lêbelê, rêza di navbera herduyan de ne tiştekî mutleq e, binavkirî ye. Yanî rola gel li ku diqede û rola rewşenbîr ji ku dest pê dike zêde ne diyar e. Ev yek tenê ne di pîvana ku rewşenbîr ji mirovên din cuda ye, xwe di peywir û erka wî de jî dide der. Bi vegotineke din; ji ber ku rewşenbîrî li gor civak, serdem û mercên demê diguhere, bersiva pirsên dê kîjan kar û pîşe wekî yên rewşenbîr bêne hesibandin, dê perwerdehiyeke çawa wekî asta rewşenbîr(iyê) were qebûlkirin, dê rewşenbîr di civakê de fonksiyoneke çawa pêk bîne an jî roleke çawa bilîze, ne hêsan e. Ya rast jî ji ber ku çîneke ronakbîr a yekser jihev û homojen tune ye, tu qalib, çarçove û pîvanên misoger û neguherbar ên rewşenbîriyê jî tunene.

Mînak,  ji ber ku beşeke berfireh a civakê; wekî birek akademîsyen, burokrat, mamoste, bijîşk, mîmar, endezyar, hiqûqnas, rojnamevan, nivîskar, şanoger û hunermendan li nik hev di bin vî navê de cih digirin  kî rewşenbîr e kî ne rewşenbîr e ne zelal e.  Mixabin, di civakên paşmayî de gelek akademîsyen, mamoste, endezyar, bijîşk, burokrat û siyasetmedar jî gelek caran rasterast an nerasterast wekî rewşenbîrekî/ê tên pejirandin û nasandin.

Heta di civakên paşmayî de, siyasetmedar di ser rewşenbîran re têne dîtin û dikarin wan darizînin, mehkûm bikin û heta wekî rewşenbîr jî nehesibînin. Civakên ku ji hêla pîvan û formên zanistî ve li paş mane, pirên wan nivîskar û helbestvanên xwe jî wekî rewşenbîr bi nav dikin  Gelek civakên rojhilata navîn -bi taybetî civakên ereb û îslamî- muharrîr (nivîskar”ên xwe wekî rewşzan û rewşzanên xwe jî wekî “munewwer (ronakbîr) dihesibînin  Ji bo wê her tişt tevlîhev dibe û têgih jî ji ber vê şaşiyê wateya xwe nabîne.  Li kîjan welatî û bi kîjan zimanî dibe bile bibe, çawa ku her nivîskar ne rewşzan e û her rewşzan jî ne rewşenbîr e; her muharrîr jî ne  rewşzan û her rewşzan jî ne munewwer e.

Di dawiya sedsala 19’yan de rewşenbîran navekî nû li xwe kirin û xwe wekî “entelektuel” dan nasandin. Qada entelektueliyê bi felsefeya materyalîst re rû da û bu qada dahûrandin lêkolîn û nîqaşên zanistî. Erka wan jî êdî tenê ragihandina agahiyên navxweyî bu; her wiha peywira parastin û belavkirina bîrdoza gel û komên bindest û welatên mêtingeh jî dan ser xwe. Ji ber vê sedemê di amûrên ku rewşenbîran di serdema kolonyalîzmê de bi kar anîne jî guherînên girîng pêk hatine. Şoreşa pîşesaziyê, xebatên çapemeniyê û weşanên serdema nû bi rêjeyek pir mezin bû qada têkoşîna rewşenbîrên demê. Ji ber ku îro akademîsyen, burokrat, siyasetmedar, mamoste, bijîşk, mîmar, endezyar, hiqûqnas, rojnamevan, nivîskar, şanoger û hunermendan li kêleka hev di bin vî navê de cih digirin, kî rewşenbîr e kî ne rewşenbîr e ne zelal e. Ji bo wê, hem dibe ku rewşenbîr ji nav van biran hemûyan derkeve û hem jî dibe ku qet dernekeve.

Rewşenbîr li gor rêbaz, rêgez û pîvanên zanistî bêlayan were dîtin jî di warê rastî û şaşiyê de alîgirê rastiyê, di warê heqî û neheqiyê de alîgirê heqiyê û di warê bindestî û serdestiyê de jî alîgirê bindestiyê ye. Rewşenbîr ne ji bo ku hin kesan razî bike û ne jî ji bo hin kesan bixeyidîne tev digere.

Rewşenbîrî qet ne bi asta zanebûn û perwerdehiyê û ne jî bi pîşe û meqam ve girêdayî ye. Tiştê ku mirov dike rewşenbîr hişmendî û feraseta wî/wê ya azad e. Ew jî ne bes e; mirov bi têgihîştin, pejnkarî helwest û kiryarên xwe, bi vîn û wijdana xwe dibe rewşenbîr.