11 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şêniyên Hesekê li dijî tecrîdê konê azadiyê vedan

Şêniyên Hesekê di çarçoveya pengava “Ji bo Rêber Apo azadî û ji pirsgirêka Kurdî re çareseriya siyasî” ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin konê azadiyê vedan

Tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 24 sal in didome. Ji 5’ê Nîsana 2015’an û vir ve heyet nikarin biçin Îmraliyê. Dîsa 32 meh in parêzer û malbat nikarin biçin hevdîtinê. Her çend malbat û parêzer her hefte bi rêk û pêk serlêdanê ji bo hevdîtinê dikin, lê bi hincetên “rewşa hewayê nebaş e”, “Rewşa Awarte” serlêdan nayê qebûlkirin. Însaytîfa gel a kantona Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşmeya “Ji bo Rêber Apo azadî û ji pirsgirêka Kurdî re çareserî” bi daxuyaniyekê konê çalakiyê ji bo azadiya Rêber Abdulah Ocalan li taxa Mişêrfê veda.

Bêrîtan Xalid bi kurdî daxuyanî xwend û bang kir ku tavilê tecrîd bê rakirin. Bêritan Xalid anî ziman ku ew carek din bang li hemû civaka navneteweyî û mirovên xwedî wijdan, rêxistinên mirovî û mafên mirovan dikin ku zextê li dewlet û hikûmeta sûcdar Erdogan bikin û wiha got: “Divê demildest Rêber Abdulah Ocalan azad bikin. Bi hêviya dengê û daxwaza me bê bihîstin.”

Daxuyanî bi dirûşmeya “Bijî Rêber Apo , Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû. Paşê gelê navçeyê û beldayên Hesekê derbasî bin konê çalakiyê bûn.

‘Tecrîd felsefeya azad hedef digre’

Berdevka Kongra Star a kantona Hesekê Rîma Îsa tekez kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan tecrîdek li dijî hemû pêkhateyên herêmê ye û wiha anî ziman: “Hemû bûyerên ku di roja me ya îro diqewmin bi rewşa Serokatî ve girêdayî ye. Hedefgirtina jinan, êrîşên ku li ser binsaziya herêmê û kiryarên li dijî şoreşa me berdewama komploya li ser Rêber Apo ye. Bi van êrîşan dixwazin rê li ber felsefeya wî ya azad bigrin. Lê em dibînin îro felsefeya wî wekî çemekî diherike û li tevahî cihanê belav dibe. Em wekî tevgera jin emê heya dawî li berxwe bidin heya am bighêjin azadiya fîzîkî a Rêber Apo.”

Bernameya roja yekem a konê çalakiyê bi sinevîzyona li ser komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û semîneran bi dawî bibe.

Konê çalakiyê dê hefteyek dewam bike.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê