28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li ser rojeva ‘Aqilê Çêker’

Bingeha  Aqlê Çêker mîkroprosesorên “pêşketî” yên nûjen in. Ev yek ji wan sedeman e ku pêşbazî di sêwirandin û hilberîna pêvajoyên pêşketî de bêguman dê bibe yek ji deverên herî girîng ên pêşbaziya teknolojîk di navbera DYA û Çînê de

Di destpêka sedsala derbasbûyî de, matematîkzanê fransî Pierre-Simon Laplace ceribandinek ramanek balkêş pêşniyar kir. Mînak mexlûqek jîr bihesibînin ku karibe agahdariyan bêkêmasî li ser pozîsyon û leza tevgera her parçeyek li gerdûnê fam bike. Afirînek wiha ku paşê weke cinê Laplace hate pênasekirin, divê ne tenê karibe bi pêbawerî tevahiya dîroka gerdûnê ji dema eslê xwe ve ji nû ve ava bike. Lê di heman demê de bi pêbawerî hemû pêşketina wê ya pêşdetir heta dawiya zeman jî pêşbînî bike. Ji bo cinê Laplace ku der heqê her tiştên cîhana me de  -ji galaksiyên mezin bigire heta atomên herî piçûk – xwedî daneyên bêkêmasî ye – ne di paşeroja dûr û ne jî di pêşerojek bi heman dûr de dê neyiniyên nenas û neçareserî hebin.

Cinê klasîk ê Laplace, tevî hemû hêza xwe tenê çavdêrek veqetandî û tomarkerek bêalî ya tevahiya pêvajoyên ku li gerdûnê diqewimin bû. Dubareya wî ya materyalîzekirî di rastiya fizîkî de gavên xwe yên yekem diavêje. Êdî ne wekî çavdêrek derveyî, lê di heman demê de wekî beşdarek çalak tev digere. Mînak, torên neuralî (noral aglar) di rojnamegeriya nûçeyan, kampanyayên hilbijartinê, pêşîlêgirtin û lêpirsîna sûc, pratîkên bijîşkî û dadwerî, spekulasyonên ewlehiyê û hwd de zêde têne bikaranîn. Di nivîsandina berhemên edebî, berhevkirina berhemên muzîkê û amadekirina pirtûkan de jî gelek axaftin li ser bikaranîna torên neuralî tê kirin. Lê, belkî, asoyên herî berfireh ji bo cinê Laplace di warê îstîxbaratê de vedibin – bazirganî, darayî, leşkerî, zanistî, teknîkî, siyasî û hwd.

Pêşbaziya îstîxbaratê ya domdar her ku diçe ji duelek (duello) di navbera efserên îstîxbaratê û efserên dijber de vediguhere şerê îstîxbarata sûnî. Welatên ku xwedan torên neuralî yên nûjen in, bêguman avantajên girîng li ser welatên bêyî gihîştina torên wiha digirin. Ev, di encamê de tê vê wateyê ku hewldanên dem bi dem ji bo sepandina moratoriumek li ser pêşketina pergalên nû yên Aqlê Çêker an lihevkirina li ser rêgezên ji bo karanîna wê, aşkera mehkûmê têkçûnê ne, her çendî ew ji kesayetên desthilatdar ên wekî Elon Musk û Steve Wozniak werin.

Bingeha  Aqlê Çêker mîkroprosesorên “pêşketî” yên nûjen in. Ev yek ji wan sedeman e ku pêşbazî di sêwirandin û hilberîna pêvajoyên pêşketî de bêguman dê bibe yek ji deverên herî girîng ên pêşbaziya teknolojîk di navbera Dewletên Yekbûyî Amerîkayê û Çînê de. Û ji ber ku welatên sêyem ne mimkûn e ku karibin di vî warî de bi serkeftî bi her du hêzên super teknolojîk re pêşbaziyê bikin, ev welat neçar in ku bi rengekî din xwe bispêrin kapasîteyên îstîxbaratê yên li Washington an Pekînê kom bûne. Xweseriya avahiyên îstîxbaratê yên wekî MI6 an Mossad bi neçarî dê kêm bibe û têkiliyên navneteweyî di pîvana wan a agahdarî û teknolojîk de dê her ku biçe dupolar bibin.

Hêjayî gotinê ye ku avakirina spekulatîf ku du sedsala berê ji hêla matematîkzanê fransî ve hatî çêkirin, jê re “cinê Laplace” hate gotin. Ne milyaket, pêxember an Xweda, lê cin. Ev tê wê wateyê ku wê hingê jî texmîna hebûna hemizaniya maqûl a bêkêmasî ji hêla pirraniya mirovên ramyarî ve – ne wekî derfetek potansiyel, lê wekî dijwariyek potansiyel – neyînî hate pejirandin. Mirovek naxwaze di cîhanek bernamekirî û diyarker de bijî; ji bo piraniya nûnerên nifşê Homo Sapiens, ramana îradeya azad ne demagojiyek vala ye, lê yek ji motîvasyona herî girîng a çalakiya mirovan e.

Bi heman awayî zehmet e ku mirov dev ji mafê jiyana taybet berde ku nekeve qada dîtina torên neuralî yên Bîg Brother. Û ne girîng e ku ev  li ser navê dewletê bi daxwazên dilsoziya siyasî tevdigere an jî li ser navê sektora pargîdanî hilber an karûbarê xwe li ser xerîdar ferz dike. Ji ber vê yekê, hatina cinê Laplace bo cîhana me ne gengaz e ku aştiyane û bê êş be.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê