4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Budak: Mexmûr dikeve çavê dijmin

Hevseroka Meclisa Gel a Mexmûrê Filîz Budak, li ser armanca êrîşên li dijî Mexmûrê û helwesta gelê Mexmûrê rawestiya û anî ziman ku 30 sal in gelê Mexmûrê li dijî êrîşan li ber xwe dide û pergala ku ava kiriye dikeve çavê dijmin

Artêşa tirk di salên 1992 -1994’an de li dijî gundên herêma Botanê êrîşên dijwar pêk anî. Leşkerên tirk û cerdevan bûn yek û gundên Botanê vala kirin û piştre şewitandin. Bi hezaran mirov binçav kirin û bi sedan mirov kuştin. Bi taybetî di sala 1994’an de hewl dan gund û wargehên kontara çiya vala bike û herêma Botanê bêmirov bihêle. Armanc kir ku tevgera azadiya Kurdistanê û civakê ji hev qut bike û mirov ji cihê wan koçber kirin. Bi vê armancê polîtikaya valakirina Kurdistanê pêş xist. Pêla koçberiyê dan destpêkirin. Gel ji bakurê Kurdistanê hatin li başûrê Kurdistanê bi cih bûn. Gel di destpêkê de li Şeraniş û nêzî Zaxo bi cih bûn. Bi carekê nêzî 16 hezar ji milê Botanê û Geverê hatin li vir bi cih bûn. Lê dîsa zextên li ser wan kêm nebûn. Gund şewitandin û bi sedan kes binçav kirin.

PDK’ê 60 penaber qetil kir

Li aliyekî hikûmeta Tirkiyeyê êrîşî penaberan dikir, li aliyê din malbata Barzanî û PDK êrîş dikir. Kurdên ji gundên xwe koçbûn ji 1994’an heta 1998’an ji serî de li wargehên Bihêrê-Şeraniş, Bêrsivê, Etrûş-Nala Qiyametê (Etrûşa jor), Nînova, Nehdara û herî dawî li Wargeha Mexmurê bi cih bûn. Bi hezaran kurd 4 salan li van wargehan jiyan. Li van wargehan 60 kes ji aliyê PDK’ê ve hatin kuştin. PDK’ê mal û milk, sewal û pezê penaberan dizîn û şivanê wan kuştin.

Gel li dijî ambargoyê li ber xwe da

Têkildarî êrîşên li ser gelê Mexmûrê û berxwedana gel a li dijî êrîşan Hevseroka Meclisa Gel a Mexmûrê Fîlîz Budak axivî. Fîlîz Budak diyar kir ku PDK’ê her car êrîşên cûr be cûr pêş xist û wiha got: “Malbata Barzanî di sala 1994’an de 3 mehan ambargo danîn ser wargeha penaberan. Destûr nedan bi tu awayî xwarin û vexwarin têkeve nava wargehê. Lê gel 3 mehan li ber xwe da û tawîz neda. Di encama berxwedanê de Neteweyên Yekbûyî ev ambargo da rakirin. Ji Geliyê Qiyametê û Etrûşê anîn li Etrûş kom kirin. Nêzî 16 bircên (kozikên) pêşmergeyan li nêzî kampê ava kirin. Li vir jî çend kes ji wargehê qetil kirin. Di navbera sala 1995-96’an de di meşê de hevala Jiyan qetil kirin. Bi dehan kes birîndar kirin. Zextên malbata Barzanî berdewam kir. Li Nînovayê 2 ciwan qetil kirin û bi dehan kes birîndar kirin.”

PDK’ê serê şivanan jê kir

Fîlîz Budak anî ziman ku gel ji ber zextên PDK’ê neçar ma ku ji Nînova koçî Nehdaran bike û wiha axivî: “Di şevekê de koç kirin. Demsal zivistan bû. Bi hezaran penaber bi kîlometreyan meşiyan. Birçî û perîşan bûn. Meşiyan kampa Nehdaran. Hemû koçberî bi destê PDK’ê pêş ket. PDK’ê li ser sînorê Iraqê, 2 şivan revandin û piştî çend rojan bedenên wan ên bê serî hatin dîtin. Derdora wargehê mayin kirin. 3 kesan bi mayinan lingên wan jêbûn.  Gel ji ber zextên PDK’ê mecbûr ma ku li axa Iraqê bi cih bibe. Di encama hemû êrîşên PDK’ê de gel hat li Mexmûrê bi cih bû.”

Fîlîz Budak da zanîn ku tişta hêz da civakê; dizanîbûn ku li pişt xwe binere û vegere, dê teslîmiyetê li ser wê ferz bikin û wiha berdewan kir: “Dizanîbû ku vegere dê bêrûmetî li ser bihata ferzkirin. Ji bo xiyanetê neke û teslîm nebe, bedelên herî giran da ber çavan.  Paşve vegerandin qebûl nekir. Zarok ji tîna li ber çavê dayikan jiyana xwe ji dest dan.”

Teslîmiyet qebûl nekirin

Fîlîz Budak, destnîşan kir ku gel ji bo teslîm nebin bi her awayî li ber xwe dan û wiha lê zêde kir: “Hemû bûyerên bi êş dan pêş çavan. Ji 1998’an heta niha em li ser axa Iraqê dijîn. Ji sala 1998 heta 2003’yan pirsgirêkek berbiçav pêş neket. Ji aliyê hikûmeta başûrê Kurdistanê ve ambargoyek li ser me hebû. Di aliyê aborî û dîplomasî de hemû tiştên me li ser axa Iraqê bû. Nêzîkatiyên PDK’ê yên li hemberî Mexmûrê, li gorî nêzîkatiyên bi Tirkiyeyê re dihat guhertin. Li gorî nêzîkatiyên Tirkiyeyê helwest nîşan dida. Dema têkiliyên PDK’ê bi Tirkiyeyê re sist dibû, têkilî bi Mexmûrê re baş dibû. Lê dema têkiliyên PDK’ê bi Tirkiyeyê re germ dibû, vê carê têkiliyên wê yên bi Mexmûrê re xera dibû. Vê rewşê heta 2014’an berdewam kir. Piştî DAIŞ derket holê, bi taybetî piştî 6’ê meha tebaxê, pêşmergeyan parastina herêmê hişt û çû. Çawa ku Şengal ji êrîşên DAIŞ’ê û komkujiyê re hişt, Mexmûr jî ji êrîşên DAIŞ’ê û komkujiyê re hişt.”

Dixwazin Mexmûrê vala bikin

Fîliz, bal kişand ser hinceta êrîşan û wiha pêde çû: “Bi taybetî di sala 2017’an hebûna HPG’ê li Mexmûrê wekî sedema êrîşan nîşan dan. Heta 2023’yan 4 êrîş li derveyî wargehê pêk hatin. 9 êrîş jî di nava wargehê de pêk hatin. Mizgeft, mal, sehên gokê yên ciwanan bombe kirin. Armanca van êrîşan ew e ku Mexmûrê vala bikin û teslîmî dewleta tirk bikin.  Armanca PDK’ê valakirina Mexmûrê ye. PDK civaka bi rêxistin naxwaze. PDK bi hevkariya DAIŞ’ê êrîşên bejayî û bi hevkariya Tirkiyeyê jî êrîşên hewayî pêk tîne.

Ambargo danîn ser Mexmûrê

Di sala 2019’an û şûnde dîsa rêya Hewlerê ango başûrê Kurdistanê li ser Mexmûrê girtin. Hinceta vê ambargoyê cuda bû. Hincet kuştina endamê MÎT’ê Osman Kose nîşan dan. Em dizanin di salên dawî de bi dehan welatparêz û aktîvistên kurd li başûr ji aliyê MÎT’a Tirkiyeyê ve hatin qetilkirin. Lê hikûmeta Kurdistanê heta niha yek ji wan kujeran negirtine. Lê li aliyê din bi îdiaya endamê MÎT’a Tirkiyeyê kuştine, 2 ciwanên kurd girtin. Ev ciwan bi mirinê re rû bi rû ne. Nêzîkatiya PDK’ê ya li dijî kurdên azad wisa ye.”

Budak daxuyand ku Mexmûr li dijî hemû zextan li ber xwe dide û wiha got: “Li dijî êrîşên PDK’ê û li dijî êrîşên Tirkiyeyê li ber xwe dide.”

Gelê Mexmûrê polîtika pûç kir

Fîlîz Budak, bibîr xist ku Mexmûr ji 11-12 hezar mirov pêk tê û ev agahî  dan: “Armanca penaberî û koçkirinê yek qutkirina ji axê, dudu jibîrkirina çand û ziman e. Dixwazin bi  penaberiyê wan mirovan bi temamî ji nijad û neteweya xwe qut bikin. Lê gelê Mexmûrê ev polîtîka pûç kir. Gelê Mexmûrê ji roja penaber bûye heta niha di serî de berî li avakirina xanî û war bifikire, ewil li cihê dibistanê fikirin da ku zarokên xwe bi zimanê xwe bidin xwendin. Wekî artêşek dildaran ava kirin û zarok bi derfetên herî kêm û xerab dan xwendin. Di berxwedana 30 salan de li Mexmûrê ji dibistana dayikê heta dibistana Amadeyî ava kirin. Bi zimanê kurdî, bi mataryalên kurdî û bi mamosteyên xwe vê xebata perwerdehiyê dimeşînin. Ev li dijî qirkirina çandî serkeftinek pir mezin e. Li dijî hilandina ziman serkeftinek pir mezin e.”

Fîlîz Budak bal kişand ser rêxistinbûna jinan jî û wiha dirêj kir: “Jinan di 30 salan de hem rêxistina xwe ya xweser û hem jî rêxistinbûna xwe ya di nava giştî de ava kiriye. Di penaberiyê de ya herî zahmetiyê dijî jin e. Ya ku ji bo mezinkirin, parastin û debara zarokan herî zêde mijûl dibe jin e. Di bin çadir û parçeyek naylon de berxwedanek bêhempa nîşan da. Bi heriyê kerpiç birîn û bi xwe xaniyên xwe ava kirin. Bi parçeyên çadiran ji zarokên xwe re çil çêkirin. Ji parçeyên naylonan ji zarokên xwe re çanteyên dibistanê çêkirin. Lê dest ji têkoşînê bernedan. Dest ji xwebûyîn û îradebûyînê bernedan.”

Bûye wargeha dibistanan

Budak der barê perwerdehiyê de jî ev agahî dan: “Îro li wargehê 5 dibistanên dayikê hatine avakirin. 4 dibistanên seretayî, 2 dibistanên navîn û dibistanek amadeyî hatiye avakirin. Ev bi keda dayikan, keda mamosteyan û keda civakê hatiye avakirin. Îro li nexweşxaneya wargehê zarokên li vir xwendine bûne bijîşk. Bûne mamoste û xizmeta vê civakê dikin. Îro zarokên ku dijmin dixwestin wan ji axa wan qut bike û bê kok bihêle, bi kokek herî qehîm ve hatiye girêdan û xizmeta wargehê dikin.”

Mexmûr dikeve çavê dijmin

Budak li ser aliye rêxistinî jî rawestiya û wiha bilêv kir: “Gelê Mexmûrê meclîsa gel, meclisa ciwanan, meclisa jinê, komîn û koperatîfên xwe ava kiriye. Akademiyên xwe ava kiriye û hemû şaxên Neteweya Demokratîk ava kiriye. Ji ber vê yekê pergala Modernîteya Demokratîk ku li vir ava kiriye dikeve çavê dijmin. Li vir civakeke rêxistinkirî heye. Li vir li hemberî hemû êrîşan kurdekî rêxistinkirî û berxwedêr heye. Ev ji bo hemû dewletên dagirker dibe xewnereşk. Mexmûr xwedî rewşek rêxistin û berxwedêr e. Ji ber vê yekê êrîşî wê dikin.”

Mexmûr modela jiyanê ye

Budak herî dawî bibîr xist ku Mexmûr ji bo Kurdistanê û tevahiya Rojhilata Navîn modela Komara Demokratîk û Neteweya Demokratîk e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Modela demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê daye avakirin. Welatparêzî, îradebûyîn û têgihiştina gelê Mexmûrê û avakirina alternatifa dewletê, îro dijmin ditirsîne. Ji bo vê yekê dijmin êrîş dike. Ya herî pergala xurt ava kiriye Mexmûr e. Ev pergala li vir hatiye avakirin, bingeha pergala netew-dewletê dihejîne. Ji ber vê yekê dema êrîş li dijî Mexmûrê pêk tên, Iraq, Neteweyên Yekbûyî, DMME dengê xwe nakin.”