18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xal bi xal zilma midurê Girtîgeha Bandirmayê

Li girtigeha Tîpa T a Hejmar 2 a Bandirmayê zextên li ser girtiyan zêde dibin. Girtiyan diyar kirin ku gelek mafên wan tên binpêkirin û zextên li dijî wan zêde bûne

Li girtîgehên Tirkiyeyê zilmeke mezin li girtiyên siyasî yên kurd tê kirin û gelek mafên girtiyan ji aliyê rêveberiyên girtîgehan ve tên binpêkirin. Yek ji girtîgehên ku binpêkirinên mafan lê zêde bûne û zilm li girtiyan tê kirin Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Bandirmayê ye.

Ji Girtîgeha Bandirmayê girtiyê bi navê Serdar Taşkin, bi rêya parêzerekî ku serdana wan kir, binpêkirinên mafan ên li girtîgehê xal bi xal rêz kir û ji rojnameya me re şand. Girtî, destnîşan kiriye ku pêkanînên cuda û derveyî qanûnan bi guhertina midurê girtîgehê re zêde bûne. Bînpêkirinên mafan ên girtî Taşkin rêz kirine wiha ne:

– Nivîn û lihêfên ku girtî û hikumxwarên nexweşiyên wan ên mîna Koah û fitiqê hebûna û bi raporên çavdêriya girtîgehê ji qantîna derve girtine (hin girtî zêdetirî 7 salan e bi kar tînin) bi hinceta ku di dosyayên wan de raporên wan nînin –di rastiyê de rapor di dosyayên wan de hene- ji aliyê miduriyeta girtîgehê ve ji wan hatine stendin. Nivîn û lihêf nedane gelek girtiyan û ji bo vê daxwaza wan bersiv jî nehatiye dayîn. Girtiyên ku nivîn û lihêf dane wan jî nivîn û lihêfên kevn in û dibe ku li girtîgehê bibin sedema nexweşiya gurîbûnê. Ji bo radestkirina van nivîn û lihêfan tu girtek nehatiye girtin û tu belge jî nedane girtî û hikumxwaran. Qedexebûna nivînan hincet nîşan dane û der barê girtiyan de lêpirsîn dane destpêkirin û cezayê şermezarkirinê dane hemû girtiyan.

Dest bi qeydê kirine

– Amûrên mîna neynokbirê ku girtî û hikumxwaran beriya niha bi rêya îdareyê ji qantîna girtîgehê girtine piştî hefteyekê bi hinceta ku qedexe ne hatine desteserkirin. Der barê vê desteserkirinê de tu girtek nehatine girtin û belge nedane girtî û hikumxwaran.

– Hemû pirtûkên beriya niha piştî ku ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve hatine lêkolînkirin dane girtî û hikumxwaran kom kirin û demeke dirêj e tu pirtûkî nadin girtî û hikumxwaran. Pirtûkên ku girtî û hikumxwar ji pirtûkxaneya girtîgehê daxwaz dikin jî nadin wan.

– Gardiyan dema ku bi ser qawişan de digirin serdegirtinê bi kamerayê qeyd dikin. Her wiha dema ku di mazgalê de li qawişê dinerin û girtiyan ji qawişê derdixin û dibin cihekî jî bi qamerayê qeyd dikin.

– Qawişên girtî û hikumxwarên siyasî yên berê li rex hev bûn ji hev dûr xistine. Ji ber vê sedemê girtî timî ji neçarî bi girtiyên edlî re têkilî datînin û ewlehiya wan a jiyanî di xetereyê de ye.

– Li qawişên girtiyên ku qawişên hatine guhertin ji ber ku ampûlên hewadariyê timî vekirî ne girtî nikarin rakevin û bi vê rêbazê zexta derûnî li wan tê kirin.

– Hin gardiyan dema ku tên qawişên girtiyan serî li pêkanînên provokatîf didin û timî dixwazin girtî û hikumxwaran provoke bikin. Bi vî awayî dixwazin infaza hikumxwaran bişewitînin.

– Li dijî binpêkirinên mafan û pêkanînên ne hiqûqî girtiyan xwestiye di 20’ê cotmehê de serî li Wezareta Dadê bidin. Lê nimreyên derketina ji girtîgehê yên daxwaznameyên ku ji bo serlêdana xwe dane miduriyeta girtîgehê, tevî ku gelek caran daxwaz kirine jî bi girtiyan re nehatine parvekirin. Bi vî awayê tê gotin ku daxwazname ji Wezaretê re nehatine şandin.

– Her wiha girtî û hikumxwaran di 3’yê mijdarê de li dijî binpêkirinên mafan û pêkanînên ne hiqûqî xwestine ku serî li Serdozgeriya Komarê ya Bandirmayê jî bidin. Nimreyên derketina ji girtîgehê yên van daxwaznameyan jî nedane girtî û hikumxwaran. Her wiha ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve bersiv jî ji bo pirsên girtî û hikumxwaran ên der barê mijarê de nehatine dayîn. Tê gotin ku ev daxwazname jî ji bo Serdozgeriya Komarê ya Bandirmayê nehatine şandin.