6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bûyera zaroka êzidî sûcekî organîze ye

Civaknas Azad Bariş ê ku ji bo rizgarkirina jin û zarokên êzidî di asta navneteweyî de karê dîplomasiyê dike, ji zaroka êzidî A.S.O ya li benda rizgarkirinê ye anî ziman ku A.S.O parçeyek dîroka êzidiyan e

Di sala 2014’an de DAIŞ’ê piştî dagirkirina Mûsilê berê xwe da warê êzidiyan Şengalê û li dijî civaka êzidî hovîtiyeke mezin pêk anî. Çeteyên DAIŞ’ê bi hezaran êzidî kuştin û bi hezaran jin û zarokên êzidî jî revandin. Çeteyan jin û zarokên êzidî li bazaran firotin û ji xwe re kirin kole. Di encama şerê ku ji aliyê hêzên kurd ên mîna HSD, YPG, YPJ, YBŞ’ê ve li dijî DAIŞ’ê hat kirin gelek jin û zarok li Sûriye û Iraqê ji destê çeteyan hatin rizgarkirin lê gelek jin û zarok jî hê di destê DAIŞ’ê de ne û li benda rizgarkirinê ne.

Yek ji van zarokên êzidî ku li benda rizgarkirinê ne A. S. O. ye. Çeteyê DAIŞ’ê yê bi navê S.O. ku zaroka êzîdî A. S. O. ji malbata wê revandibû û di sala 2017’an derbasî Tirkiyeyê kiribû, li ser înternetê dabû ber firotinê. Zarok A. S. O. di sala 2021’an de bi operasyonekê hatibû rizgarkirin, lê di meha cotmehê de derketibû holê ku piştî demekê ji aliyê Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatê ve careke din radestî çete S.O. hatiye kirin. Li ser vê rayedarên tirk angaşt kirin ku çete S.O. girtine û zaroka êzidî A. S. O. jê girtine. Lê piştre derket holê ku ev agahî derew e; tenê zarok A. S. O. ji çete hatiye girtin û careke din hatiye berdan.

Civaknas Azad Bariş ku ew bi xwe jî êzidî ye û ji bo rizgarkirina jin û zarokên êzidî di asta navneteweyî de karê dîplomasiyê dimeşîne, der barê mijarê de ji rojnameya me re axivî û nirxandinên girîng kirin. Azad Bariş, diyar kir ku çîrok û serboriya zaroka êzidî A. S. O. parçeyek ji serboriya dîroka êzidiyan e û got ku ji DAIŞ’ê heta wezaret, walîtî, sazî, dezgeh û rayedarên Tirkiyeyê di nava hevkariyekê de ne û ev tişt anîn ziman: “Vê rewşa ku keça êzidî têde ye rastiyê dide ber çavan. Çîroka vê keça êzidî di sala 2014’an de dest pê kiribû. Di ser revandin, firotin û îstismarkirina wê de 10 sal derbas bûn. Lê di deh salan de em dibînin ku wezaretê jî di nav îstismareke mezin û sîstematîk de ye. Hemû qanûn hatine binpêkirin. Sûcekî li dijî nirxên mirovahiyê tê kirin. Yasayên navneteweyî yên li ser mafên zarokan hemû têne binpêkirin. Ji bo vê jî ihtimal nîne ku haya Wezaretê ji vê yekê tune be. Wezaret jî parçeyek ji vê îstismar û binpêkarinê ye.”

Di berdewamê de Bariş, da zanîn ku ne tenê wezaretê gelek sazî û dezgeh jî bi heman rengî di nav vê hevkariya qirêj de tevgeriyane û ev nirxandin kir: “Kesên ku divê bên darizandin, mehkûmkirin, cezakirin, niha bi awayekî aşkera vî sûcî didominîn. Bi rastî tu rê û rêbaz ango delîl nîne ku mirov vê rewşê bi yasayan, normên hiqûqî fêm bike yan jî bide fêmkirin. Di vir de mekanîzmayeke din heye ku rewşê zêdetir zelal dike.”

Bariş, bal kişand ser hevkariya Tirkiyeyê ya bi DAIŞ’ê re û der barê mijarê de ev tişt gotin: “Keça êzidî ji ber vê ferasetê û dijminatiya hezar salan radestî malbata DAIŞ’î hat kirin. Yên ku piştgiriya DAIŞ’ê dikirin, li pişt wan sekinîn. Li Şengalê komkujiyê pêk anîn, niha jî bi sazî û dezgehên xwe seferber bûne. Ji bo firotina zarokeke êzidî ji aliyê DAIŞ’î ve tu tiştekî nakin. Ev yek nimûneyeke zelal e û nîşan dide ku hevkariyek di vî sûcê organîze de heye. Em êzidî vê yekê bi vî awayî fehm û şîrove dikin. Hem Wezaret hem Walîtî hem jî saziyên din bi awayekî aşkera derheqê aqûbet û rewşa wê de derewan dikin, rastiyan vedişêrin û hevkariya xwe didomînin.”

Bariş, bi lêv kir ku bi awayekî sîstematîk êrîş li civaka êzidî tên kirin û wiha pêde çû: “Ev tişt jî parçeyekî ji feraseta wan a li hemberî êzidiyan û kurdan e. Mijara êzidiyan bi her awayî mijareke êrîş û aloz e. Êş û jana êzidiyan tenê ne mijara îro ye. Bi sedsalan e êrîşeke berdewam û sîstematîk li ser hebûn, bawerî û nasnameya wan heye. Piştî komkujiyê bi hezaran jin hatin revandin û em îro jî aqûbeta wan nizanin. Hêzên li pişt DAIŞ’ê nehatin darizandin û nayên darizandin. Bi taybetî komkujî di jiyana me êzidiyan de xaleke cuda ye.”

Bariş, destnîşan kir ku heta yek jineke êzidî jî di destê DAIŞ’ê de be ew ê têkoşîna xwe bidomînin û wiha bi dawî kir: “Ji bo vê keça êzidî jî me heta niha gelek hewl da bê rizgarkirin. Me weke komele û saziyên êzidiyan bi awayekî fermî xwest ku em wê rizgar bikin û bigihînin malbatê. Lê bi her awayî rê li ber vê yekê girtin. Me dît ku ew cardin radestî malbata DAIŞ’iyan hatiye kirin. Li Tirkiye, Iraq, welatên Ewropayê di her platformê de xebat û hewldanên me yên ji bo hînbûna aqûbeta jinên êzidî wê berdewam bike. Lê tenê ne em divê hekes di vê mijarê de piştgiriya me û komeleyên êzidiyan bike.”