2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Bidawîkirina tecrîdê daxwaza gel e’

Aynûr Sarica diyar kir ku civak xitimiye û aktorê herî girîng ê ku civakê ji nav vê xitimandinê derxe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e û wiha got: “Daxwaza bidawîkirina tecrîdê ne tenê daxwaz partî û saziyên civakî ye, daxwaz rast e rast a civakê ye.”

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) beriya 6’emîn Kongreya Awarte piştî pêvajoya rexne û rexnedayinê û civînên xwe yên bi gel re  di 5’ê mijdarê de li Amedê di 12’ê mijdarê de jî kongreya xwe li Enqereyê li dar xist. Bi hezaran kes tev li konferans û kongreya DBP’ê bûn. Em der barê pêvajoya amadekariyên kongreyê, xebatên meclisa jinan û Meşa Gemlikê ya ku dê di 18’ê mijdarê de pêk bê bi berdevka Meclisa Jinan a DBP’ê Aynûr Sarica re axivîn.

Aynûr Sarica di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser têkiliya di navbera gel û partiyê de û got ku DBP bi xwe partiyeke gel e bi her xebatên xwe di nav gel de cih digire û  ev tişt anî ziman: “DBP ji bo parêzvaniya mafê jin, zarok, xweza û gelan hatiye avakirin. DBP bi hêza ku ji gel digire xebatên xwe bi rê ve dibe.”

Sarica ji bo pêvajoya rexne û rexnedayinê da zanîn ku di vê pêvajoya rexneya ku ew ji gel dûrketine li wan hatiye kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pergal dixwaze partî û gel ji hev qut bike. Di pêvajoyên wisa giran de carna di aliyê rêxistinkirinê de kêmasî derdikevin holê. Di van pêvajoyên wiha de ji bo kêmasiyên bi vî rengî dernekevin divê mirov bi yekdengî xwedî li partiyên siyasî, sazî û dezgehên ku nûneriya gel dike derbikeve. Her wiha rexneya herî zêde hat dubarekirin rojevnekirina tecrîdê bû. Gel daxwaza rojevkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dike û di wê ferqê de ye ku ew tecrîda ku bi awayeke kûr tê meşandin di heman demê de li ser wan jî tê meşandin.”

Serkeftin encama têkoşîna hevpar e

Aynûr Sarica diyar kir ku DBP ji bo gel tê wateya parastina mafên jin, ciwan, xweza, ziman, çand, dîrokê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gel daxwaz dike ku DBP têkoşîna li dijî tecrîd û neheqiyên li girtîgehan xurttir bike. Ji ber vê yekê pergal hewl dide navbera gel û DBP’ê vebike û têkoşîna ku tê dayîn qels bike. Di vê pêvajoya nû de em ê bi gel re li ser van mijaran tekoşîna xwe xurttir bikin. Di vê pêvajoya ku tê meşandin de divê her welatparêz jî hem derfetên xwe yên têkoşînê zêdetir bike hem jî hêza xwe xurtir bike û xwedî li hebûn û partiyên xwe derbikeve. Îro parastina mafên kurd û Kurdistanê, dîrok, çand û zimanê kurdan ne tanê erka çend kesên ku hatine diyarkirin e. Ji ber vê yekê ye ku divê têkoşîn hevpar be. Di encamê de em dikarin bi têkoşîna hevpar bi ser bikevin.”

Sarica bilêv kir ku hewceye xwe bihêztir bikin û wiha bilêv kir: “Rêxistinabûna civakê ne armanca me ya demkî ye. Em hewl didin ji bo hemû dem û pêvajoyan ji nav mal û kolanên heta navçe û bajaran xwe xurtir rêxistin bikin. Ji bo serkeftina vê jî divê her kurd pêşî ji xwe destpêbike û bikeve nav liv û tevgerê.”

‘Em ê têkoşîna jinan xurttir bikin’

Di berdewamiya axaftina xwe de Aynûr Sarica di got ku dema ew li êrîşên pergalê yên li ser civakê dinêrin dibînin ku êrîşên li ser jinan zêdetir in û wiha pêde çû: “Êrîşên li ser jinan bi awayên taybettir tên meşandin. Pargal bi  xwe jî dizane dema jin azad be dê civak azad bibe. Azadbûna civakê têkçûna pergalê ye ji ber vê yekê ye ku  di şexsê jinan de êrîşê civakê dike. Di van êrîşan de hevalên me tên kuştin, tên girtin û tên sirgunkirin lê her ku êrîş zêdettir dibin têkoşîna ku jin didin jî xurttir dibe. Îro em dibînin ji dêvla hevaleka me ya ku bûye hedef du hevalên nû tev li têkoşîna jinan a mafdar dibin.”

Girîngiya meclisên jinan

Ji paşerojê heta niha siyaset wek qada mêran tê pênasekirin. Sarica da zanîn ku siyaseta kurd ji dîroka xwe heta niha ji bo azadbûn û tevlibûna jinan a her qadên jiyanê xebat dide meşandin û wiha got: “ Meclisên jinan ên di nav partiyên siyasî yên kurd de di nav vê têkoşînê de xwedî cihekî girîng in. Ji ber wê îro li her navend û nevçeyan hem meclisên jinan hem jî Tevgera Jinên Azad  hene û xebatên xwe dimeşînin. Jin bi hêvî û hêza ku ji hebûna wan digirin li dijî pergala zordest, nijadperest û mêrperest berxwedana li dijî pergalê mezin dikin. Desthilat di vê pêvajoyê de bi çekan re hewl dide bi şerê taybet civakê ji rastiya wê dûr bixe. Meclisên me yên ku hatine avakirin li her deverî der barê şerê taybet ê ku li ser nirxê gelê kurd û Kurdistanê û bi taybet jî li ser jinan tê meşandin, xebatên xwe bi rê ve dibe. Em hewl didin bi xebat û kampanyayên xwe rê û rêbazên têkoşîna xwe bi hev re diyar bikin. Jin ji ber ku dibin şahidê şerê taybet ê ku li ser beden û nasnameya we tê meşandin dibînin bi hêz tev li van xebatan dibin. Pergal her ku bandora me ya di nav civakê de dibîne zêdetir êrîş dike. Me di konferansa ku Amedê li darxist de dît ku zext di çi astê de dibin bila bibin dê  DBP û gel bi hev re berxwedana xwe xurtir bikin.”

Pergal herî zêde ji jinan ditirse

Aynûr Sarica di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser meşa ku dê di 18’ê mijdarê de pêk were û ev tişt anî ziman: “Em tim dibêjin pergal herî zêde ji jinên azad ditirse lê divê em di vê zanebûnê de bin ku jina azad bi fikriyata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat avakirin. Ji ber vê yekê ye ku herî zêde jin li dijî tecrîdê li ber xwe didin. Fikriyat û felsefeya Abdullah Ocalan di her qadê de mafê jiyanê dide jinan. Di vê wateyê de xwedî derketina li Abdullah Ocalan xwedî derketina li azadiya jinan e. Me ji bo 18’ê mijdarê li dijî tecrîdê bi TJA, HDK, DTK, HEDEP, TUAYDER, MEBYADER û gelek saziyên din re plansaziyeke meşê amade kiriye. Civak êdî xitimiye û aktorê herî girîng ê ku civakê ji nav vê xitimandinê derbixe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Daxwaza bidawîkirina tecrîdê ne tenê daxwaz partî û saziyên civakî ye, daxwaz rast e rast a civakê ye. Ji bo Meşa Gemlîkê hata 16’ê mehê dê xebat tax bi tax bên meşandin. Em bang li gel dikin ku di pêvajoya azadiya civakê de bi erka xwe rabin. Azadiya civakê jî dê pêşengiya me jinan pêk bê. Em bang li hemû jinan dikin werin em civakê bi hev re azad bikin.”