21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rejîma Îranê du rojnamevanên jin girtin

Dozgerê Giştî yê Girtîgeha Êvînê biryara girtina rojnamevanên jin Seîde Şefiî û Nesîm Sultanbegî da

Rejîma Îranê zextên li ser çapemeniyê didomîne. Tundiya Rejîma Îranê ya li ser rojnamevan û çalakvanên jin berdewam dikin. Îro jî dozgerê giştî yê girtîgeha Evînê biryara girtina Seîde Şefiî û Nesîm Sultanbegî da.

Ji destpêka şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” ve, rejîma Îranê bi berdewamî zextên xwe li ser çalakvanên sivîl û siyasî bi taybetî jinan, hûnermend û aktor, xwendekar û beşên cûrbicûr yên civakê zêdetir kiriye. Herî dawî du jinên rojnamevan Nîlufer Hemîdî û Îlaha Mihemedî ku qetilkirina Jîna Emînî ragihandibûn, bi hincetên cuda 12 sal cezayê girtîgehê li Nilufer Hemîdî û 13 sal ceza li Îlaha Mihemedî hatiye birîn.