19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Girtiyê nexweş Tanhan hate entubekirin

Hat ragihandin ku Cemal Tanhan ê ku ji ber pirsgirêkên nexweşiyê ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Bolûyê hat berdan, hate entubekirin. gelek girtiyên din ên nexweş hîna di girtîgehê de ne

Hat diyarkirin ku Cemal Tanhan ku ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê di 6’ê Mijdarê de ji Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê hat berdan û dest bi dermankirina wî hat kirin, îro entube bûye.

Tanhanê 68 salî ku 30 salan di girtîgehê de ma, piştî felcî bû di 23’yê Cotmehê de ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Îzzet Baysal û ji vir jî di 27’ê Cotmehê de sewqî Beşa Cerahiyê ya Giştî ya Nexweşxaneya Bajêr a Eskîşehîrê. Piştî serlêdanan di 6’ê Mijdarê de biryara berdanê hat kirin û teşxîs hat danîn ku pençeşêra lê peyda bûye, di asta çaran de ye.

Keça wî Ayşe Tanhan têkildarî hevdîtina dawî ya bi bijîşkan re hin agahî parve kirin. Tanhanê bilêv kir ku bijîşkan ragihandiye ku bavê wê pir bi zehmetî bêhnê distîne û hindik maye dilê wî bisekine û divê bê entubekirin. Tanhanê got: “Her diçe rewşa bavê min xirabtir dibe. Bijîşkan îro got, ‘me bavê te entube kiriye.’ Me jî xwest bavê min sewqî nexweşxaneyeke baştir bê kirin. Lê ji ber ku tansiyona bavê min pir kêm e, niha nikarin sewq bikin. Ger tenduristiya wî hinekî baş bibe, em dixwazin wî sewqî nexweşxaneyek baştir bikin.”