4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bûldan dengê xwe avêt

Hevseroka Giştî ya HDP’ê û Namzeta Partiya Çepên Kesk a Wanê Pervîn Bûldan, dengê xwe li Wanê avêt û ev tişt got: “Pergelake nebaşiyê heye û divê ev pergal îro bi dawî bibe.”

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan Pervîn Bûldan li sindoqa bi hejmara hezar û 106 a li Lîseya Cûmhûriyet a li Taxa Seyît Fehîm Arvasî ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê dengê xwe avêt. Bûldan a bi tilîlî û çepikan hate pêşwazîkirin, pişt re derbasî pola ku sindoq lê bû û dengê xwe avêt.

‘Dema ku em heqê keda xwe bigirin hat’

Bûldan, a li ber deriyê dibistanê daxuyanî da, wiha got: “Dema ku herkes heqê keda xwe bigire hatiye. Dê ji her aliyê Tirkiyeyê mirov dengê xwe biavêjin. Ez hêvî dikim ku ev dengên me bibin wesîleya aramî, aştî, hezkirin, edalet û demokrasiya li welat. Em li bendê ne ku bi hilbijartinên îro werin kirin êdî guherîn û veguherîn pêkan e, hemû gel li benda vê ye. Hêviya 82 milyon mirovan heye ji van hilbijartinan. Me jî îro dengên xwe avêtin, em bi hêviya ku dengên me bibin wesileya aştî, demokrasî û xwişk û biratiyê bang li hemû Tirkiyeyê dikin.”

‘Em ê teqez serbikevin’

Bûldan, anî ziman ku dê êvarî bi hêviyeke mezin li benda encaman bimînin û wiha got: “Dê îşev bi hêviyeke mezin çavên me li sindoqên ku bên vekirin bin. Kelecanek û hêviyeke mezin bi me hemûyan de heye. Divê hemû kesên li Tirkiyeyê dijîn vê hêvî û kelecanê bijîn. Ji ber ku di demekî dirêj e di mirovan de reşbîniyek heye. Pergaleke xerabiyê heye û divê ev pergal îro biçe. Ji herkesê re serkeftinê dixwazim û ji dil û can bawer dikim ku em ê teqez serbikevin.”